Dîmena jeopolîtîk a li Rojhilata Navîn di demên dawî de şahidiya veguherînên pir aloz û xeternak kiriye. Di nav van de ya sereke pêşveçûna têkiliyên Tirkiye-Îranê ye, ku ji reqabeta kevneşopî ya ku bi hin deveran ve sînordar e derbas dibe û ber bi îstîxbarata sînor û hevrêziya lojîstîkî li dijî berfirehbûna leşkerî ya Îsraîlê ve diçe. Ev guhertin, Enqere û Tehranê li hemberî stratejiya Amerîka-Îsraîlê di heman çeperî de bi cih kiriye. Berjewendiyên her du hêzên herêmî li ser mijara Îsraîlê di eniyên dûr de mijûl kirin û xeteriya agir ji sînorên başûr ên Tirkiyê û ji kûrahiya Îranê dûr xistin, li hev hatine.
Agahiyên îstîxbaratî û belgeyan careke din, wekî ku di 29 Gulan 2026’an de li ser malpera me Lekolin.org hate weşandin, hebûna mekanîzmaya hevrêziya veşartî ya di navbera Tirkiye-Îran-Sûriyê de eşkere dike. Ev mekanîzma bi navendên operasyona hevpar ve tê birêvebirin û axa Sûriyê wekî korîdorek stratejiya ji bo şandina çekên pêşketî bo Hizbullaha Lubnanê bi kar tîne. Ev pêvajo bi saya bergiriya eşîretan û ketina kûr a di nav saziya leşkerî ya rêveberiya nû ya Şamê de pêş dikeve.
BELGEYÊN DI DESTÊ MOSSAD’Ê DE
Di navendê vê çalakiya îstîxbaratî ya tund de, tê gotin ku îstîxbarata Îsraîl Mossad gihîştiye bi dehan belgeyên veşartî yên ku hevkariya ewlehî û îstîxbaratî ya di asta bilind a di navbera Tirkiye û Îranê de îspat dikin.
Di vê pêvajoyê de ku ne tenê bi sîxuriyên Îsraîlê sînordar maye, Rûsya jî ketiye nav. Moskova ji aliyê Îsraîlê re ragihandiye ku li peravên Sûriyê (li deverên li ser sînorê Tirkiyê) tevgerên tund û zêde dîtine. Ev tevger bi giranî armanc dike ku gihîştina herêma Trablus a Lubnanê peyda bike û li ser daxwaza rasterast a Îranê piştgiriya lojîstîk û leşkerî bide Hizbullahê.
Yekîneyên ewlehiyê yên Îsraîlê van pêşveçûnan ji nêz ve û bi baldarî dişopînin, lê heta niha bêyî ku gavên leşkerî an dîplomatîk ên rasterast li hemberî Tirkiyê bavêjin, polîtîkaya “bisekine-û-binêre” û çavdêriya pasîf didomînin.
Ev vekişîna demkî dikare were şîrovekirin ku Tel Avîv niha li ser dosyayên lezgîntir û pêşîn, bi taybetî dosyaya Lubnanê û tasfiyekirina komên biyanî yên li Sûriyê yên girêdayî Colanî, rawestiyaye.
DUDILIYA ENQEREYÊ
Şerê dawî yê di navbera DYE û Îsraîlê li aliyek û Îran û komên wekaletê de, biryargirên li Enqereyê bi dûdiliyekê stratejik a pir hesas re rû bi rû hiştine. Tirkiye, ramanên hilweşandina rejîma Îranê an hilweşîna dewletê bi tundî red kiriye; ji ber ku ditirse ku bandora domino wê bigihîje Tirkiyê.
Li gorî raporên pisporên enstîtûyên navneteweyî yên wekî Chatham House û Brookings, mezintirîn fikarên Tirkiyê ev in: Di bûyera hilweşîna rejîma Îranê de, pêlên penaberên mezin li sînorên rojhilatê Tirkiyê, kaosa milîsên çekdar û bi taybetî bilindbûna hêza leşkerî li deverên Kurd ên Iraq û Sûriyê. Ev yek ewlehiya hundirîn a Tirkiyê rasterast tehdîd dike.
Ji ber vê yekê Tirkiye du rêyên dûberîn meşandiye:
Rêya dîplomatîk a vekirî: Bi riya Wezareta Parastinê û Derve, operasyonên DYE-Îsraîlê şermezar kir, wan wekî “êrîşa vekirî li ser serweriya Îranê” bi nav kir û Îsraîl wekî “mezintirîn çavkaniya bêîstiqrarî ya herêmê” îlan kir. Di heman demê de bi Qatar û Pakistanê re hevrêzî kir û bi riya Hakan Fidan kanalên navbeynkariyê û aramkirinê vekirî hişt. Di dawiya meha Hezîranê de, di navbera Washington û Tehranê de pêşnûmeya agirbestê hate ragihandin.
Rêya stratejiya veşartî: Ev rê ku Hakan Fidan li paşperde dimeşîne, armanc dike ku hemû hêzên Îslamî yên herêmê yek bike û li hemberî firehbûna Îsraîlê eniyeke hevpar ava bike. Li gorî nirxandinên îstîxbaratê, Îsraîl vê projeyê baş dizane û biryar daye ku nehêle serbikevin.
TÊKILIYÊN PASÎF Û HEVKARIYA LI QADA LUBNANÊ
Bi awayekî fermî, di navbera artêşa Tirkiyê û Îran an Hizbullahê de li axa Lubnanê hevkariya rasterast a qadê an çekdarkirin nayê gotin. Formûla di navbera her du aliyan de, li ser bingeha helwesta hevpar a dijminatiya Îsraîlê wekî “temamkeriya nedîrekt” dixebite. Lê agahiyên me yên pejirandî nîşan didin ku Tirkiye rasterast piştgiriya çekdarî dide Îranê û Hizbullahê Lubnanê.
Piştî belavbûna operasyonên Îsraîlê kûrahiya Lubnanê, helwestên Enqere û Tehranê li hev hatin. Tirkiye, wêrankirina binesaziya Lubnanê wekî tehdîdekê ji bo seyrûsefer û ewlehiya herêmî ya Deryaya Spî ya Rojhilat didît. Tehran jî vê yekê ji bo sivikkirina barê leşkerî û dîplomatîk ê li eniya Lubnanê bi awayekî siyasî bi kar anî.
Dîmena dîplomatîk a vê hevrêziyê, piştî lihevkirina bi Washingtonê re hîn zelaltir bû. Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî bi Hakan Fidan re civînên kur kirin. Wî got ku dawîhatina şerê li başûrê Lubnanê beşeke veqetandî ya lihevkirina berfireh e. Tirkiye jî vê yekê bi dilxweşî pêşwazî kir; ji ber ku dixwest firehbûna deryayî û leşkerî ya Îsraîlê ya ku bandorê li hesabên jeopolîtîk ên Qibris û Yewnanistanê dike, asteng bike.
QADÊN REKABETÊ YÊN TIRKIYE-ÎRANÊ
Tevî vê lihevkirina dîplomatîk a xuya, têkilî bi gumaneke kûr û pragmatîzmekê tê rêvebirin. Enqere, hewldanên Tehranê yên ku bi karanîna berxwedana leşkerî qaîdeyên lîstikê ji nû ve binivîse, bi baldarî dişopîne.
Enqere li hemberî hewldanên Îranê yên ku li Tengava Hormuzê qaîdeyên nû û hişk ên derbasbûnê ferz bike, mesafeyeke mezin digire. Hakan Fidan hişyarî da ku ev gav dikarin bibin çavkaniya pevçûneke nû û welatên Kendavê bêtir bixin bin sîwana ewlehiyê ya Rojava.
Li gorî Enstîtuya Hudson û saziyên din ên fikirîn, Tirkiye amade ye ku valahiya ku di bûyera paşveçûna bandora Îranê de çêdibe bi awayekî leşkerî û siyasî dagire. Xwe wekî aktorê sereke yê ku dê her deskeftiyên Kurdên Sûriye û Iraqê asteng bike, bi cih dike.
ODEYA OPERASYONA HEVBEŞ Û KORÎDORÊN ÇEKAN ÊN VEŞARTÎ YÊN BI RÊYA SÛRIYÊ
Tevî xuyabûna rekabetê, operasyonên ewlehiyê yên dawî rûyê veşartî yê ku li ser nakokiyên jeopolîtîk derbas dibe, eşkere kir. Îstîxbaratên Tirkiye û Îranê karîbûne odeyeke operasyona veşartî ya hevbeş ava bikin ku operasyonên qaçaxçitiya çekan a pir tevlihev û xeternak bi rê ve dibin. Bingehên vê odeya operasyonê sala borî hatibû danîn û malpera me Lekolin.org di 10’ê Cotmeh 2025’an de di Nûçeya Taybet de hûrguliyên wê eşkere kiribû.
Li gorî çavkaniyên pêbawer, sala borî di 5’ê Mijdarê de konvoyeke lojîstîk a mezin hate kirin. Konvoy ji 9 kamyonên mezin (bi cebilxaneyên leşkerî yên curbecur barkirî) û 2 kamyonên bi mûşekan pêk dihat, ji parêzgeha Humusê derbasî sînorê Sûriyê bû û gihîşt Lubnanê. Sewqiyat bi awayekî rasterast û ewle radestî fermandariya Hizbullahê hate kirin.
Lêkolînên hatine kirin nîşan dan ku ev sewqiyat ne tenê ikmalek asayî bû. Di naveroka wê de roketavêjên nûjen, bi hezaran mûşekên Katyuşa, mûşekên tankan ên rêberkirî û mûşekên parastina hewayî yên portable yên çêkirî yên Rûsyayê (li hemberî helikopter û ÎHA’yan) hebûn.
Xetertirîn hêmana operasyonê, bikaranîna Tûmena 44’emîn a girêdayî rêveberiya nû ya Şamê bû. Sewqiyat bi wesayîtên leşkerî yên fermî yên Wezareta Parastinê ya Sûriyê hate kirin. Navê pêşeng ê qaçaxçitiya çekan Ferhan el-Hamid bi pereyên mezin derbasbûnê hêsan kir, di heman demê de fermandarê Tûmena 44’emîn Mihemed Xetîb jî parastina ewlehiyê ji konvoyê re dabîn kir. Ev yek nîşan dide ku ketina kûr di nav saziya rêveberiya nû ya Şamê de heye.
Ev herikîna lojîstîk bi ragihandina alarm û seferberiyê ya Hizbullahê li başûrê Lubnan û Bekaa’yê re hevdem bû. Hizbullah amadekarî dikir ku şervanên Sûriyê yên ku berê di rejîma Esed an milîsên Îranê de xizmet kiribûn, perwerde bike û bişîne eniyê.
BERJEWENDIYÊN HEVBEŞ ÊN NAVBERA ENQERE Û TEHRANÊ
Îstîxbarata Tirkiyê berpirsiyariya dabînkirina bergiriyê ji van operasyonan re li qada Sûriyê û çavên xwe li ser tevgerên torên têkildar digire, hilgirt. Bi vî awayî agirê şer ji sînorên xwe yên başûr dûr dixe, hêzên Îsraîlê li Lubnanê mijûl û lawaz dike. Her wiha armanc dike ku bêalîbûna xwe ya fermî biparêze û li Sûriyê bi giştî qada manevrayê ya firehtir bi dest bixe.
Îran dixwaze bi mijûlkirina Îsraîlê li Bekaa û başûrê Lubnanê, pevçûna rasterast ji axa xwe dûr bixe. Pereyên mezin ên ku fermandarên Hizbullahê Iraqê ji bo mesrefa şandiyê dane, awayê darayî yê nedîrekt ê Îranê nîşan dide.
BERGIRA EŞÎRETÊ: ROLA NAVENDÎ YA EL-HIFIL
Ji bo ku herikîna çekan bergirekê herêmî û eşîretî ava bike, Îbrahîm el-Hifil (ji navên pêşeng ên eşîreta Agedat) û birayê wî Musab el-Hifîl roleke kilît lîstin.
Îbrahîm el-Hifil girêdanên nêzîk bi Pasdarên Înqilabê yên Îranê û rejîma berê ya Sûriyê re hebûn. Berê komên eşîretan li hemberî Hêzên Demokratîk ên Sûriyê bi rê ve dibir. Di dema dawî de bi riya Heyet Tehrîr el-Şam ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ve ji nû ve hate bi cih kirin.
Di Nûçeya Taybet a 21’ê Mijdar 2025’an a malpera me lekolin.org de hate eşkerekirin ku Îbrahîm el-Hifil rasterast ferman daye Ferhan el-Hamid ji bo tevgera konvoyê û şandî li herêma Hermel a Lubnanê radestî berpirsê îstîxbarata Hizbullahê Zûheyr Cafer (Zûheyr er-Ravî) kiriye. Birayê wî Musab el-Hifil jî berpirsiyar bû ji bo derbaskirina astengiyên lojîstîk ên ji sînorê Iraqê heta Lubnanê û ewlekirina rê.
Lûtkeya bûyerê, piştî girtina Îbrahîm el-Hifil a di 8’ê Mijdarê de ji aliyê îstîxbarata Şamê ve bû. Gotinên Ferhan el-Hamid îspat dikir ku rasterast emir ji El-Hifil wergirtine.
Subayên îstîxbarata Tirkiyê bi riya birayê wî Musab el-Hifil û Balyozê Qatarê yê Şamê bi lez mudaxele kirin û bi hinceta “pêşîlêgirtina aloziya eşîretan” ew serbest berdan.
Piştî serbestberdanê, îstîxbarata Tirkiyê civîna ewlehiyê ya lezgîn lidar xist û da ku dosyayê bi temamî bigire, karbidestên Sûriyê yên ku lêpirsîn dimeşandin (Xidir Ebîdîn, Mihemed Saliha û Şamil Hac Ehmed) girtin.
Ev mudaxele bi awayekî zelal nîşan da ku Enqere hewl dide her belge û lêpirsîna ku dikare rola rasterast a piştgiriya wê ya ji bo komên nêzîkî Îranê eşkere bike, tune bike.
BIKARANÎNA TAKTÎKÎ YA KOMÊN SÛRIYÊ YÊN GIRÊDAYÎ TIRKIYÊ
Tevî kêmbûna baweriyê û sarbûna veşartî ya di navbera Tirkiye û hin komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayî de, paşxaneya wan a “îdeolojîk û cîhadî” nahêle ku Enqere wan bi temamî berdê an belav bike. Tirkiye wan wekî hêza leşkerî ya yedek digire û ger pêwîst be, di pevçûnên muhtemel ên bi Îsraîlê re wekî amûra zextê an hêmana pevçûnê bi kar bîne.
Bi kurtasî; şandina çekan a ji Sûriyê bo Hizbullah û torên qaçaxçitiyê yên bi pêşengiya eşîreta Îbrahîm El Hifil, di bin parastina odeyên operasyona hevbeş a Tirkiye-Îranê de, îspat dikin ku hevsengiyên hêzê yên herêmê ji hevgirtinên kevneşopî derbas bûne.
Hevrêziya veşartî ya Enqere û Tehranê ya di mijara gihandina mûşekên pêşketî û pergalên parastina hewayî bo Hizbullahê, hewldana her du hêzên herêmî yên ji bo avakirina hevkêşeya nû ya caydiriyê temsîl dike.
Ev pêşveçûn aramiya herêmî ber bi serdemeke xeternak ve dibe û bi awayekî eşkere nîşan dide ku berjewendiyên jeopolîtîk li pêşiya serwerî û fikarên ewlehiyê derbas dibin.
Arî TUFAN





