Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk û di dawiyê de teoriya Sosyalîzma Civaka Demokratîk, a Rêber Abdullah Ocalan peşxist bi hebûna gelên jiyana komunal a demokratîk a li Rojava, Şengal û Mexmûrê bi awayekî rastîn îspat dibe, di heman demê de bi awayekî zelal tê dîtin ku civak bêyî Dewleta Neteweyî jî xwedî îradeyekê ne ku xwe bi xwe birêve bibin. Neteweya Demokratîk an jî sosyalîzma civaka demokratîk ku hucreya bingehîn a wê komûn e, di pêşengiya xeta azadiya jinê de hemû cudahî, bawerî, mezheb bi awayekî wekhev û demokratîk digihîne hev. Di tevna vê rêxistinbûnê de bêguman ji bo pergala desthilat û dewletê, têgihiştinên çînî û burokrasiyê cih tune ye. Sosyalîzma civaka demokratîk li gorî nirxên çandî yên xwerû yên her civakê, li hember rêxistinbûna desthilatdariya burjuwaziya kapîtalîzmê berxwedan dike, jiyana demokratîk a ku ruhê yekitiya komunal lê serdest be esas digire. Înşakerê vê rêxistinbûnê yê kesayeta sosyalîst, qada azadiyan a ku tê de tu talankirin, zordestî, dagirkerî, newekhevî, serdestî nagere, diafirîne. Em dikarin pênase, wate, forma rêxistinbûn û karên ku di pratîkê de bike yên sosyalîzmê bi vê taybetmendiyê bi kurtî rêz bikin.
Hin kes sosyalîzmê li ser bingeha dogmatîk, pozîtîvîst û fanatîzma siyasî bi awayekî teng pênase dikin û wisa dijîn. Hin kes vê têgehê dikin zimanê xwe, têkiliya wê ya dîrokî qut dikin, ruh û pratîka wê xerab dikin. Hin kes jî bi awayekî teorîk eleqedar dibin, pratîkên demagojîk nîşan didin ku înkar dikin sosyalîzm îdeolojiya jiyanê ye. Lê bi diyalektîka teori-pratîkê, bi rêbaza temamker, bi têgihiştina ku li gorî şertên konkret kêm dike, bi taybetmendiya etîkî ya zindî û pir bi hêz, Rêber Apo hemû van tezan xerab dike, fikra û pratîka sosyalîzma civakparêz di qonaxên destpêkê yên koma Apoyî de derdixe holê.
Bêguman li ser Sosyalîzmê gelek derdor nîqaşê dikin. Ji bo wate û naveroka wê pênaseyên cûda têne kirin. Ji dîroka têkoşîna civakî dest pê dike, her mirovê ku dil daye doza sosyalîzmê, sosyalîstek e. Lê sosyalîstbûnê pîvanek heye. Peyv û cewher wekhev jiyan kirin! Rêxistinkirina civakê li ser rêgezên sosyalîst, di prensîbê de, bi pabendbûna bêdawî ya kesayetiya sosyalîst bi armanc û hedefan, û her weha bi şiyana wê ya domandina soza xwe ve girêdayî ye.
Em vegerin 52 sal berê yanî serdema koma birdozîk a Apoyî. Ji ber ku ziman û kiryarên Tevgera Azadiyê ya ku Rêber Apo damezrînerê wê ye, di van deman de siyasî bûn, birdozî bûn û di riya sosyalîzmê de wate dîtin. Wê demê, pênaseya rastîn a sosyalîzmê, ruhê wê, aliyê wê yê yekgirtî û pratîka wê jî li serdema koma Apoyî ye û ji danûstandinên li mala ku di navbera taxa Emek û Bahçelievlerê ya Enqereyê de PKK’yê damezrînerên wê Kemal Pîr û Haki Karer lê diman pêk hat, vê ji vegotinên mezinên me, ji çareseriyên Rêber Apo, ji dîroka partiyê em fêm dikin. Di vê malê de danûstandinên hatine kirin, her nivîsên hatine nivîsandin, her peyva hatiye gotin, ji bawerî û girêdana bi sosyalîzmê pêk tê.
Piştî 6 meh girtîbûna li Girtîgeha Mamakê, li ser şîret û agahiyên hevalê bi navê Sadri yê ji Karadenîzê, Rêber Apo diçe mala du şoreşgerên saf û qehreman ên Karadenîzê Kemal Pîr û Haki Karer. Ev dem demên ku piştî şehadeta rêberên şoreşger ên Tirkiyeyê Deniz Gezmiş, Mahir Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya ciwanên xwendekar dîsa tevdigerin in. Piştî derketina ji zindanê cihê ku here tune bû. Ji ber ku ketibû girtîgehê, qedexeya ketina dîsa li cihê xwendekaran ji bo Rêber Abdullah Ocalan hebû, riya wî ya bi Haki û Kemal re ket, ne ji tesadufê, lê bibû bûyerek dîrokî. Rêber Abdullah Ocalan dema ku li Baraja Çubukê gavên damezrandina komeke bi eslê xwe Kurdî davêje, komeke bingehîn jî li mala behskirî hebû.
Di têkoşîna hevbeş a bi ciwanên şoreşger ên çep û sosyalîst ên li Tirkiyeyê re xeteke têkoşînê ya hevpar de, Rêber Apo ku beşdariya van her du şoreşgeran di koma Apoyî de girîng didît, bi hatina xwe ya vê malê wê serdemeke nû pêşwazî bikira. Fikrên xwe wekî xetek birdozîk-siyasî hildigirt, fêm dikir, dihesiband, bi rêhevalên xwe yên bi rastî û samîmî dijîn, kevirên bingehîn ên sosyalîzmê ava kirin. Van kadroyên pêşeng ên ku bi awayekî herî bilind beşdarî civakîbûna Wî bûn û “ruhê min ê veşartî ye” gotibû, di rêxistinbûna sosyalîzmê de bûn kesayetiyên sosyalîst.
Înşaya sosyalîzmê ji sosyalîstbûnê derbas dibe, bi baweriya herî zêde bi Wî, xwe tev li kirin. Li hember wan ên ku dibêjin sosyalîzmê dikin lê jiyana biçûk burjuwa wekî sosyalîzm dibînin, bi cihbûna di makama peyv û sepandinê de, bi hevgirtinê, bi civakbûnê, bi nêzîkbûna parvekirinê, bi qîmetdayîna têkiliyên rêhevaltiyê, li gorî prensîb û rêgezên sosyalîzmê jiyan kirin. Koma Apoyî ya ku wekî hêza temsîla sosyalîzmê hate avakirin, kesayeta xwe yê sosyalîst û birdoziya jiyanê di vê malê de girt. Ev mal ku tê de nîqaş û hevdîtinên giran dihatin kirin, wekî karargêhekê kar dikir. Bi awayekî giran, xwendin, nîqaş, perwerde û karên propagandayê pêş diketin û fikreke hevpar dihat pêşxistin, li vê malê bingehê koma birdozîk a Apoyî hate avêtin. Di heman demê de di bin tarîtiya 12’ê Adarê de ji bo kesên di lêgerîna şoreşgeriyê de bû ronahiyek. Ev mal ku dibistanek, navendeke lêkolînê, cihê nîqaşkirin û sîstematîzekirina fikrên nû bû, rola pêkanîna xeta îdeolojîk-siyasî ya Rêber Apo bi rêya Haki û Kemal dilîst.
Di wê demê de ji kadroyên pêşeng ên koma Apoyî Duran Kalkan, bi van gotinan ragihandibû ku Kemal Pîr gotiye: “Di roja yekem de hat, daxwaza mayîna wekî mêvan kir, ji roja duyemîn û şûn ve bû xwediyê malê û dest bi dayîna talîmatan ji me re kir.”
Min fêm kir ku di demê de wate têne barkirin û di pêvajoyên dîrokî de di riya têkoşînê de tiştên ku pê re rû bi rû bimînin ne tesaduf in. Mîna ku ev mal Rêber Apo bi Kemal Pîr û Haki Karer re civandibû.
Feyde heye ku em li vê rastiyê jî binêrin. Tevgera PKK’yê ya ku Rêber Apo damezrînerê wê ye wekî rêxistineke sosyalîst ji dayik bû, em li parastinên dadgehê yên Mazlum Doğan ê ji kadroyên damezrîner ên PKK’yê binêrin. Di parastina Mazlum Doğan a ku fikrên partiya wî temsîl dike, em dikarin fêm bikin ku Tevgera Azadiyê tevgereke sosyalîst e û hêza temsîla sosyalîzmê ye. Di parastinên dadgehê de Mazlum Doğan dibêje: ‘PKK, rêxistineke ku bi prensîbên Marksîst-Lenînîst hatiye avakirin û têkoşîna rizgariya neteweyî dide.’ Bi vê gotinê Tevgera Azadiyê li gorî “Riya Şoreşa Kurdistanê” ya ku manifesto ya destpêkê ye, bi armanceke sosyalîst heta îro hat. Her çend paradigmaya wê di pêvajoya dîrokî de pêşî sosyalîzma reel, paşê pergala desthilatdar-dewletparêz û paşê jî li şûna dewlet netew pergala Neteweya Demokratîk pêş bikeve jî, Rêber Ocalan li ser eksena “Manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk”, bi prensîbên jiyana azad hildigire, di kes û civakê de şênber dike, tezê xwe heta Sosyalîzma Neteweya Demokratîk anî. Bi vê ferasetê, xwe ji rewşa civaka Kurd a ku tê de ye cuda nake, sosyalîstek çawa divê karakterê civakparêz ê sosyalîzmê bigire wisa jî wiha tîne ziman: “Ger taybetmendiyên kesayeta xwe bi taybetmendiyên civaka Kurd re bi awayekî herî bilind neyeksan bikira, min nikaribûm ewqas fireh bifikirim, çalakiyê bikim, fikir û pratîkê pêş bixim.” Rêberî, bawer dike ku karakterê civakparêz ê sosyalîzmê ne bi peyvan, bi rastî bi jiyankirinê, bi pratîkkirinê û bi yekkirina peyv û özê, dikare were avakirin û bibe jiyana komûnal.
Ger em vegerin mala li Bahçelievlerê, mala ku Kemal û Haki lê diman; bi hatina Rêber Apo re bûye maleke ku tê de pratîka fikra û çalakiya mezin, qutbûna ji sîstemê, diyalektîka peyv û pratîkê berdewam dike û sosyalîzm tê nîqaşkirin, em ji pirtûkên dîroka partiyê yên ku me xwendine fêm dikin. Hemû kadroyên pêşeng ên ku tevlî vê tevgerê bûne, ronahiya Rastî, Azadî û Sosyalîzmê di çavên Rêber Apo de dîtine û bi baweriyê tevlî bûne.
Kemal Pîr, di sala 1952’an de li Gûmûşhane’yê gundê Güzelolukê ji dayik bûbû. Haki Karer jî, di sala 1950’an de li navçeya Ulubey a Ordûyê hatibû dinyayê. Malbatên van her du şoreşgeran qehreman jî feqîr bûn. Haki Karer ku malbata xwe li memleketê hiştibû û ji bo xwendinê hatibû Enqereyê, li Zanîngeha Enqereyê Beşa Fîzîkê dixwend, Kemal Pîr jî li Fakulteya Dil-Tarih-Coğrafya ya Zanîngeha Enqereyê dixwend. Her du jî di demeke kurt de bi nêrînên çep û sosyalîst nas bûbûn, ji pêşveçûnên şoreşgerî bandor bibûn. Hevaltiya malê bi Rêber Apo re, wê jiyana wan biguheranda.
Rêber Apo ji bo Şehîd Alî Haydar Kaytan ê ku “Ew ji min çêtir min fêm dikir û vedibêje” gotibû, gotina wî ya “Piştî axaftineke 2-3 saetan, bi rastiya Kurd û Kurdistanê re rû bi rû bûm û tevlî bûm”, gotina Mazlum Doğan ya “Bi heval Haki re rûniştim, çar saetan nêrînên komê ji min re vegot. Gava qedand, min got ez bi hemûyan razî me û bûm Apoyî”, gotina Rıza Altun ya “Heval Haki Karer hat ba min, got Kemal Pîr dixwaze bi te re biaxive û piştî ku ez birim ba Kemal, saetan em axivîn, nîqaş kirin, nêrînên wan samîmî dîtin, bawerî pê anîm û tevlî bûm”, li gorî îdeolojiya jiyan û fikrê Apoyî, di fikir, hest, ruh de hevpar bûn, yek bûn, bi bawerî û bi hest bi hev ve girêdayî bûn û bûn mînakên rastîn ên sosyalîzmê.
Di mala mûtevazî ya Haki Karer û Kemal Pîr de, bi kîloyekê zeytûn û nanê hişk nas bûn. Baweriya Haki, fedakarî, gihîştîbûn, kûrahiya birdozîk û dînamîzma Kemal, helwesta wî ya bi heybet, kûrahiya ajîtasyon û propagandayê, bi aqil û bi çek şerkeriya wî, ji bo kesên di lêgerîna şoreşgeriyê de hurmet û bawerî afirand û tevger girêda.
Li gorî ku ji me re hatiye vegotin û li gorî ku me jiyana wan xwendiye, kesayeta Haki Karer; rêxistinkarî, rêxistîbûn, pîvan, dîsîplîn, ked, maf esas girtin bû. Dîsa, kesayeta Kemal Pîr; li hember bêrêxistinbûn, bêdîsîplîniyê, keyfîbûn, bêpîvanbûn, bêcidiyetiyê têkoşînek bû.
Rêber Apo ji bo van her du şoreşgerên qehreman wiha dibêje: “Ew du zarokên Karadenîzê bûn ku qet nehatibûn qirêjkirin. Rêhevaltiya wan bi me re, temsîliyeta biratiya gelan kir. Min ew tenê nîv saet dîtibûn, ewqas bû. Hemû yên ku heta îro bi dilsozî bi me ve girêdayî ne, helwesta ku Haki û Kemal nîşan dane ev e. Ne ku xeletiyek hebe, bi dil û can bi hev ve girêdayî bûn. Rastî ev e. Riya ku bi awayekî kesin were ketin diyar dibû. Li ser bingeha Kurdistanê derketineke ku hemû pêşbîniyên wê hene, di kesayetê de gavên bi bawerî dihatin avêtin. Tê bîra min, du-sê deriyan digirt, li guhê hevalekî digot ‘Kurdistan Dagirkiriye’. Ev hişyariyeke mezin bû. Lê di hundirê wê de cesareteke mezin veşartî bû.” Bi van gotinan, yekitiya hest, fikir, ruh û şêwazê afirand û kesayeta sosyalîst a her du şoreşgeran, jiyan û nirx afirand.
Ew hawîrdora malê, ji bo Rêber Apo dem û mekanek bû. Bi pêvajoya zindana Mamakê re êdî li derveyî dema xwe dinêrî û mirovê xwe wê di vê malê de biafiranda. Yoldaşiya sosyalîst a ku di hawîrdora malê de bi Kemal û Haki re ava kiribû, êdî dema ku devrimdar bi awayekî giran pêş bikevin, demên nû yên hevaltiyê û têkiliyan afirandin bû. Jiyanên van her du devrimdarên ku xwe terxanê azadiya mirovahî û gelan kiribûn, di avakirina Sosyalîzma Civaka Demokratîk de ji bo devrimdarên sosyalîst bûne mînak.
Bêguman ev nivîsa ku min li ser bingeha çavkaniyên xwendî nivîsand, tenê beşa biçûk a vê rastiya heyî ye. Van tiştan dema dinivîsandim, ne bi awayekî tesadufî an jî ji berê ve, lê ji bîra û hişmendiya dîrokê distilandin û hinekê jî ji bo rojevê adapte kirin xwest. Ji bo ku em xeta sosyalîzmê ya ku di hawîrdora vê malê ya li Bahçelievlerê de tê temsîlkirin zêdetir fêm bikin, divê em lêkolîn bikin, bigerin, bixwînin û belgefîlma rêzefîlmê “Vejîna Kurd” temaşe bikin.
Özgür AVZEM





