Li gorî gotinên El Şêx ê ku di şerê navxweyî yê Sûriyê û piştî wê de di hikûmeta demkî ya Sûriyê û artêşa Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) de wek fermandar û rayedarekî bilind kar kiriye, di bin rêveberiya HTŞ’ê de gendeliyên aborî, berhevkirina serveta kesane û tayînkirinên bê liyakat, avahiya hundirîn a rêxistinê bi kûrahî hejiyandiye. Ev diyalog sedemên piştî îstîfaya El Şêx ronî dike û rewşa xelkê ku bi xizaniyê re rû bi rû maye jî eşkere dike.
GENDELÎ Û KETİNA EXLAQÎ LI QADÊ
El Şêx di diyaloga xwe de diyar dike ku rêveberên HTŞ’ê bi awayekî periyodîk ji parêzgehên xwe dadikevin herêmên peravê û jiyana luks dijîn. Di van serdanên ku her roja Pêncşemê pêk tên de, rêveber bi jiyana şevê, jin û alkolê ve tên girêdan. El Şêx dibêje: “Dema min bi vî rengî rewşan dît, ez şok bûm.” Her wiha hin rêveberan ji bo ku ji zînayê xwe biparêzin her mehê bi jineke nû re dizewicin û vediqetînin. Wî bal kişand ser zêdebûna bilez a gendeliyên aborî û got ku HTŞ di salekê de gihîştiye asta gendeliyên ku rejîma Hafiz Esed di 20 salan de gihîştibû. Wek nimûne parêzgarê Hema nîşan dide û van hûrguliyan parve dike:
-Ji bo avakirina Nexweşxaneya Zanîngeha Hema’yê 85 milyon dolar ji projeyê re ji aliyê Komeleya Suriye-Qatar Fida ve hat pêşkêşkirin, lê dema heyeta teknîkî ya komeleyê lêkolîn kir, bedela rastîn tenê 31 milyon dolar derket holê. Ev belgeya bi îmzeya parêzgarê ve hatibû pejirandin, wek skandalek mezin tê binavkirin.
-Ji bo tamîrkirina avahiyên ku di erdhejê de di sala 2023’an de zirar dîtibûn, alîkariyên hatin berhevkirin, lê tu carî nehatin bikaranîn. Dema ji parêzgarê pirsîn, bersiv ev bû: “Me pere ji bo mijarên din xerc kirin.”
-Parêzgarê Hema’yê her wiha li taxa El-Bernavî sê daîreyên luks ên li hemberî qesra parêzgarî girt û her yek ji wan bi 46 hezar dolarî restore kir. Yek ji van daîreyan ji Ebu Welîd Medelle re, yek ji Ebu Muvaffak eş-Şiblî re û ya sêyemîn jî ji xizmê parêzgarê re hat dayîn.
BERHEVKIRINA SERVETA KESANE
El Şêx diyar dike ku kadroyên HTŞ’ê bi girêdanên malbatî û eşîrî têne avakirin. Ji yekîneyên îstîxbaratê Ebu Abdullah Hawran, nîvê zeviyên li ser rêya Seyyîde Zeyneb û balafirgehê û vîllayan girt û li derdora xwe belav kir. Bi heman awayî Eş-Şêbanî hemû malbata xwe û nîvê eşîra xwe li kar danî û ji wan re li taxa Yaafur, projeya Dummar û Mezze’yê vîlla û daîre dayîn. Malbatên Colanî û Derûbî jî li vîllayên herî luks ên Yaafur û malên El-Malîkî dijîn.
Di sohbetên bi rêveberên asta duyemîn ên HTŞ’ê re jî mijar bi piranî li ser otomobîlên luks, tabancayên markeya Glock û gelek wesayîtên malbatê dizivire. El Şêx got ku di wezaretên parastin, derve û ragihandinê de cudakarî tê kirin. Kesên HTŞ’ê bê dîploma jî bi 1100 dolarî têne kar kirin, lê pispor û xwediyê dîplomayên ji komên din tenê bi 400 dolarî di warên ne pisporiyê de têne xebitandin.
XELK DI XIZANIYÊ DE YE
El Şêx diyar kir ku hema hema hemû rêveberên HTŞ’ê li pişt xwe bazirganên mezin hene û ev bazirgan mesrefên wan, otomobîl û komîsyonên wan didin. Di berdêla vê yekê de peymanên bazirganî têne hêsankirin û parastin tê dayîn. Wî ev rewş bi stratejiya DYA’yê ve girê da û got: “DYA niha HTŞ û derdora wan bi pere, fuhuş, bazirganiya jinan li bazarê, jiyana luks di bin avê de dihêle.”
Hemû veberhênanên li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de, di destê pênc pargîdaniyên ku xwediyê HTŞ’ê ne an jî hevpar in de têne komkirin. Lêbelê ji sedî 90ê endamên HTŞ’ê mehane tenê 250 dolar distînin; ne otomobîlên wan hene ne jî pereyê tamîrkirina malên xwe. Rewşa sivîlên kampan, nexweşên penceşêrê û kesên di şer de dest û çavên xwe winda kirine hîn xerabtir e.
PÊŞNIYAR Û REXNE LI RÊVEBERIYÊ
Di diyalogê de El Şêx van pêşniyaran kiriye:
-Ji bo her kesê ku di şoreşê de dest an çavê xwe winda kiriye daîreyek were dayîn.
-Beşek ji ganîmetên ku ji subayên rejîmê hatine standin ji bo dermanên nexweşên penceşêrê were veqetandin.
-Ji bo her wezîr û parêzgar tenê 2000 dolar mehane, yek otomobîl û yek şofêr were dayîn; hemû tiştên din ji destê wan were standin.
-Ji her rayedarê ku bi bazirganan re têkilî heye, komîsyon digire û piştî rizgariyê serveta xwe bi awayekî neheq zêde kiriye, ceza were dayîn û ji kar were avêtin.
El Şêx diyar dike ku rêberê HTŞ’ê Ebu Muhammed El Colanî ji ber yolsuzlukên serkirdeyên çeteyên xwe yên girêdayî xwe hema hema hişê xwe winda kiriye, lê naxwaze wan ji kar bavêje. Wî got ku Colanî naxwaze kesên derveyî Heyet Tahrir el-Şam tayîn bike û wek nimûne emîrê ewlehiya Reqqa’yê nîşan da: Ev kes ne xwendekarekî dibistana seretayî ye û berê parêzvanê Ebu Mariye bû. El Şêx got: “Ew dostê min ê berê ye lê maf ji her tiştî bilindtir e; em rexne li kesên bê liyakat ên ku post digirin dikin.” Ev îdîa çiqên di hundirê HTŞ’ê de kûr dikin û pirsên li ser pêşeroja komên muxalîf ên Sûriyê zêde dikin. Îstîfaya El Şêx nîşan dide ku ev pirsgirêk û yolsuzluk di asta jorîn a HTŞ’ê de nerehetiyeke berfireh heye.




