• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Jin

YJA Star: Rêya Azadiyê Berxwedan e!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ragihand ku gelê me yê Rojava yê berxwedêr nirxê me yê herî mezine û got: “Rondikeke bi tenê ya zarokên me jî ji bo me sedema berxwedaneke bêdawî û hesabpirsînê ye. Emê nehêlin rûmeta me bê binpêkirin.”

Yayınlayan Lekolin
22 January 2026
Kategori: Jin, Nûçe
240 18
A A
YJA Star: Rêya Azadiyê Berxwedan e!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî êrişên berdewam ên li ser Rojavayê Kurdistanê û berxwedana gel daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ragihand ku gelê me yê Rojava yê berxwedêr nirxê me yê herî mezine û got: “Rondikeke bi tenê ya zarokên me jî ji bo me sedema berxwedaneke bêdawî û hesabpirsînê ye. Emê nehêlin rûmeta me bê binpêkirin.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Şoreşa Rojava ku li gel hemû nebaşiyên sîstema dewletperest û tarîtiya ku hêviya azadiyê tine dike, bi pêşengiya Rêber Apo weke qadeke azadiyê rehên wê li ser ked, bawerî, bedewî û pêşengiya jinê şîn bû, weke nirxê hevpar ê jinan, gelê Kurd û gelan ava bû. Li hemberî DAIŞ’ê û rêxistinên cîhadîst ku amûra hilweşînê ya hêzên hegemon, bi taybetî jî ya dewleta Tirk e, şerekî mezin meşand, ji bo parastina rûmet, jiyan û azadiya mirovahiyê bi deh hezaran şehîd da, xwe ji ti fedakariyê neda alî. Di çarçoveya plansaziyekê de ku DYA û hin hêzên navneteweyî di nav de bûn, her wiha bi koordîneya dewleta Tirk û rêveberiya wê ya pratîkî çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê li dijî Şoreşa Rojava êrişên li dijî mirovahiyê dikin. Bi navê YJA Starê em van êrişan şermezar dikin û diyar dikin ku berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li gel gelê xwe û wan jinan bin ku azadî pêk anîn. Di şexsê hevalên Ziyad, Denîz û Faraşîn de ku li ehmberî van êrişan sekneke rasteqîn a Şoreşa Rojava nîşan dan, hemû şehîdên xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin. Di serî de xelkê me yê Efrîn û Şêxmeqsûdê, em gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li hemberî van êrişan serî natewînin, ruhê berxwedana neteweyî ya ku li çar parçeyên Kurdistanê derketiye holê bi hurmet silav dikin.

EV ÊRIŞ LI DIJÎ PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK A RÊBER APO YE

Di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ku li Rojhilata Navîn bi taybetîo jî li Kurdistanê giran bûye, gelan bi netewebûna demokratîk re çareseriya xwe û alternatîfa xwe ya avakirinê bi Şoreşa Rojava re şênber kirin. Ji bo jiholêrakirina vê alternatîfê bi destê çeteyên El Nûsra, HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk timî êriş li Rojava hatin kirin, li pêşberî sekn û ruhê şoreşê yê mezinbûyî ji aliyê dewleta Tirk ve Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Qadên şoreşa Rojava her tim bûn hedefa êrişên dewleta Tirk, dewleta Tirk bi navê qirkirina Kurdan her cûre tawîz da hêzên hegemon, di xizmeta hêzên navneteweyî de veguherî hêzeke nebaş û hilweşîner. Piştî ku Sûriye radestî rêxistina terorîst HTŞ û serçete Colanî hate kirin, Sûriye veguherî hêlîna terorîstan. ji bo ev yek bê rewakirin jî konsepta qirkirina gelan hate birêxistinkirin û bicihanîn.

Rêber Apo di vê pêvajoyê de bi banga 27’ê Sibatê re bi Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk re mercên afirandina netewbûna demokratîk mezin kir. Qadeke rêxistinî û perspektîfek afirand ku pêşî li polîtîkay ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ ya hêzên navneteweyî bigire. Li hemberî vê yekê DYE li gel Îngilistanê di nava çend rojan de hevdîtin bi Erdogan re kirin ku bi salan helwest li hemberî wî nîşan didan. Ev hevdîtin bi esasî destwerdana li vê pêvajoyê bû. Weke dewama vê yekê jî dewleta Tirk qaşo bi navê aştiya Rojhilata Navîn li dora maseya li Misrê hate danîn rûnişt û Xeze pêşkêşî bazarê kir. Herî dawî bi peymana li Parîsê re di berdêla ku Başûrê Sûriyeyê ji Îsraîlê re bê hiştin, bi tevlîbûn û rêveberiya dewleta Tirk, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qirkirinê re rû bi rû hate hiştin. Bi vî şerî re ku neteweperestî bi zanebûn tê sorkirin û nakokiyên navbera gelan têne kûrkirin, tê xwestin ku şoreşa azadiya jinê bê fetisandin, gelê Kurd bê qirkirin, Rojavayê Kurdistanê weke hêlîneke çete ji bo destwerdanên li ser Iraq û Îranê bê bikaranîn. Şoreşa Rojava li gel ku li hemberî DAIŞ’ê bi deh hezaran şehîd da, niha pêşkêşî çeteyên DAIŞ’ê tê kirin. Ji ber vê yekê rewşa heyî weke ku Rêber Apo jî got, Komployeke 15’ê Sibatê ya nû ye. Qirkirin li ser şoreşa me ya jinê, li ser gelê me tê ferzkirin. Bi her awayî êrişên dûrî ji exlaqê û dûrî ji mirovahiyê têne kirin. Ev êriş bi esasî êrişek li hemberî projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ye.

LI DORA ŞOREŞA ROJAVA LI BER XWE BIDIN

Jin a azad, mirov ê azad, nasnameya Kurd a azad ku li ser xeta Rêber Apo xwe afirandiye, tekez teslîmiyetê qebûl nake, xwe naspêre kesî û zane ku berxwedaneke bi hêza xwe yekane rêya rizgariyê ye. Li ser vê bingehê divê gelên cîhanê û jin hemû li dora Şoreşa Rojava bi ruhê Kobanê bibin yek, li hemberî siyasetên qirêj ên dewletên DYE û Îngilistanê li ber xwe bidin. Têgihştina dewleta Tirk a li ser pêvajoyê tasfiye ye, bi qasî tarîkirina paşerojê ji pêşdîtinê bêpar e, weke çavkanieyke nebaşiyê ya mezin a ku berê xwe daye komkujî û xwîna Kurdan faşîzan e. Wezîfeya gelên Tirkiyeyê ye ku li pêşberî vê rastiyê li ber xwe bide.

Di serî de jin, divê gelê Kurd bi sekna xwe ya siyasî li dora Şoreşa Rojava bibe xeleka ji agir, bi ruhê berxwedanê yê ku li hemberî 15’ê Sibatê hate nîşandan dest bi berxwedanê bike û nîşanî cîhanê bide ku sekn û rûmeta azadiyê hêza wê ya rasteqîn e. Kiryarên çeteyan ên li hemberî hin şervanên YPJ’ê û jinên Kurd ên bi rûmet ên hatin girtin, di çapemeniyê de hatin weşandin. Ti hêz nikare wan jinan gemarî bike, ku xwe azad kirine û azadiya gelê xwe pêk anîne. Em van kiryaran bi salan ji dewleta Tirk zanin. Ne em ê vê ji bîr bikin, ne jî bihêlin ku bê jibîrkirin. Jineke Kurd ku di serhildanan de helwesta xwe nîşan da, got ‘Ji me ditirsin, ji ber ku em mirov in’. Cudahiya me ya esasî ew e ku em mirov in. Ji ber vê yekê êriş tê kirin, ji ber vê yekê bêguman ji me ditirsin. Em ê li gorî vê rastiya xwe tevbigerin û destên dirêjî jin, welat, gel û zarokên me dibin bişikînin. Rûmeta azadiyê navê jiyanê ye û dest jê nayê berdan.

JIN DIVÊ PÊŞENGIYÊ JI BERXWEDANÊ RE BIKIN

Gelê me yê Rojava yê berxwedêr, nirxê me yê herî mezin e. Yek rondikê çavên zarokên me sedemê berxwedana bêsînor û hesab pirsînê ye. Em ê rûmeta xwe nedin binpêkirin. Li ser vî bingehî jin divê pêşengiyê ji berxwedanê re bikin, seferberiyê bi bandor bikin û bibin hêza hesabpirsînê. Gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û dervey welêt, divê hemû qadan bi ruhê 15’ê Sibatê veguherîne serhildan û hesabpirsînê. Roj, roja yekîtiya hemû Kurdan e. Divê gumana ti kesê nebe ku Kurd wê bi jinan, ciwanan û kalan re, bi ruhekî hevpar ê serhildana neteweyî hemû êrişên qirkirinê têk bibin. Yan emê bi rumet û nasnameya xwe hebin yan jî kujerên kastîk wê bi qetilkirina me cîhanê veguherînin rewşeke hîn qirêj ku ti kes nikaribe lê bijî. Bi vê zanebûnê em ê xweparastinê bikin û şerê jina azad û Kurdê azad yê ji bo xwe avakirinê, berdêla wê çi dibe bila bibe bi ser bixin.

Bi vê biryardarî û seknê em bang li hemû jinan, gelê xwe, gelên cîhanê, şoreşgerên enternasyonalîst û jinên azadîxwaz dikin ku tevlî berxwedanê bibin. Emê bi hemû derfetên xwe bi gelê xwe re bin. Helwesta tevlîbûna pêvajoyê, helwesta Ziyad, Denîz û Feraşînan e. Em soz didin ku vê sekna bi rumet bigihînin serketinê û em şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em ê bi pêşengiya Rêber Apo faşîzmê û sîstema dewletê ya mêr têk bibin.”

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AzadîBerxwdanîRêber APOROJAVAYJA Star
Önceki yazı

KCK: Divê Kurd Tevlî Vî Şerê Hebûn Û Rûmetê Bibin!

Sonraki Haber

Keziya Jina Kurd, Kilîta Serkeftina Rojavayê Kurdistanê ye!

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Keziya Jina Kurd, Kilîta Serkeftina Rojavayê Kurdistanê ye!

Keziya Jina Kurd, Kilîta Serkeftina Rojavayê Kurdistanê ye!

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist