Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatiye girtin ku dewleta Tirk ji lihevhatina entegrasyonê ya dawî ya di navbera QSD û hikûmeta Şamê ya demkî de razî nebûye, da ku şer bidomîne û hemû destkeftiyên gelê Kurd tasfiye bike, ketiye liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de, bi rêya MİT’ê li herêma bakur-rojhilatê Sûriyê, bi taybetî li gundewarên Qamişlo û Hesekê, eşîrên Ereban ji bo provokasyoneke nû xistiye tevgerê.
MİT, bi navê Ebu Reya yê ku berê subayê Hizbullahê yê Lubnanê bû, Muhammed Salih el-Quteynî û şeyxê eşîreta Beni Sebe Ehmed Jedaan el-Xennam di navbera wan de hevkariyeke nêzîk ava kiriye û armanc dike ku ev plana qirêj bixe meriyetê.
PLANA ERÎŞE Û GUNDÊN KU WERIN ARMANCKIRIN
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Muhammed el-Quteynî bi talîmata Ehmed el-Xennam re bi endamên eşîreta Beni Sebe (bi taybetî li derdora Til Hemis û Qamişlo) têkiliyên yoğun dimeşîne. Di vê têkiliyê de, roja Duşemê de bi hevdemîya ketina hêzên girêdayî hikûmeta Şamê ya demkî ya Hesekê û Qamişlo re, li herêmê êrişên provokasyonê an jî di bin navê xwenîşandanê de aloziyê derxistin plan kirine.
Gundên ku dê bên armanckirin ev in: Gundê Ebû Dhawil (nêzî 10 kîlometreyan başûrê balafirxaneya Qamişlo ye), Dalawiya, Kita û Taloul Muhammad.
Li van gundan bi qasî 200 kesên çekdar ên girêdayî Hizbullahê, di bin fermandariya Ehmed el-Xennam de ne. Ev kom li ser xeta Qamişlo-Til Berakê bi cih bûye.
Li gorî agahiyên me yên piştrastkirî, qonaxên planê wiha ne:
1.Bi aktîfkirina eşîran li Ebû Zuwayl û derdora wê, gundewarên Qamişlo bi navê “rizgarkirinê” bên kontrolkirin.
2.Ji gundewarên Til Hemisê ve ber bi gundên Til Sateh, Til Ode û Til Dahab Amer ve belavbûn.
3.Kontrola rêyên navneteweyî bigirin dest.
4.Endamên eşîrên çekdar bi cilên sivîl ve bên şandin nav Qamişlo û aloziya hundirîn derxin armanc dikin.
ROLA EHMED EL-XENNAM
Hatiye fêrbûn ku Ehmed Cud’an el-Gannam hem di nav îstîxbarata HTŞ’ê de dixebite hem jî bi îstîxbarata Tirk (MİT) re wekî “şeyxê eşîran” têkiliyê didomîne. Du roj berê bi rêveberê îstîxbarata HTŞ’ê Huseyîn Selame re hevdîtin kiriye.
Armanca din a vê planê ya ku Muhammed el-Quteynî û Ehmed el-Xennam bi eşîreta Beni Sebe dimeşînin, ew e ku ji eşîreta Beni Sebe re di “qaşo rizgarkirina Sûriyê” de mohrekê lê bidin. Yanî di dema vegerandina hêzên girêdayî hikûmeta Şamê ya demkî ya herêmê an jî kontrolkirina gundewaran de, eşîreta Beni Sebe wekî aktorekî sereke bê nîşandan armanc dikin.
PAŞEROJA MUHAMMED SALİH EL-QUTEYNÎ

Hatiye diyarkirin ku Muhammed Salih el-Quteynî di dema rejîma Baasê de li Lubnanê wekî subayê Hizbullahê kar kiriye û ji bo Hizbullahê leşker kom kiriye. Piştî hilweşandina rejîma Esed, ji ber ku ji heman eşîretê (Beni Sebe) ne, bi rêya Ehmed el-Xennam re li hev kiriye û têkiliyên xwe yên berê yên bi hêzên alîgirê rejîmê re ji nû ve hevrêz kiriye.
Sê meh berê cenazeyê birayê wî yê li Siûdî Arabîstanê jiyana xwe ji dest dayî Abdussamed el-Quteynî hatiye herêmê, di merasîma cenazeyê de rayedarên HTŞ’ê yên li Qamişlo îstîxbaratê dimeşandin, bi Muhammed el-Quteynî re hevdîtinên taybet kirine. Roja dinê hêzên Asayîşa Rojava li ser wî lêgerîn dest pê kiriye, ew reviyaye Şamê û niha li Şamê bi Ehmed el-Xennam re ye.




