• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Kirîz û Berjewendiyên “Dijmine Diho, Dostê Îro”

Helwesta Îranê li hember Heyet Tehrîr el Şam piştî şerê 12 rojî yê di navbera wan û Îsraîlê de guherî. Wisa xuya bû ku Îran li pey xaleke hevbeş bi welatên din ên herêmê, bi taybetî bi Sûriyeyê re digeriya.

Yayınlayan Lekolin
31 December 2025
Kategori: Analîz Siyasî
260 3
A A
Kirîz û Berjewendiyên “Dijmine Diho, Dostê Îro”
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Bi hatina HTŞ`ê li ser desthilatdariya Sûriye, bi xwe re gelek zehmetiyên cuda anî. Her çiqasî tecrubeke wê ya rêvebirina hereman hebe jî, lê ew tecrube teng bû û heremî bû. Lewma niha hem ji bo giştî Sûriye kar dikin û dixwazin di astek navdewletî de cih bigrin. Rol lîstinek û cihgirtinek wisa jî bi hêsanî tune ye. Lewma ew ji bo pêkanîna vê yekê pêwîst dibîne ku hin guhertinên cewherî pêk bîne. Ji wan guhertinan jî, mijara dostanî û dijminatiyê ye. Ji ber ku niha lewaztiyekê û kirîza rewabûne jiyan dike. Ji bo wê jî niha van yekan ber çavan re derbas dike. Dîsa jî û ji ber bandora siyasta dewleta Tirk li ser Hukumeta demkî, gelek aliyan de dixwaze ji bo berjewendiyên xwe şiklekî bide vê hukumetî û ev yek jî bi riya zextên komên radikal ku Tirkiye piştgiriya wan dike. Niha mijara herî sereke ku ketiye rêza yekemîn ji ewlekariya netewî ye dewleta Tirk de, mijara ferehbûna Îsraîl di heremê de ye. Ji ber ku ew baş dizanê ev ferehbûn wê li ser esasê ferehbûna dewleta Tirk be. Ji bo wê dixwazê koalisyonên heremî ava bike, da ku li pêşiya vê xeteriyê bigire.

TÊKILIYA DI NAVBERA HTŞ Û ÎRANÊ DE

Di destpêka kirîza Sûriye de, Îran yek ji wan dewletê ku herî zêde piştgiriya rêjîma Baas kir. Sedemê wê jî da ku cihekî xwe di Sûrî de çêbike û projeya xwe ya Hilala Şîa pêk bîne. Ev proje jî yek ser dijî Îsraîlê bû. Li ser vî esasî jî hebûna Rêjîmê weke hebûna Projeya xwe didît. Lewma bi her cure piştgirî da û heya dawî jî hevkarê rêjîmê bû di kuştina gelê Sûriyê de.

Piştî hilweşandina Rêjîm û lewazkirina Hizbullah, projeya Îranê di heremê de derbek mezin xwar û tu hebûna wan ya serbest û eşkere di Sûriye de nema, nexasim ku desthiladariya Sûriye kete destê Sûniya de. hemû komên ku berê girêdayî Îranê bû, an hatin kuştin an jî reviyan derveyê Sûrî û ye man jî bi rengekî veşartî mane.

Helwesta Îranê li hember Heyet Tehrîr el Şam piştî şerê 12 rojî yê di navbera wan û Îsraîlê de guherî. Wisa xuya bû ku Îran li pey xaleke hevbeş bi welatên din ên herêmê, bi taybetî bi Sûriyeyê re digeriya. Îranê êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser hêzên hikûmeta Sûriye yên ku hewldan bikevin parêzgeha Suweydayê şermezar kirin. Di 12 ê Îlonê de, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî bûyerê piştgiriya welatê xwe ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê tekez kir. Bi taybetî, Eraqçî ev gotin piştî bombebarana Îsraîlê ya baregeha Serfermandariya Giştî ya artêşa Sûriye û derdora qesra serokatiyê li Şamê kir.

Her wiha Colanî di hevpeyvînek televîzyonê de ku ji hêla medyaya dewletê ya Sûriyeyê ve hate weşandin, peyamek erênî ji Îranê re şand. Wî piştrast kir ku tevî “birîna kûr”, dê bi Îranê re qutbûnek mayînde çênebe ku nîşan dide ku têkilî dê li ser bingeha rêzgirtina ji bo rewşa Sûriye û dûrketina ji teşwîqkirina mezhebî werin damezrandin. Li gorî çavkaniyên taybet ên ku bi Al Jazeera Net re axivîne, Îranê bi rêya navbeynkarên herêmî peyamek ji serokê Sûriye re şandiye û pêşniyar kiriye ku têkiliyan pêş bixe, li dijî êrîşên Îsraîlê bi hev re hevrêziyê bike û bihêle ku ew bi Hizbullaha Lubnanî re ji nû ve têkiliyê deyne.

Li gorî hin agahiyên taybet, HTŞ`ê bi hin kesên ku berê cihê xwe di rêveberiya milîsên girêdayî Îranê de digrin, civîn hatin li darxistin weke civîna wan bi Morteda Necar, berê ew rêveberê Akademeya Esed bû, yê din Mihemed El Neyêf berê cîgirê rêveberê hêza El Dîfa El Mihelî bû (Heysem El Neyêf), yê din Mihemed Başa berê di nava Emn El Wîqaî de li Niblê kar dikir û Lûeî Nasîf. Ev navê hatine ser ziman ciwanan ji mezhebê Şîa yên Niblê, Zehra, Fûa û Seyde Zeyneb tecnîd dikin, kes wan bi rêve dibe navê xwe Seyêd Cafer ji Libnanê û Seyêd Mihdî ji Îranê. Armanca civîne jî ji bo xurtkirina têkiliyan û vekirina qenalê tensîqe di navbera HTŞ`ê û Tehranê de. Bi taybet da ku kesên ku berê girêdayî Îranê bûn, tevlî nava Hukumeta Demkî weke milîs bibin. Yanî çawa Îran wan bi kar tanî cardî HTŞ`ê wan bi kar bîne. Ev yek jî wê bi rêkek ne fermî were kirin. Da ku zextên navdewletî û bi taybet Israîl li ser çênebin. Ev yek jî bi piştgirî û plana dewleta Tirk hate rêxistinkirin. Her çiqasî ku HTŞ`ê ji rêfleksa gel jî ditirsiya, lê bi zextê dewleta Tirk ev yek pêkhat. Ji bo sivikirina bandora wê jî dewleta Tirk bi riya medya civakî rojev guherandin û her tim propaganda Şerê bi Kurda re kir.

TENSÎQA HTŞ’Ê BI MILÎSÊN ÎRANÊ RE 

Li gorî biryarên civîna tensîqê ya ku di navbera HTŞ`ê û Îranê de û bi piştgiriya Tirkiye hatibû lidarxistin. HTŞ ê têkiliyên xwe bi kesayetiyên navdar ên ji rejîma berê an jî milîsên Îranê re kir.

Fadî Saqr berpirsê Difa EL-Wetenî ye giştî bû, ev rêxistin bi giştî projeke Îranê bû da ku destekê bide artêşa fermî ya rêjîma Baas. Di heman demê de destê wî di gelek komkujiyên gelê Sûriye de hebû. Lê di meha hezîranê de li Şamê û li taxa Tedamin, piştî civîneke wî bi HTŞ`ê re ji aliye gel de hate dîtin. Ev yek jî bû sedema nerazîbûnek pir mezin di nava gel de. Wê demê jî HTŞ`ê bi riya Mêşên Elektronî nîşan da ku berî Rêjîm bikeve. Tensîqa wî bi mere hebûn û di xistina rêjîmê de rola wî hebû. Lê dîsa jî weke tedbîr wî ji raya giştî veşart. Her wiha li ser erdê gelek endamên wî di nava saziyên leşkerî yên HTŞ`ê de hatin dîtin û li ser medyaya civakî jî wêneyên wan yên berê hate weşandin ku çawa berê di nava Dîfa El-Wetenî de bûn û niha jî cihê xwe di nava Emin El-Am de digrin. Bi vê yekê jî careke din ev mijar di nava gel de bû rojev û bû cihê şermezarkirinê.

Kesê din yê navdar ku têkilî pêre hatiye çêkirin, Xalid Mir`î berpirsê berê yê Lîwa El-Baqir bû. Ew jî rêixstinek a milîsên girêdayî Îranê bû. Ev kes çend caran li Helebê hate dîtin. Di heman demê de jî têkiliyên HTŞ`ê bi eşîrên ku berê girêdayî Îranê bûn çêkirin. Girîngiya pêşxistina têkiliyan bi vî kesî re, ew e ku têkiliyên wî di giştî Helebê de hene û endamê wî yê çekdar jî hene. Ji ber sedemên navborî, ev kes jî bi rengekî veşartî hereket dike û şûna xwe gelek caran biraye xwe ye bi navê Hemza Mirî rê dike cihê pêwist. Berî demeke kurt wêneyê Hemze bi wezîre Hundirîn yê hukumeta demkî re yê bi navê Enes Xetab re hate weşandin. Ev wêne jî dema ku civîna tensîqê dikirin hatibû girtin û weşandin.

 HEVKARIYA BERJEWENDIYAN

Weke ku me li jor jî anî ziman HTŞ`ê, Îran û Dewleta Tirk, di mijara amadekariyên şer li dijî Israîl de, ketine nava hewildanek leşkerî û lihevkirinên siyasî. Navenda vê yekê jî dewleta Tirk e. Piştî ku ji aliye sîstemê ve pêşî li ber Israîl vekirin, wê demê Tirk jî ketin ferqa rewşa heyî de. Ji ber ku xeteriya herî mezin ku niha li ser xwe dibîne Israîl e. nexasim piştî gavên ku Israîl bi derdorê re davêjê, weke li hevkirina bi Qibris û Yunan re. Her wiha piştgirîdayina ji Dûrziyan re, herema bê çek ya ku ji gundewarê Şamê destpêdike û heya Suwêda diçe. Ev hemû gav li cem deweleta Tirk cihê tirsê û nerehtiyê ne. Ev yek jî bi rengekî eşkere li ser ragihandinê jî ji aliye her du aliyan ve tê ser ziman. Lê ev hevkariya ku niha tê kirin naxwazin bi rengekî eşkere werê dîtin. Sedema wê jî HTŞ`ê naxwaze piştgiriya navdewletî ya ku niha jêre tê kirin hunda bike. Ev yek jî weke şertekî daniye ji bo pêşxistina van têkiliyan. Îsraîl jî di aliye xwe de ji vê gavê agahdar e. Lêbelê ji ber zextên navdewletî û parastina berjewendiyên wan naxwaze bi rengekî hişk niha li ser de herêm. Lê dibê ku di demên pêşde hin çalakiyan jî li dijî van kesan bike. Şerê ku niha di Sûriye de dibe şerê sar e ku di navbera hegemoniya Rojhilata Navîn e. Yê ku bi serkeve jî wê bibê hegemon û ye din jî wê tune bibe. Lewma her du alî jî niha di pêvajoya kişandina alîgiran de ne, Tirk pêkhatiya Sûnî û Turkemenah esas digire û Israîl jî kêmnetewên din esas digire. Ser vî esasî jî pîvanê dijminatiyê û dostaniyê ji nû ve tê diyar kirin. Di vê çarçovê de her ku biçe wê ev cudabûn di Sûriye de şêmbertir bibe.

Asîman SOZDAR

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AmerikahtşIranİsrailQibrisSamSURIYETirkYunan
Önceki yazı

Peyama Sersalê ya Rêber Abdullah Ocalan: Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk Ne Tenê Hilbijêrek e!

Sonraki Haber

Gelo Guhertinên Sala 2025’an Dê Di Sala 2026’an de Berdewam Bikin?

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Sonraki Haber
Gelo Guhertinên Sala 2025’an Dê Di Sala 2026’an de Berdewam Bikin?

Gelo Guhertinên Sala 2025’an Dê Di Sala 2026’an de Berdewam Bikin?

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist