• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

MİT li Rojavayê Kurdistanê Hêzên Kontra Avadike – NÛÇE ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel hemû astengiyan jî peymana di navbera hikûmeta Şamê ya demkî û QSD’ê de pêş ve diçe, li kelaka vê MİT dest bi avakirina komên kontra kiriye da ku êrîşî Rojava bikin.

Yayınlayan Militan Rêhat
14 March 2026
Kategori: Analîz Siyasî, Nûçe
268 17
A A
MİT li Rojavayê Kurdistanê Hêzên Kontra Avadike – NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di demên dawî de li Rojavayê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê), bi taybetî li gundewarên Qamişlo, Hesekê û Kobanê, êrîş û hewldanên kaosê yên pêkhatî nîşan didin ku MİT stratejiyeke nû ya kontra bi navê hêzên eşîran dimeşîne.

BI MASKEYA “ARTEŞA EŞÎRAN” HÊZÊN KONTRA TÊN AVAKIRIN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer, çeteyên girêdayî MİT û hêmanên DAÎŞ’ê li herêma Til Hemîsê bi navê “Siwar Eleşeyîr” (Siwarên Eşîran) xwe rêxistin dikin. Hin ji van komên bi unîformên hêzên ewlekariya hundir ên girêdayî hikûmeta Şamê tevdigerin; hate zanîn ku ev koma kontra ya di nav hêzên ewlekariya hundir de hatiye avakirin ji 10 kesan pêk tê. Ev bi tenê ne sînor dimîne, MİT ji SMO û çeteyên DAÎŞ’ê yên li herêmê bi cih bûne jî hêzên kontra ava dike.

Ev plana qirêj armanc dike ku li herêmên di bin kontrola QSD’ê de kaosê biafirîne, êrîşî nuqteyên asayîşê bike û pevçûna Kurd-Arap bişewitîne. Bi hevrêziya MİT û rayedarên girêdayî MİT di nav HTŞ’ê de, çeteyên DAÎŞ û SMO bi maskeya “ordu ya eşîran” têne rêxistinkirin. Di vê çarçoveyê de hem ciwanên eşîrên herêmê têne çekdarkirin û hem jî çeteyên kevn ên DAÎŞ’ê bi cilên sivîl li herêmê têne şandin.

Malpera me Lekolin.org di nûçeya taybet a 5’ê Mijdara 2025’an de planeke bi vî rengî ya berê jî eşkere kiribû. Di nûçeyê de hate ragihandin ku MİT bi navê eşîra El Eşraf “Tugaya Rizgariya Cizîrê” ava kiriye û ev tugay di nav xwe de serkirdeyên çeteyên DAÎŞ’ê yên berê girêdayî MİT digire. Armanc ew bû ku bi sabotaj û suîkestan tirsê li QSD û rayedarên rêveberiya xweser biafirîne û eşîrên Ereb li dijî Kurdan bişewitîne. Piştî êrîşên ku di 6’ê Çile de li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin, li Dêrazor, Tabqa û Reqayê jî êrîş li gorî planên me yên eşkere kirî pêk hatin.

LI TIL HEMÎSÊ KAOS, PLANA ÊRÎŞA LI SER NUQTEYA EBÛ QESAYÎB

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên kontra yên ku ji MÎT’ê fermana wergirtine, pêşî li Til Hemîsê kaosê diafirînin û piştre êrîşî nuqteya Ebû Qesayîb dikin. Ev nuqte cîhekî stratejîk e ku hêzên asayîşa Rojavayê lê bi cih bûne. Herwiha plan bi rêberiya îstîxbarata MİT û HTŞ’ê ciwanên eşîran di nav vê plana qirêj de cih digirin.

Dîsa di nûçeya malpera me ya 1’ê Sibata 2026’an de hate destnîşankirin ku Til Hemîs bûye navenda provokasyonê. Bi pêşengiya Ehmed Jedaan el-Xennam, nêzî 200 çekdarên girêdayî eşîra Beni Sebe û Hizbullah bi cilên sivîl li Qamişloyê hatine şandin, armanc ew bû ku ji derdora Ebû Zuwayl dest pê bike û li gundên Til Sateh, Til Ode belav bibe. Kontrola rêyên navneteweyî û afirandina nakokiyên hundir qonaxên sereke yên planê ne.

LI GUNDÊ HERMA CIVÎNA BI EŞÎRAN RE

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer, di 12’ê Adara 2026’an de li gundê Herma yê girêdayî Dêrikê, civîneke ji bo eşîrên herêmê bi rêveberiya rayedarên îstîxbarata MİT û HTŞ’ê hate lidarxistin. Civîn li mala birayê Mahir Elsetam ê bi navê Fuad Setam pêk hat. Di nav beşdaran de berpirsê hêzên eşîran Ebû Heysem Sebawî, Michim Elnewaf û Ebû Salih hebûn.

Di civînê de ji rêberên eşîran hate xwestin ku bi sloganên “QSD li vir nayê xwestin” meş bimeşînin û êrîşî nuqteyên asayîşê bikin. Hin eşîran bi eşkere gotin ku naxwazin şerê Kurd-Arap derkeve; lê belê kesayetiyên wekî Ebû Heysem tevlîbûna xwe di planê de piştrast kirin. Di dawiya civînê de navnîşa ciwanên ku dê tevlî komên kontra bibin hate derxistin. Ev civîn piştrast dike ku rêberên eşîran ji aliyê îstîxbarata MİT-HTŞ ve têne mobîlîzekirin. Beşa herî krîtîk a planê ew e ku ciwanên eşîran bikişîne nav vê avahiya kontra û zemînê ji pevçûna Kurd-Arap a armanc re peyda bike.

MİT ku armanc dike entegrasyona muhtemel a di navbera QSD û hikûmeta Şamê de têk bibe, destkeftiyên Rojavayê tasfiye bike û cudahiya mezhebî/Kurd-Arap biafirîne, ne tenê li herêmên hatine diyarkirin, lê belê li xeta Kobanê jî heman siyaseta xwe dimeşîne. Wekî tê zanîn, hefteya borî êrîş li nuqteya kontrolê ya gundê Şêx Afwakal a Kobanê pêk hat. Hate zanîn ku êrîş ji aliyê çeteyên SMO yên girêdayî MÎT û hêzên kontra yên ku MÎT ava kiriye û di nav wan de endamên eşîra Begara jî hene, hatiye kirin.

Militan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Arteşa EşiranDAISDerikhtşKOBANEMITQamisloSMOTil Hemîs
Önceki yazı

Şerê Rojhilata Navîn: Rêyên Enerjiyê, Pêşbaziya Cîhanî û Rola Nû ya Kurdan

Sonraki Haber

Hevpeymaniya Rojhilat bang li Tirkên Azerbaycanê kir

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
Sonraki Haber
Hevpeymaniya Rojhilat bang li Tirkên Azerbaycanê kir

Hevpeymaniya Rojhilat bang li Tirkên Azerbaycanê kir

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist