Piştî sala 2014’an, bi pêşengiya YPG û YPJ’ê û bi piştgiriya koalîsyona navneteweyî ve operasyona hatibû kirin, kapasîteya liv û tevgera DAIŞ’ê bi awayekî mezin hatibû sînordarkirin. Lê belê bi hilweşîna rejîma Esad re valahiya siyasî û leşkerî ya derket holê, ji bo hucreyên DAIŞ’ê yên bi salan e di binerdê de çalakî dimeşandin, qadên nû yên tevgerê afirand. Li gelek herêman wekî Idlib, Heleb, Hama, Humus, Şam, Reqqa û Dêrezorê, bi piştgiriya Dewleta Tirkiyê re dîsa rêxistin bûn û çalak bûn. Dewleta Tirk ne tenê bi Sûriyê sînordar ma, li qada Iraqê jî ji bo firehkirina qada serdestiya xwe, parêzgeriya DAIŞ’ê girt ser xwe.
Li gorî agahiyên ku me wekî Lekolin.org bi dest xistin, di sê mehên dawî de DAIŞ bi taybetî li Çiyayê Hemrîn, Diyala, Selahaddîn, Kerkûk û li ser xeta sînor a Sûriye-Iraqê (Dêrezor-Reqqa) dîsa rêxistin dibe. DAIŞ ku li qada Iraqê li herêmên stratejîk dest bi liv û tevgerê kiriye, ji aliyê dewleta Tirk ve bi rêya MÎT’ê wekî amûrek taktîkî tê bikaranîn.
LI IRAQÊ AVAKIRINA NÛ YA DAIŞ’Ê
Bi nû ve rojev bûna DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn, taktîkên nû derdikevin pêş. Ji ber ku piraniya kadroyên payebilind ên DAIŞ’ê Iraqî ne, pozîsyonên hesas (rêveberiya giştî, karûbarên darayî, meclis û dîwana giştî) tên dayîn navên Iraqî. Ev avahî armanc dike ku operasyonên DAIŞ’ê yên hundirê Iraqê hêsantir bike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer, di heyama pêş de DAIŞ ji bo çalakbûna zêdetir li herêmên çiyayî yên wekî Çiyayê Hemrîn amadekariyên giran dike. Çiyayê Hemrîn sê parêzgehên girîng ên Diyala, Selahaddîn û Kerkûkê bi hev ve girêdide û dikare bibe baregehek ku navenda Iraqê (tevî Bexdayê) tehdîd bike. Ji ber avahiya xwe ya astengî, operasyonên leşkerî zehmet in; pergalên şikeft û tunelan ji bo veşartin û baregehên lojîstîk ji bo milîtanan îdeal in.

Her wiha ji sala 2014’an vir ve yek ji girîngtirîn stargehên DAIŞ’ê yên li Iraqê ye. Rêxistin li vir kompleksên tunel û şikeftan ava kirine, depoyên çekan saz kirine. Hê jî ji bo hucreyên razayî û serokên çete wekî navenda lojîstîk û baregeha êrişan tê bikaranîn. Herêmeke ku hêzên Iraqê û koalîsyonê tê de operasyonên pir caran pêk tînin e.
Li gorî perspektîfên ku MÎT’ê daye, DAIŞ ku çûye guhertineke taktîkî, bi perwerdekirina çeteyên nifşê nû yên ku di lîsteyên terorê de navên wan tune ne, kapasîteya tevgera xwe zêde dike. Di vê çarçoveyê de yek ji serçete yê ku me navê wî tespît kir, Salim bi kodnavê Ebû Ebid El Letîf El Iraqî ye ku ji Enbar ye. Hate gotin ku wî li herêmên Badiye û Hemrîn avahiya DAIŞ’ê dîsa rêxistin dike. Her wiha li Kerkûk û derdora wê, li geliyên wekî Geliyê Zixêtûn, Geliyê Çay (Alçayî) yên ku erdên zehmet û valahiyên ewlehiyê hene, berpirsiyarê perwerdeyên leşkerî û olî yên ji bo amadekirina serçete yên nû ye.

Serçete yê ku berpirsiyarê perwerdeyên olî yên li herêmê Ebû Ebid El Xenî El Cenabî ye, lê serçete yê berpirsiyarê perwerdeyên leşkerî Miseab El Rawî û Syef El Dilêmî ne.
GUHERTINA LI SÛRIYÊ Û BANDORA XETA SINOR
Bi kontrolkirina herêmên Dêrezor û Reqqa û nêzî %80’ê xeta sînor a Iraq-Sûriyê ji aliyê Hikûmeta Demkî ya di bin rêveberiya HTŞ (Heyet Tehrîr el-Şam) ve, koordînasyona di navbera hucreyên DAIŞ’ê de xurt bû. Têkiliyên bi hucreyên çete yên li herêma Hemrîn a Iraqê re zêde bûn, temînkirina çekan û derbasbûn bi rêya herêmên di bin kontrola HTŞ’ê re hêsantir bûn. Ev rewş kapasîteya lojîstîk û operasyone ya DAIŞ’ê bi awayekî girîng bilind kir. Êrîşên DAIŞ’ê yên li Iraqê zêde bûne jî nimûneyên herî berbiçav ên vê yekê ne.
Wekî ku bê bîra we, di Nûçe Analîza me ya 12’ê Îlon 2025’an de me gotibû ku dewleta Tirk bi rêya MÎT’ê, vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê wekî fersend dît û armanc dike ku DAIŞ’ê li herêmên stratejîk ên Iraq û Sûriyê dîsa rêxistin bike. Di nav armancên sereke de ev bûn:
-Li Iraqê şerê navxweyî yê mezhebî yê Şîî-Sunnî biqewirîne,
-Hêzên Şîî yên wekî Heşdî Şabî qels bike,
-Eşîrên Sunnî seferber bike,
-Bi hinceta tehdîda DAIŞ’ê li Sûriyê zemînê ji bo hebûna leşkerî û destwerdanê amade bike.
Piştî wê jî êrîşên fireh ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin destpêkirin. Di heman demê de hate gotin ku MÎT’ê bi destê serçete yê ji Enbarê Ebû El-Beraî El-Iraqî kampên perwerdeyê saz kirine, çeteyên DAIŞ’ê bi nasnameya “Artêşa Neteweyî” ya girêdayî HTŞ’ê ve kamûfle kirine. Dîsa li ser xeta sînor a Sûriye-Iraqê bi rêya serçete yên wekî Ebû Hatim Şakra û Ebû Îskender piştgiriya lojîstîk didin DAIŞ’ê.
Ji nû ve komkirin û rêxistinkirina DAIŞ’ê ya ji aliyê erdnîgarî û lojîstîk ve, bi valahiya hêzê ya li Sûriyê û lawaziya siyasî ya li Iraqê re bû yek, gefeke cidî çêdike. Rastiya ku DAIŞ’ê di dîrokê de ji aliyê hêzên herêmî ve wekî amûr hatiye bikaranîn divê neyê jibîrkirin. Ger koalîsyona navneteweyî, hêzên ewlehiya Iraqê û aktorên herêmî tedbîrên hevseng negirin, metirsiya pêlên wekî serdema 2014-2019’an zêde dibe.
Militan RÊHAT



