MÎT’a Tirk bi hevrêziya bi îstîxbarata Rus û Çînê re, bi taybetî di warê parçeyên drone de piştgiriya berfireh dide Pasdarên Înqilaba Îranê. Ev piştgirî di dema danûstandinên di navbera Îran û Amerîkîyan de jî çalak bû û di bin navê “barkirina bazirganî” de hate meşandin.
Li gorî çavkaniyên pêbawer, di 13’ê Gulanê 2026’an de MÎT bi kamyonên girtî weke “malên bazirganî” parçeyên drone ji deriyên sînor ên weke Gurbulak, Bazargan û Asandirî (Hakkarî) şandin Îranê. Îstîxbarata Rus jî fuzeyên 9M336 yên ji mil têne avêtin û parçeyên drone radestî tîma ewlehiya Tirk kiriye û bi giştî 18 carî şandin hatine kirin.
Di nav şandinan de malzemeyên hatine tesbîtkirin ev in:
-Motorên piçûk ên Çînî yên celeb Limbash ku li droneyên Îranê têne girêdan.
-Kartên elektronîkî yên Çînî yên pir hesas ku di warê sensor û rêveberiya livînê de pispor in. Ev di Çînê de hatine çêkirin û ji aliyê îstîxbarata Tirk ve di şandineke cuda de hatine peydakirin.
-Motorên piçûk ên Çînî yên taybet ji bo rêberiya baskên droneyan.
-Motor û parçeyên ku ji aliyê tîma leşkerî ya Tirk ve hatine şandin, xwedî pergalên montajê yên hêsan in. Îranî bi pisporên xwe re van bi awayekî rehet datînin cih. Montaj li Şahed, Arash, Mohajer û varyantên din ên Şahed hatine kirin.
-6 amûrên navîn lê pir hesas. Ev amûr ji bo girtina sînyal û radarên keştiyên şer ên Amerîkî an jî keştiyên din ên leşkerî hatine çêkirin. Li gorî çavkaniyê, ev amûrên ku Îranîyan standine, dikarin bi rastbûna bilind cihê keştiyan diyar bikin, her çiqas Amerîkî hewl bidin asteng bikin jî. Îstîxbarata Tirk jî paya xwe hildaye.
-Amûrên tevlîhevkirinê (jamming) yên pir hesas ên Rusî di şandinê de hebûn. Ev bi pergalên navigasyonê yên satelît ên Rusî re entegre dibin û dihêlin droneyên Îranê bêyî destwerdana Amerîkî bigihîjin armancên xwe.
-Çîpên elektronîkî yên Rusî yên ku wê li pergalên ewlehiya Îranê werin girêdan; ev dikarin nûve bibin an jî livîna balafir û keştiyên Amerîkî tespît bikin.
-Parçeyên motor ên Rusî û amûrên kontrola livîna drone; ev dikarin riya drone û armanca wê biguherînin.
Ev parçeyên bi taybetî li droneyên Îranî yên celeb Şahed, Arash, Mohajer têne girêdan. Armanc ew e ku li hember hêzên Amerîkî û Îsraîlî operasyonên drone yên bi bandortir bimeşînin. Her wiha bi çîpên Rusî yên wê li pergalên ewlehiya Îranê werin entegrekirin, tespîtkirina livîna balafir û keştiyên Amerîkî tê armanckirin.
Ev hevkarî û piştgiriya îstîxbaratî û lojîstîk, beşek ji koordînasyona ewlehî û stratejiya firehtir a di navbera Îran û Tirkîyê de ye. Her wiha her du alî di warê astengkirina tevgerên Kurdî yên li Îranê de jî bi hev re dixebitin.
QAÇAXÇITIYA ÇEKAN Û PIŞTGIRIYA HÎZBULLAHÊ
Hevkarî û tora qaçaxçitiyeke bi vî awayî, di şandina çek û droneyan bo Hîzbullahê bi rêya Sûriyê de jî tê dîtin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, bi navbeynkariya kesekî bi kodnav Ebu Usame Hec Muhemmed ve, ji herêma Bukemal a Dêrezorê şandina çekan tê kirin. Ev çek bi riya komên piştgiriya Tirk ve tên birin herêmên Tartus, El-Kusayr û Cûsiye. Piştre endamên Hîzbullahê carinan rasterast ji sînor, carinan jî bi tunelên Debûsiye yên nêzî Tartus ve derbasî Libnanê dikin.
Wekî ku di 30’ê Mijdara 2025’an de di analîza me ya li Lekolin.org de hatibû weşandin; nêzî mehek berê (meha Cotmehê) şandina çekan bi koordînasyona Îbrahîm El Hifîl ê girêdayî MÎT’ê dihat kirin, lê El Hifîl bi îdiaya qaçaxçitiya çekan û gendeliyê hatibû girtin, piştî ku Tirkîye û Qeterê dest dan û ew serbest berdan, vê carê bi riya Lîwaya 44’emîn a girêdayî Wezareta Parastinê ya Şamê ya li ser xeta Libnanê hate kirin.
ŞANDINA ÇEKAN DI WESAYÎTÊN CENAZEYAN DE
Agahî hatiye bidestxistin ku mesrefa droneyên FPV yên çêkirina Rusî ji aliyê Îranê ve tê dayîn û ev bi riya Sûriyê ji bo Hîzbullah tên şandin . Ji ber ku herêmên çiyayî ji aliyê Îsraîlê ve bi tundî tên şopandin, drone bi keştiyên Rusî bi rêya deryayê tên veguhestin. Beşek ji çekan jî bi riya unsûrên Hîzbullahê yên li Trablusê tên belavkirin. Di heyama dawî de di du bûyeran de bi hîle ya “veguhestina cenazeyan” wesayîtên bê cenaze bi ketina dêrên Xiristiyan ve şandin hatine kirin.
Di Sûriyê de serokê HTŞ’ê Colanî ji qaçaxçitiya çekan a Îran-Iraq-Hîzbullahê dahatiyeke girîng distîne û ji ber vê yekê tevî hişyariyên Amerîka û Îsraîlê jî piştgiriya şandinan dike. Lewre di analîza me ya 15’ê Cotmeha 2025’an a li Lekolin.org de hatibû gotin ku MÎT bi wesayîtên xwe yên îstîxbaratî, bi şertê ku HTŞ’ê agahdar neke, endamên Hîzbullahê bi ewlehî ji Sûriyê dibirine Îran û Iraqê. Ev jî nîşan dide ku Colanî taktik guhertiye. Îsraîl di vê derbarê de gumanên xwe anîne ziman lê hîna destwerdaneke tam nekiriye. Hêsan e were texmînkirin ku ger rewş derkeve holê, Colanî dê bibêje “ev kom ne di bin kontrola Wezareta Parastinê de bûn” û xwe bi hêsanî paqij bike.
Li gorî agahiyên ku li jor hatine bidestxistin, dikare were gotin ku Îran ji bo şikandina dorpêça aborî û leşkerî ya li ser xwe, bi Tirkîye, Rusya û Çînê re ketiye nav hevkarîyeke pirqat. Ev jî nîşan dide ku her sê welatan bi awayekî hevrêz Îranê di warê leşkerî û teknolojîk de li ser pêyan digirin. Tirkîye hem di gihandina parçeyên drone bo Îranê de rolê lojîstîk dilîze, hem jî bi têkiliyên xwe yên li Sûriyê re beşdariya nedîrekt dide herikîna çekan bo Hîzbullahê. Rusya û Çîn jî aliyê teknoloji û malzemeyan piştgirî dikin.
Di encamê de, xelekaya piştgiriya lojîstîk a ji bo Îran-Hîzbullahê, bi beşdariya çalak a sêgoşeya Tirk-Rus-Çîn xurt dibe. Ev rewş, bi taybetî ji bo Îsraîl û DYE’yê li herêmê xeteriyeke nû çêdike û zemînê ji bo pevçûnên nû amade dike.
Militan RÊHAT




