• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

MÎT û HTŞ Niha jî li Rojava Şaneyên Veşartî Ava Dike – NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Di dema ku lihevkirina entegrasyonê ya dawîn di navbera QSD û hukûmeta Şamê ya demkî de berdewam dike, MÎT û îstîxbarata HTŞ li Rojava dest bi avakirina şaneyên veşartî kirine.

Yayınlayan Lekolin
18 May 2026
Kategori: Nûçe
263 3
A A
MÎT û HTŞ Niha jî li Rojava Şaneyên Veşartî Ava Dike – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di dema dawî de êrîş û hewldanên kaosê yên li herêmên Qamişlo, Hesekê û gundewarên Kobanê yên Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê), nîşan didin ku MÎT bi navê hêzên eşîran û bi destê şaneyên veşartî yên hatine avakirin, stratejiyeke qirêj dide meşandin.

Li gorî agahiyên ku me wekî lekolin.org bi dest xistine, MÎT û îstîxbarata HTŞ ku di nav têkiliyeke berdewam de ne, plana avakirina şaneyên veşartî li Rojava û deverên derdora wê ji bo çalakiyên îstîxbarî danîne meriyetê. Herêmên ku avakirina van şaneyan lê tê kirin, bi taybetî gundewarên Til Hemis ê Qamişlo û gundewarên Hesekê ne.

Navên kesên ku me di nav sazûmana vê şaneya veşartî de nasîn û zelal kirine wiha ne:

Ebid El Rehman Amir Nûrî El Zobei, navê diya wî Selfîc El Zobei ye, nasnavê wî Ebûd e. Piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ebid El Rehman tevlî Yekîneya Ewlehiya Giştî ya HTŞ ya li Til Berak bûye û li wir cih girtiye. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, di 20’ê Nîsanê 2026’an roja Duşemê saet 22.00’an de, Ebid El Rehman bi pismamê xwe Mehmûd re bi wesayîta reş a marqeya Sentafe ya bi plaka Reqayê, li ser xeta Sifeya û Til Berak tevgeriyeke berbiçav nîşan daye û hatiye tespîtkirin ku ew ji bo avakirina şaneyên veşartî li herêmê çalakiyê dimeşînin.

 

Mehmûd Ferhan Ehmed El Zobei, navê diya wî Ecmiya ye, wekî kurê Miwatin El Şerîf tê naskirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di 25’ê Nîsanê 2026’an de cara duyemîn, bi wesayîta reş a marqeya Avante ya bi plaka Idlibê û perdên wê girtî, çûye serdana mala mamê xwe Îsman. Di vê serdanê de bi komeke ciwanên herêmê re hevdîtin kiriye û gotûbêj kiriye ku ew tevlî sîstema şaneya ku were avakirin bibin.

Kesê din Elai Hisên Elî El Fetah e, navê diya wî Heyat e, ji eşîreta El Meiamira ye. Elai 20 salî ye û li Sifeya dimîne. Piştî hilweşîna rejîma Baas, çûye Şamê û li devera Duma ya Şamê bi Mehmûd El Ferhan re hevdîtin pêk aniye.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Mehmûd Ferhan di wê demê de li ber lêgerînê bû, lewma bi navê Elai derbasî Hesekê bûye, bi qasî hefteyekê li wir maye û piştre dîsa vegeriyaye Şamê. Hatiye diyarkirin ku Elai Elî El Fetah hîna li Sifeya dimîne û di heman şebekê de bi Mehmûd û Ebid El Rehman El Zobei re çalakiyê dike.

Malpera me lekolin.org di 14’ê Adarê 2026’an de di Nûçe Analîzê de ragihandibû ku çeteyên girêdayî MÎT û unsûrên DAIŞ’ê, xwe bi navê “Siwar Eleşeyîr” (Siwarên Eşîran) li herêma Til Hemis bi rêxistin dikin. Hinek ji van komên ku beşekî wan bi unîformaya hêzên ewlehiya hundirîn ên girêdayî hukûmeta Şamê tevdigerin, hatine zanîn ku ev koma kontra ya di nav hêzên ewlehiya hundirîn de hatiye avakirin ji 10 kesan pêk tê.

Her wiha hatibû gotin ku MÎT ji SMO û çeteyên DAIŞ’ê hêzên kontra ava dike û bi koordînasyona rayedarên têkildar ên di nav îstîxbarata Tirkiyê û HTŞ de, ev avahî bi navê “artêşa eşîran” tên rêxistinkirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DAISHesekehtşMITQamisloQSDROJAVAşaneyên veşartî
Önceki yazı

Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

Sonraki Haber

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe

Hêlîn Umît: Pêvajo Bi Ferzkirinên Yekalî Nameşe

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist