Her ku hêzên hegemon û hêzên herêmî yên li Rojhilata Navîn kart ji nû ve tên kişandin, hatiye hînbûn ku dewleta Tirk, di bin serokatiya Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) de, planeke berfireh ji bo vejandina DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê pêk tîne, di heman demê de amadekariya şerekî navxweyî yê mezhebî li ser xetên Şîe û Sunnî li Iraqê dike. Di vê dosyayê de, em ê gavên stratejîk ên dewleta Tirk li herêmê, aktorên ku ew bi wan re hevkariyê dike û encamên potansiyel binirxînin.
Piştî têkçûna DAIŞê li Baxoz, Sûriyê, di Adara 2019’an de û windakirina cihê xwe yê erdnîgarî yê dawîn, ya ku jê re “xelîfeya herêmî” tê gotin, lêgerîna wê ya vejandina xelîfeya herêmî û sûdwergirtina ji şerên ku hêzên din ên navneteweyî tê de beşdar in, berdewam dike.
Heta dawiya sala 2023’an, ew karîbû hin deverên çola Sûriyê ji nû ve kontrol bike û operasyonên xwe li çola Sûriyê bidomîne. Piştî ku Rûsyayê di sala 2022’an de li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin, DAIŞ, ku hewl dida valahiya li herêmê piştî hilweşîna Rejîma Esad di Cotmeha 2025an de ji ber qelsbûna bandora hêzên Rûsyayê li herêmê tijî bike, bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê ji her demê bêtir hêza xwe kom kiriye.
Stratejiya MÎT’ê ji bo Vejandina DAIŞ’ê;
-MÎT armanc dike ku vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê wekî derfetek ji bo ji nû ve rêxistinkirina DAIŞ’ê li herêmên stratejîk ên Iraq û Sûriyê bikar bîne. Li gorî agahiyên ku me li Lekolin.org ê bi dest xistine, ev plan bi giranî bi rêya herêmên Sunnî yên Iraqê (Selahedîn, Enbar, Mûsil, Bexda) û Çola Sûriyê (Dêra Zor-Reqa) tê bicîhanîn.
-MÎT armanc dike ku DAIŞ’ê wekî amûrek taktîkî bikar bîne da ku hêzên Şîe yên mîna Heşdî Şebî li Iraqê qels bike û bandora dewleta Tirkiyeyê li herêmê zêde bike. Her wiha dixwaze çeteyên DAIŞê yên ku li girtîgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava li bakur-rojavayê Sûriyê bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê têne girtin, bixe bin kontrola xwe. Her wiha plan dike ku DAIŞ’ê bîne meydanê û bingehek ji bo destwerdaneke leşkerî li Sûriyê amade bike. Di vê çarçoveyê de, hat hînbûn ku MÎT li Bakurê Sûriyê (Heleb, gundewarê Îdlibê) ji bo çeteyên DAIŞê, bi taybetî “Neviyên Xîlafetê (Eşbal El-Xîlafê)” akademiyên perwerdeyê ava kiriye. Li gorî agahiyan, perwerde ji aliyê Ebû El-Bera’i El-Iraqî (40) ve hatiye birêvebirin ku bi eslê xwe ji Enbarê ye. MÎT ku perwerdehiya çeteyan bi awayekî veşartî dike, çeteyên DAIŞ’ê bi nasnameyên Artêşa Neteweyî yên girêdayî HTŞ’ê kamuflaj dike.
HEVKARÊN WAN
Li gorî raporan, MÎT di çar mehên borî de bi hevdîtinên veşartî bi eşîrên Sunnî yên li Iraqê re piştgirî daye ji bo ji nû ve avakirina DAIŞê. Hat hînbûn ku ev eşîr dê di rewşa pevçûnek navxweyî ya muhtemel de bi hevkariya Tirkiyeyê tevbigerin.
Bi heman awayî, dewleta Tirk ku li Sûriyê taktîkên wekhev bi kar aniye, bi rêya MÎT’ê piştgirî dide propagandaya îdeolojîk a DAIŞê, bi taybetî li herêmên wekî Reqa û Dêra Zorê. Wekî tê zanîn, malpera me lekolin.org, di raporek taybet de di 9ê Gulana 2025an de, navên çeteyên DAIŞê eşkere kir ku piştî hilweşîna rejîma Esed ji hêla HTŞ û dewleta Tirkiyeyê ve li Sûriyeyê ji nû ve hatine vejandin û dûv re ji hêla MÎT’ê ve bo çola Sûriyê hatine veguhestin. Hate diyarkirin ku gelek ji van çeteyên DAIŞê yên ku ji bo çola Sûriyê hatine veguhastin, hem li welatên xwe û hem jî ji hêla dewlet û saziyên navneteweyî ve di nav kesên herî zêde tên xwestin de ne. Çalakiyên MÎT’ê li Dêra Zorê ku wekî xala destpêkê ji bo zindîkirina DAIŞ’ê hatiye hilbijartin, berdewam dikin.
Her wiha, MîT, bi hevrêziya hikûmeta Colanî, berfirehbûna DAIŞê li ser sînorê Sûriye-Iraqê teşwîq dike. Nimûneya herî berbiçav a vê yekê, bicihkirina serokên DAIŞ’ê Ebû Hatim Şekra û Ebû Îskender e ku rasterast di komkujiyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de beşdar bûn, li ser vê xetê. Wekî ku tê zanîn, herêma Dêra Zorê ku heta herêma Meyadîn a Reqayê dirêj dibe, di bin kontrola Firqeya 86’an de ye ku ji hêla serokê çeteyê Ebû Hatim Şekra ve tê birêvebirin ku di heman demî de serokatiya koma Ehrar El Şerqiye dike û rasterast bi MÎT’ê ve girêdayî ye. Bi heman awayî, xeta Ebû Kemal di bin fermandariya Ebû Îskender de ye ku serokê çeteyê Firqeya 66’an e, ku bi MÎT’ê ve girêdayî ye. Ev serokên çeteyan ku li vir di bin sîwana artêşa Sûriyê de hatine bicihkirin, DAIŞ’ê li herêmê birêxistin dikin û her cûre piştgiriyê didin.
Bê guman, dewleta Tirkiyeyê welatên Ereb jî tevlî van planên xerab kiriye. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, Urdun bi piştgiriya eşîrên Sunnî yên li Erebistana Siûdî, Qeter, Sûriye û Iraqê bi awayekî nerasterast beşdarî vê planê dibe.
RÊBAZÊN PÊKANÎNÊ
-Eşîrên Sunnî yên li Enbarê bi hevrêziya eşîrên li Sûriyê çek û cebilxaneyan hildigirin. Li gorî agahiyên ku me piştrast kirine, MîT bi qaçaxçiyên li Sûriyê re hevkariyê dike da ku çek û cebilxane ji herêma Tuweymin a li başûrê Hesekê bi rêya gundên wekî Xesan, Madar û Rebî’ayê veguhezîne Iraqê. Tê gotin ku cebilxaneya ku tê veguhastin ji eşîrên Sunnî yên li Iraqê re tê şandin.
-Di heman demê de, MÎT eşîrên Sunnî bi karanîna retorîka (argumana) îdeolojîk a DAIŞê seferber dike û vê retorîkan, bi taybetî li Dêra Zor, Reqa û herêmên Çola Sûriyê belav dike.
-MÎT ji bo pêkanîna planên xwe ji kêmasiya hêzên ewlehiyê yên Iraqê yên li dijî DAIŞ’ê sûd werdigire.
ŞERÊ NAVXWEYÎ YA MEZHEBÎ NÊZ DIBE
-Hat hînbûn ku amadekariyên şerekî navxweyî yê di navbera mezhebên şîe û sunnî de li Iraqê ku tê plankirin ku di Cotmeha 2025an de dest pê bike, ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên kirin. Bi piştgiriya MÎT’ê, tê gotin ku eşîrên sunnî yên li Enbarê bi komkirina çek û cebilxaneyê ji bo vî şerî amadekariyan dikin. Ev amadekarî bi hevrêziyeke xurt bi eşîrên sunnî yên li Sûriyê re tên kirin. Şerekî navxweyî yê mezhebî dikare hevsengiya siyasî û ewlehiyê ya jixwe nazik a li Iraqê hîn bêtir têk bibe.
ZÊDEBÛNA ÊRÎŞÊN DAIŞ’Ê
Di pênc mehên dawî de, êrîşên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê bi karanîna valahiyên ewlehiyê zêde û dijwartir bûne. Her çend DAIŞ’ê deverên mezin ên kontrola xwe li Sûriye û Iraqê winda kiriye jî, ew bi êrîşên piçûk û şaneyên veşartî berdewam dike. Ew hîn jî gefek girîng ava dike, nemaze li herêmên çolê yên Sûriyê yên di bin kontrola QSD’ê de û li herêmên Enbar, Diyala, Hedîsa û Qayîm ên Iraqê.
Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku DAIŞ’ê di şeş mehên pêşîn ên sala 2024’an de 153 êrîş li Iraq û Sûriyê pêk anîne. Ev hejmar ji 121 êrîşên di sala 2023’an de derbas dibe û dibe ku heta dawiya salê du qat zêde bibe. Êrîş hem par û hem jî îsal berdewam kirine.
Di vê navberê de, Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji destpêka sala 2025’an vir ve 173 êrîşên DAIŞê li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava de belge kiriye. Li gorî statîstîkên SOHR’ê, di van êrîşan de 77 kes ku piraniya wan sivîl in, hatine qetilkirin.
Êrîşên zêde yên DAIŞ’ê bi hewldanên ji nû ve avakirina MÎT’ê re paralel in ku ji hêla akademiyên perwerdeyê û torên qaçaxçîtiya çekan ve têne piştgirî kirin.
ARMANC Û ENCAMÊN POTANSIYEL
-Dewleta Tirk armanc dike ku bi rêya eşîrên Sunnî û çeteyên DAIŞê yên vejandî herêmên stratejîk ên li Iraqê bigire destê xwe.
-Qelskirina hêzên Şîe yên wekî Heşdî Şebî û teşwîqkirina êrîşên hewayî yên potansiyel ên DYA li dijî van hêzan. Rageşiya di navbera hêzên Şîe (bi taybetî Heşdî Şebî) û eşîrên Sunnî yên li Iraqê de dikare bi destwerdana aktorên herêmî veguhere pevçûnek berfirehtir.
-Rewakirina hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li bakur-rojavayê Sûriyeyê bi hinceta şerê li dijî DAIŞê û xurtkirina pozîsyona wê li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava û QSD.
Plana MÎT’ê ya ji bo vejandina DAIŞ’ê ku stratejiyek du alî dişopîne, rasterast bi amadekariyên ji bo şerekî navxweyî yê mezhebî li Iraqê ve girêdayî ye. Xurtkirina DAIŞ’ê, seferberkirina eşîrên Sunnî û qelskirina hêzên Şîe hemî beşek ji armanca Tirkiyeyê ya zêdekirina bandora xwe li Iraq û Sûriyê ne.
ENCAM
Plana Tirkiyeyê ya ji bo vejandina DAIŞ’ê ku ji aliyê MÎT’ê ve tê birêvebirin, akademiyên perwerdeyê yên ku ji bo DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyê ava kirine û amadekariyên wê ji bo şerekî navxweyî yê mezhebî li Iraqê, gefên cidî li ser aramiya herêmî çêdikin. Divê ev her du pêvajo wekî gavên stratejîk ên ku hevdu xurt dikin û potansiyela ji nû ve şekildana hevsengiya hêzê ya herêmî hene, werin hesibandin. Digel nakokiya Şîe-Sunnî li Iraqê û planên destwerdana leşkerî li Sûriyê, ev çalakî xetera kaosa herêmî zêde dikin. Çalakiya hevrêzkirî ya civaka navneteweyî û aktorên herêmî li dijî van gefan ji bo pêşîgirtina li kaosek wusa girîng e.
Militan RÊHAT





