Piştî êrîşa Tedmurê ya ku di civîna hikûmetên Emerîka û Şamê de hat kirin û di encamê de 2 leşkerên Emerîkî hatin kuştin, hevdîtinên ku ji aliyê MÎT ve hatin kirin, eşkere dike ku li pişt perdeya êrîşê çi diqewime.
Agahiyên ku ketine destê me; Ji hevdîtinên MÎT’ê yê bi Emerîka re heta gûftûgoya Şam-Emerîka û kuştina leşkerên Emerîkî li Tedmurê zîncîra dirêj dibe dide xuyakirin. Di dema ku ev geşedan qonaxeke nû ya şerê navxweyî yê Sûriyê nîşan didin, ew jî pêşbirka di navbera hêzên Tirk û Emerîkayê de eşkere dikin.
Ger em destpêkê li civînên piştî Êrîşa Tedmurê binêrin; Hate zanîn ku tîma Emerîkî li Şamê daxwaza civînekê bi tîma Sûriyê re kiriye ji bo gotûbêjkirina kuştina leşkerên xwe yên li biyabana Tedmûrê. Rayedarê MÎT’ê yê bi navê Rahman Tekîn ku di sala 1966’an de ji dayik bûye jî beşdarî civîna li Balafirgeha Leşkerî ya Mezzeyê bû.
Şanda Emerîkayê ku di civînê de diyar kir kesê ku êrîş pêk aniye zêdetirî 10 meh in di Rêxistina Ewlekariya Giştî ya Wezareta Karên Hundir de kar dike û diyar kir ku êrîşkarê bi navê Tariq Satuf El-Hemad ji gundê Batara El-Xeşîr ku di navbera Heleb û Idlibê de ye, li biyabana Sûriyê li ser erkê xwe bû. Hat diyarkirin ku ew girêdayî Sifiyan El Şêx Salih e û bi kodnavê Ebû Cabir e. Sifiyan berpirsê sereke yê tevgerên DAIŞê yên li herêmê ye.
Piştî êrîşê îstixbarat û artêşa Emerîkayê 11 kesên ji hêzên ewlekariya giştî ya Şamê binçav kirin. Têkiliyên van kesan Sifiyan re hene, ku ew ji tevgera MİT û DAIŞ’ê berpirsyar e. Hat zanîn ku kesên hatine girtin derbarê ewlekariya tevgerên endamên DAIŞ’ê, cihê veşartina wan û barkirina çekan de xwedî agahiyan e.
Ji ber vê sedemê hat zanîn ku berpirsê MÎT’ê di civînê de ji heyeta Emerîkî xwestiye ku van kesan berde, ji ber ku ew ji metirsiya îtîrafkirina van endamên ku ji aliyê DYE’yê ve hatine girtin ditirsin. Lê hat diyarkirin ku heyeta Emerîkayê ev daxwaz red kiriye.
Civîna MIT-DYE
Piştî ku hewldanên bê encam ên li jor hatin ceribandin, dewleta Tirk bi rêya MÎT’ê daxwaza civîneke rasterast ji Emerîkayê kir.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, di 15’ê Kanûn a 2025’an de, tenê du roj piştî êrîşê, civîneke krîtîk di navbera şanda MÎT û şanda ewlehiyê ya Emerîkayê de li avahiya duyemîn a Wezareta Berevaniyê li Şamê hate lidarxistin.
Rayedarên Tirk ên beşdarî civînê bûn: Mehmet Boran, Metîn Kozum, Mehmet Sarıkaya, Rıfat Şungar, Kerîm Andiş, Cemal Aktaş, Acar Özakar.
Rayedarên Emerîkî yên beşdarî civînê bûne ev in: Matthieu, Frank, Jim, Goldberg, Rivkin.
Di civînê de şanda MÎT pêşniyar kir ku Hêzên Taybet ên Tirkiyê bi hinceta ku şaneyên DAIŞê li Çola Sûriyê (Bedya) û Dêrazorê belav dibin, li hin xalan bên bicihkirin.
Xalên pêşniyarkirî ev bûn: Suxneyê, Tedmûr û derdora wê, bajarê Dêrazor û derdora wê, rêya Tedmûr-Dêrazor û qiraxa wêraniyên Tedmûr.
Şanda Tirkiyê destnîşan kir ku divê hebûna li van xalan tenê bi hêzên taybet ên Tirkiyê re sînordar be û di bin rêveberiya Asayîşa Giştî û Wezareta Berevaniyê de ti hêzên rejîma Şamê nebin. Wan herwiha pêşniyar kirin ku ev hêz operasyonên bejayî û mîsyonên keşfê bi hevahengiya rasterast ligel hêzên Emerîkî pêk bînin, û ku çarçoveya operasyonan “paqijkirina” biyabana Sûriyê heta herêma Suweyda dihewîne.
Lê hat hînbûn ku heyeta Emerîkayê ev pêşniyar bi tundî red kirine. Wî diyar kir ku ev herêm herêm herêmeke taybet a operasyonan e ji bo Emerîkayê û ji bo avakirina xalên leşkerî (heta ji bo keşfê û lêgerînê) qedexe ye. Piştî hevdîtinê hat zanîn ku heyeta MIT’ê diyar kir ku ev rewş kêfa Enqereyê nake û ber bi Helebê ve bi rê ket.
Ev hevdîtin bi awayekî eşkere nîşan dide ku hewlên Tirkiyê ji bo avakirina baregehekê li herêmê piştî rûxandina rejîma Esed berdewam in. Di nûçeya taybet a malpera me Di Nûçe Taybet a lêkolîn.org a 4’ê Kanûn a 2025’an de hat deşîfre kirin ku Tirkiyê bi rêya MÎT ji bo komên çeteyên DAIŞ’ê derbasbûna biyabana Suriyê û ji bo êrîşên li dijî Elewî, Durzî û gelê Kurd pêkbînin bi taybet herêmên Palmîra û Suxneyê (wekî Suknah) weke herêmeke navendî bikaranîne. Heta niha dewleta Tirk ji ber dijberî û êrîşên Îsraîlê negihîştiye encama ku dixwest.
Windahiyên herî dawî yên Emerîkayê yên li Tedmurê hewl didin bi van bûyeran wek hinceteke Mîda’yê “pêdiviya hebûna Tirkiyê” nîşanî DYE’yê bidin. Lê li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, ev plana êrîşê ji aliyê MIT’ê ve li navendên xwe yên li Helebê hatiye çêkirin. Înîsiyatîf û hevdîtinên MIT’ê ku piştî êrîşa Kî ve hatin kirin vê rastiyê eşkere dike.
MÎT tenê bi vê yekê sînordar nema, berî civîna hikûmeta Şamê bi şanda Emerîkî re bi arastekirina şanda Şamê ku “ji DYE re çi bêje” hewl da ku rê li ber eşkerebûna rastiyê bigire.
PLANÊN MÎT’Ê BI SER NEKETIN
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, êvara heman rojê di navbera HTŞ û şandeyên ewlehiyê yên Emerîkayê de li Şamê jî li ser bingeha êrîşa li dijî leşkerên Emerîkî li herêma Tedmurê civînek hat lidarxistin. Naveroka civînê wiha ye;
– Şanda Şamê bi berçavgirtina perspektîfên MÎT’ê îdia kir ku êrîşkarê ku êrîş pêk aniye bi hemahengiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSDê re ye. Wî amaje bi wê yekê kir ku ev êrîş operasyoneke hevbeş a komên DAIŞ û QSD’ê ye û armanc ew e ku rê li ber nêzîkbûna Şam û Emerîkayê bigire.
– Şanda Şamê herwiha diyar kir ku hevahengiya Emerîka û Sûriyê gefan li hin aliyan (yên ku serdestiya şer dikin) dixwe û ev rêkeftin dê rola xwe bi dawî bînin.
– Şanda Emerîkayê tekez kir ku êrîşkar endamê berê yê DAIŞê ye, fikrên radîkal belav dike û ti pêwendiya wî bi QSD’ê re nîne.
– Şanda Şamê diyar kir ku êrîş bi mebest hatiye kirin û armanca wê rawestandina hevkariya leşkerî/ewlehî ya Emerîka û Sûriyê ye.
– Şanda Emerîkayê diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Şamê di parastina şanda Emerîkayê de têkçûneke mezin nîşan dane. Wî diyar kir ku destûr ji êrîşkar re hatiye dayîn ku derbasî herêmê bibe û tevî ku zanyariyên wan ên berê hebûn jî rayedarên Şamê tedbîr negirtin.
– Şanda Emerîkî îdia kir ku efserekî payebilind ê ewlekariya Şamê agahiyên hevdîtinê ji êrîşkar re eşkere kiriye. Her wiha got ku ev êrîş bi dengdana Kongreya Emerîkî ya ji bo rakirina cezayên Sûriyê ve girêdayî ye.
– Di civînê de hat zanîn ku şanda Emerîkayê diyar kiriye ku bêîstîqrariya li Sûriyê bûye sedem ku Şam nikaribe hemû erdan biparêze.
Di civînê de, dema ku şanda Emerîkî tohmetbariyên li dijî hikûmeta Şamê eşkere kir, MİT û Şam hewl didin vê bûyerê bi QSD’ê ve girêbidin. Kampanyayên ku QSD’ê di çapemeniyê de sûcdar dikin jî piştgiriyê didin vê hewldanê. Ev civîn berdewamiya redkirina civîna berê ya MÎT-DYE bû, lê dîsa jî bê encam bû. Bi kurtasî plana dewleta Tirk a kuştina çend çûkan bi kevirekî têk çû.
Aras ŞAHO




