• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Rêber Apo: Ol Divê Bibe Wijdanê Civakê, Ne Ya Desthilatdariyê

Rêber Apo: Tişta pêwîst e were kirin ew e ku destûr neyê dayîn Îslam bikeve xizmeta dewlet, desthilatdarî û hêzên sermayedar. Divê ku ji nû ve bi vegera li cewherê wê, bikeve xizmeta civaka exlaqî, siyaseta demokratîk û jiyana azad.

Yayınlayan Lekolin
20 June 2026
Kategori: Nûçe
246 8
A A
Rêber Apo: Ol Divê Bibe Wijdanê Civakê, Ne Ya Desthilatdariyê
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) bi dirûşmeya “Demokratîk Îslam: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansa xwe ya mezin a sêyemîn lidar dixe. Di konferansê de peyama Rêber Apo hat xwendin. Emîn Ay peyam bi Kurdî û Hatîce Şekerê jî bi Tirkî xwend.

Peyama Rêber Apo bi vî rengî ye:

“Beşdarên hêja, bawermendên bi nirx ên konferansa Îslama demokratîk…

Îslam di cewherê xwe de tevgereke civakî ya heqîqetê ye, li ser nirxên azadî, edalet û wekheviyê yên civaka exlaqî û polîtîk hatiye avakirin. Civaka yekem a Îslamê ku di pêşengiya Hz. Muhemmed de çêbûye, li dijî tehekuma çînîtî, mêtinkarî û eşîrtiyê, bûye pêngaveke mezin a civaka demokratîk û bi pêş ketiye.

Lê her ku dem derbas bûye, vê cewhera azadîxwaz û civakî ya Îslamê, ji aliyê desthiatdariyên dewletparêz ve hatiye dorpêçkirin. Di pêvajoya ku bi Emewiyan dest pê kiriye de, ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin, veguheriye amûra meşrûbûna dewletê, pê re rehên demokratîk azadîxwaz ên îslamê hatine qelskirin. Di roja me de hem bi îslama fermî ya dewletê, hem jî aliyên mezhebperest ên ku armanca wan desthilatdarî ye; vê jirêderketina dîrokî bi awayên cuda tê domandin.

Wate û feraseta Îslama demokratîk; tê wateya vegera li nirxên exlaqî, wijdanî û azadîxwaz ên ku jixwe di cewherê îslamê de hene. Yek ji referansên herî girîng ên dîrokî yên vê yekê Wesîqeya Medîneyê ye. Wesîqeya Medîneyê, peymaneke civakî ya demokratîk e, cewherê baweriyên cuda, nasname, çand û civakên cuda parastiye, wan bi rêgezên jiyana hevpar anîne ba hev. Bi vê aliyê xwe, yek ji modelên yekem ên cudaparêz, yekîtiya demokratîk û dîroka mirovahiyê ye.

Cîhada rastîn têkoşîna mirov a li dijî nefsa xwe ye. Têkoşîna domdar a li dijî meylên desthilatdariyê, ezezîtî, daxwaza tehekumê û hemû awayên zulmê ye. Têkoşîna herî mezin, têkoşîna ku mirov bi xwe re dike, xwe diguherîne û digihîje heqîqetê ye. Heta ku çanda xwerexnekirinê tunebe; ne azadiya şexsî ne jî ya civakî dikare çêbibe.

Rêgeza şûra ya di Îslamê de, yek ji nirxên bingehîn ên civaka demokratîk e. Şûra tê wateya hebûna exlaqê hevpar ê civakê, bi hev re girtina biryaran. Tê wateya ku civak dikare rêveberiyê kontrol bike. Kokên dîrokî yên siyaseta demokratîk, demokrasiya cihî û jiyana komunal di nava vê ferasetê de hene. Tişta pêwîst e were kirin ew e ku destûr neyê dayîn Îslam bikeve xizmeta dewlet, desthilatdarî û hêzên sermayedar. Divê ku ji nû ve bi vegera li cewherê wê, bikeve xizmeta civaka exlaqî, siyaseta demokratîk û jiyana azad. Ol bibe wijdanê civakê, ya ne desthilatdariyê. Heqîqet tenê bi rêxistinbûna azad a civakê dikare were bidestxistin.

Feraseta ku pêşî li azadiya jinan digre, xwezayê weke objeya tehekuma bêsînor dibîne û di navbera gelan de dijminahiyê çêdike, tu carî cehwerê îslamê temsîl nake. Îslama demokratîk; perspektîfa jiyana exlaqî ye, azadiya jinan, jiyana ekolojîk, hevgirtina civakî û xwişk-biratiya gelan esas digre. Bi vê aliyê xwe ne tenê ji bo civakên misilman, ji bo hemû mirovahiyê yek ji çavkaniyên herî girîng ên şaristaniya demokratîk e. Li dijî krîzên ku li Rojhilata Navîn kûr dibin, şerên mezheban, pevçûnên netewperest û têkoşîna di navbera desthilatdariyan de çareserî; ne bihêzkirina hêzên dewletparêz û hegemon e, pêşxistina civaka demokratîk e.

Perspektîfa Îslama demokratîk, dikare pêşî veke ku gel bi nasnameyên xwe, bi baweriyên xwe û îradeya xwe ya azad bikaribin bi hev re bijîn.

Ez bawer dikim ku nîqaşên hûn li ser vê esasê bikin û encamên ku hûn jê derbixin; dê ji bo avakirina civaka demokratîk, jiyana hevpar a gelan û ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a me destpê kiriye bibe piştgirî, di xebatên we de serkeftinê dixwazim.”

Rêber Abdullah ÖCALAN”

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: CivakÎslamiyeta DemokratîkjinNasnameOlRêber APO
Önceki yazı

Sêgoşeya Tirkiye-Îran-Hizbullah li Korîdora Sûriyeyê – DOSYA TAYBET

Benzer Haberler

Şaneyên Veşartî Fermana Çalakiyan Wergirtin – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Şaneyên Veşartî Fermana Çalakiyan Wergirtin – NÛÇE TAYBET

17 June 2026
Li Pişt Perdê Tiştên Ku Li Gundê Aşmê Qewimî – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Li Pişt Perdê Tiştên Ku Li Gundê Aşmê Qewimî – NÛÇE TAYBET

12 June 2026
Rêber Apo: Demokrasiya Xwecihî Şahdemarê Entegrasyona Demokratîk E
Nûçe

Rêber Apo: Demokrasiya Xwecihî Şahdemarê Entegrasyona Demokratîk E

8 June 2026

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Şaneyên Veşartî Fermana Çalakiyan Wergirtin – NÛÇE TAYBET

    Şaneyên Veşartî Fermana Çalakiyan Wergirtin – NÛÇE TAYBET

    527 Paylaşım
    Paylaş 211 Paylaş 132
  • Li Sûriyê û Iraqê Gefên Stratejîk Li Ser Kurdan

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • Manîfestoya Civaka Demokratîk û Komûnal – BEŞA 2

    499 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • Karayilan: Divê Rêber Apo Azad Bibe û Hebûna Gelê Kurd Zagonî Bibe

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126

Rêber Apo: Ol Divê Bibe Wijdanê Civakê, Ne Ya Desthilatdariyê

Sêgoşeya Tirkiye-Îran-Hizbullah li Korîdora Sûriyeyê – DOSYA TAYBET

Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2

Şaneyên Veşartî Fermana Çalakiyan Wergirtin – NÛÇE TAYBET

Cûdahiya Di Navbera Aqilê Civakî û Aqilê Takekesî û Girîngiya Wê ya Sazûmanî – 1

Manîfestoya Civaka Demokratîk û Komûnal – BEŞA 2

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist