Keziya jina Kurd yekbûna gelê her çar parçeyên Kurdistanê dike yek, dike yek gulî, heyanî zulfa dawiyê li hevdu dialîne. Yekbûna gelan bi keziya jina Kurd bi hêz û bi hîm dibe, mezin dibe û dibe pira azadiyê ji her çar parçeyên Kurdistanê re. Ew pira ku îro jin û ciwanên Kurdistanî di dilê Rojavayê Kurdistanê de xist yek ruh û yek beden.
Keziya jina Kurd, jina Kurdistanî, jina cîhanî, ku xeleka azadiya jinên cîhanê bi hevdu re dineqişîne, dîrokê vedibêje, ji xwezayê heya heyvê, xelek bi xelek evînê li gerdûnê hembêz dike. Ji zarîfeyan, Besêyan, Leyleyan, Arînan, Avêstan, îro jî bi dehan Denîzan û bi milyonan bi ruhê van şervanên azadiyê ji herî dûr û herî nêz, xwedawend bi keziyên xwe naaletê li dijminê barbar tînin.
Ey Qatilê Kastîk! Bizane wê xew li we heram bibe, ew destê ku keziya firîşteya azadiyê birî, wê bibe volkan di dilê we de, bibe jehir di damarên xwîna xwinmijan de, bibe werîsê mirina tarî di stuyê we dehak û Enkîdoyan de. Di dîrokê û ta roja îro de ji Medan, ta Hûriyan, ji Agirî ta Mihabadê, ji Helebçe ta Geliyê Zîlan, ji Rojava ta Rojhilat û ji Bakur ta Başûrê Kurdistanê hemû kujerên Kastîk hewldan Kurdan ji ser rûyê gerdûnê tune bikin lê belê, ew tune bûn. Ey qatilên Kastîk Çeteno! Ma hûn ê bikarin îro Kurdan tune bikin?! Nexêr, bê guman gelê ku ji hevdu re palpişt bin, yek dest, yek giyan û yek armanc bin tu kujer nikarin buhostekê jî nêz bibin.
Pêwîst e dunya hemû bizane û ji bîr neke ku Rêber Apo got: “Kurd êdî bûne xwebûn û Hebûn”, ma kî dikare êdî Kurdan bê deng bike? Ji bo vê jî îro bi vê germahiya ruhê Kurdan, ger Qatilên Kastîk keziyeke jina Kurd bibire, ger tiliya kurdekî/ê xwîn bike, ew ê di xewna xwe de dojeha bê dawî ya volkanî bibînin.
Rêber Apo, di manîfastoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de, rastiya Kujerê Kastîk ji dunyayê re dide nasîn. Her kesî/ê dipirsî gelo! Kujerê Kastîk kî ye? Vaye, Êdî pêwîst nake tu kes bipirse û lêkolîn bike ku Kujerê Kastîk kî ne. Vaye, îro hemû li Rojavayê Kurdistanê kom bûne û xwîna mirovahiyê vedixwin, serê mirovan qut dikin, zarokan qetil dikin, keziya jina Kurd dibirin û tecawiz dikin, laşê ciwanan parçe parçe dikin. Vaye, êdî her kes bi çavê xwe vê rastiya Kujerên Kastîk dibînin û şahidiyê jê re dikin. Lê belê, mixabin û bi hezaran car mixabin hîna dunya li beranberî van kujerên kastîk bê dengin û nizanin çawa wan biparêzin.
Ey Qatilên Kastîk! Em Kurd ji jiyana bi rûmet a azadiyê hez dikin, em aşiqên jiyaneke demokratîk in û di oxira wê de jî em fedayî ne. Ji bo vê dîroka Kurdan bixwînin û nas bikin, bizanin! Çawa ku xeyalê Iskenderê Mekdonî xwe gihandina tavê bû, lê dawiya dawî bi mêşekê mir û neghîşt xeyalên xwe, hûn ê jî dê mîna wî neghîjin Kelha Berxwedanê Kobanê û tevayî Rojavayê Kurdistanê. Ev xaka Kurdan a bi rûmet we vedireşîne û eger bi hezaran can ji bo vî welatî bibin canbexşan e, ew ê ev xak ji Qatilên Kastîk re bibe goristana tarî ya ku tu kes wê peyda neke.
Keziya jina Kurd wê bibe welatekî azad, kombûna her çar parçeyên Kurdistanê, bibe yekbûna gelê Kurd, wê bibe şoreşa dawî lê anîna zihniyeta desthilatdar û qirker. Her wiha wê ji zarokên di nava şer de bibe jiyaneke dilşad û azad. Keziya jina Kurd ji dîrokê ta roja îro wê bibe kilîta serkeftina Rojava û Tevayî Kurdistanê.
Zîn KOBANÊ





