Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di 5’ê Mijdara 2025’an de, 9 kamyon bi cebilxaneyên cûrbecûr barkirî û 2 kamyonên fûzeyan ji sînorê Sûriyeyê derbas bûn û bi riya Humsê ketin Libnanê. Tê îdiakirin ku konvoy ji aliyê Fırqa 44. a girêdayî Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya Şamê ve hatiye radestî Hizbullahê kirin.
Li gorî çavkaniyan, armanca vê şandina çekan ew e ku Hizbullah li Başûrê Libnanê û herêma Beqayê amadekariya êrişê dike. Di heman demê de tê gotin ku di konvoyê de leşkerên rejîma berê ya Esed û endamên milîsên ku piştgiriya Îranê distînin jî hebûn.
Nêzîkî mehekê berê, şandinek çekan a bi vî rengî bi koordînasyona Îbrahîm El-Hifil ê girêdayî MÎT’ê pêk hatibû. Lê piştî ku El-Hifil bi sûcên qaçaxiya çekan û gendelbûnê hate girtin û bi navbeynkariya Tirkiye û Qeterê hate berdan, vê carê şandin bi riya Fırqa 44. a li ser xeta Libnanê hatiye kirin.
ÎDIAYA KRÎTÎK: KOORDÎNASYONA ÎSTÎXBARATA ÎRAN-TIRKIYE
Çavkaniyan îdia kirin ku şandina çekan bi koordînasyona navbera îstîxbaratên Îran û Tirkiyeyê pêk tê û odeyeke operasyonê ya hevbeş di navbera her du aliyan de hatiye avakirin.
Ev şandinên çekan wekî ji nû ve avakirina Hizbullahê tê nirxandin. Piştî windahiyên giran ên sala 2024’an, wergirtina piştgiriya lojîstîk a Hizbullahê ji Sûriyeyê nîşan dide ku pêvajoya xwe-komkirina rêxistinê berdewam e.
YEKÎNEYA PÊBAWER A HTŞ’Ê: FIRQA 44.
Fırqa 44. a di bin fermandariya Binbaşî Mihemed Xetîb de, girêdayî Wezareta Berevaniyê ya desthilatdariya Şamê ye. Ev fİrqa ji du lîwayan pêk tê: Lîwaya yekem li herêma Zebadanî ya li ser sînorê Libnanê ye, lîwaya duyem jî yekîneyên taybet in ku li eniyên Kiswa û Suwêydayê hatine bicihkirin. Di heman demê de tê gotin ku di nav fırqayê de 3 yekîneyên taybet ên din jî hene.
Berî hilweşîna rejîma Esed, ev firqa girêdayî Artêşa HTŞ’ê bû û ji Lîwaya Omer a di bin fermandariya Ebû Îslam de û Lîwaya Yekem a di bin fermandariya Ebû Amar de pêk dihat.
Bicihkirina Stratejîk:
Bicihkirina Fırqa 44. li derdora Şamê ne tesadufî ye. Ev firqa ku wekî “dilsoziya îdeolojîk” tê binavkirin, ji ber pêbaweriya xwe ya bilind li ber HTŞ’ê, li cihên krîtîk hatiye bicihkirin.
Kontrola sînorê Lubnanê: Bicihkirina li Zebadaniyê hem ji bo têkiliyên bi Hizbullahê re û hem jî wekî tamponek li hember mudaxeleya muhtemel a Îsraîlê kar dike.
Faktora Suwêydayê: Bicihkirina yekîneya herî pêbawer a HTŞ’ê li Suwêydayê ku nifûsa Dûrziyan lê zêde ye, mezinahiya tengezariya li herêmê nîşan dide.
Girtina vê firqayê ji aliyê Colanî (Ehmed Şera) ve li derdora Şamê wekî “Lîwayên Pêbaweriyê”, eşkere dike ku ewlehiya paytextê rasterast ji vê yekîneyê re hatiye spartîn.
Firat ALÎ




