• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Dîroka Siyaseta Erebkirina Başurê Kurdistanê

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Analîz Siyasî
249 18
A A
Dîroka Siyaseta Erebkirina Başurê Kurdistanê
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

14 Ağustos 2018 Salı Saat 07:54

HEWLÊR – Li Bexda û herêma başurê Kurdistanê ji ber şerê kursiya desthiladariyê pirsgirêkên civakê tên piştguhkirin. Ji ber ligel hemû pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî gel çareseriyê di koçberiya welatên derve de dibîne. Hêzên desthiladar ku vê yekê wek e firsend dibînin bi taybetî di heremên ku kurd lê pirin û koçber dibin, dest bi polîtîkaya “Kembera Ereb a di dema Partiya BAAS a Seddam Huseyîn de dihat meşandin hat kirin.

Li Bexda û herêma
başurê Kurdistanê ji ber şerê kursiya desthiladariyê pirsgirêkên civakê tên
piştguhkirin. Ji ber ligel hemû pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî gel
çareseriyê di koçberiya welatên derve de dibîne. Hêzên desthiladar ku vê yekê
wek e firsend dibînin bi taybetî di heremên ku kurd lê pirin û koçber dibin,
dest bi polîtîkaya “Kembera Ereb a di dema Partiya BAAS a Seddam Huseyîn de
dihat meşandin hat kirin.

Li Iraq û başurê
Kurdistanê bi taybetî di salên dawî de ji ber şerê kursiya desthiladariyê,
pirsgirêkên civakê yên her çiqas diçe giran dibe, ne di xema wan de ye. Li gor
pisporên heremê hat diyarkirin ku ji ber pirsgirêkên civakê yên siyasî, civakî
û aborî tên piştguhkirin, di salên dawî de koçberî dest pê kiriye û ev yek jî
ji hêzên desthiladaran re dibe wek e firsendek û bi taybetî heremên kurd têde û
koçber dibin, ereb û tirkmen tên bicihkirin.

Piştî ku li ser Iraqê “Fethên
İslamî pêkhatin û şunde di pêkanîna nifusa İraqê de guhertin çêbun û bi wê re
jî siyaseta Erepkirinê dest pê kir. Bi avabûna desthiladariya Partiya BAAS a rejima
Seddam Huseyin re ev siyaset bi taybet li ser bajarên Kurdistanê li ser kurdan
hat meşandin. Piştî avabûna hikumeta navendî û dagirkirina herêmên Kurdistanê
yên bi nakok jî tiştek ne hat guhertin û koçberkirin, girtin û kuştina Kurdan
berdewam kir.

 

Dîroka Siyaseta Erebkirina Başurê Kurdistanê

Iraq, heya Yekemîn Şerê Cîhanê jî
tenê ji sê wilayetên wek e Basra, Bexda û Musil pêk dihat. Pêla yekem a siyaseta
“Erebkirina bajarên Kurdistanê di sedsala 17’ an de, piştî ku li ser Iraqê “fethên
İslamî pêkhatin û şunde di pêkanîna nifusa İraqê de guhertin çêbun û bi wê re
jî siyaseta “Erebkirinê dest pê kir. Piştî wê dema ku bi pêşniyara Brîtaniyan
(İngilizan) di sala 1925’an de biryar hat girtin ku Kerkuk û Musil bi İraqê ve
werin girêdan. Bi vê re êdî hikumeta İraqê li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê
bi giranî dest bi siyaseta pişavtin (asimile), koçberî, talanî, wêranî, girtin
û kuştina gelê kurd kir. Li Musil, herêma Neyneva (Nînova), Şengal, herêma
Kerkuk û bi giştî derdora wê kurd mecburî koçberîyê kirin û li şuna wan ereban
bi cih kirin. Ev rewş heya rûxandina rejima Seddam Husên a sala 2003’an
berdewam kir. Hukumeta rejima Saadam malê wan, xaka wan ji wan distend û dida kesên
endamên Partiya BAAS’ê, gelê kurd li ser xaka xwe penaber û karkerê di ber
destê ereban de di karên cuda cuda de dihatin xebitandin.  Heya wê demê jî ji ber parçebûn û neyekbuna kurdan,
kurd xwedî bandorîyekî bi hêz nebûn çarenûsa wan ne diyar bû û bi polîtîkaya “Bi
qedera xwe qayîl bibin ve rû bi rû hat hiştin.

Bi destwerdana Amerîkayê a yekem
re di sala 1991’an de Kurdistanîyan li hemberî rejimê raperîn dan despêkirin û
daxwaza mafên xwe kirin, gelek mafên xwe jî bi dest xistin. Di wê demê de herêmên
bi ewle li ser sinorên xaka Kurdistan û xaka İraqê hatin îlan kirin û
rêveberîya herêmên Dihok, Hewlêr û Silêmanî ji kurdan re hat hiştin. Lê
rêveberîyek bi hikumeta İraqê ve girêdayî. Pişti ruxandina rejîma Saddam a sala
2003’an jî dibin sîwana Amerîkayê de rêveberîyek nû hat damezirandin. Ji sala
2003’an û şunde li ser herêmên weke Kerkuk, Selahedîn, Duzxurmatu, Musul,
Xurmatu û deşta Ninova nakokî derketin û heya niha ji berdewamin. Ji ber ku li
van herêman gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asurî, Xiristîyan, Kakeyî û Êzidî di nav
hev de dijîn û her yek herêmê ya xwe dibîne. Ji ber wê sedemê ji ev pirsgirêk
heya niha berdewame û diyare wê heya demekî dirêj ji berdewam bike.

 

Di Siyaseta Erebkirinê De Rêbazên Ku Dihatin Bikaranîn

Hikumeta İraqê dema ku ev
siyaseta xwe ya Erebkirina heremê dimeşand bi awayeki pir bi zanebûn û textîkên
bi bandor dida kirin. Bi vî awayî li heremên Başurê welat gelek dever ji bo
çandinî û sewalvaniyê ava kir û ji bo ereban bi sedan cihên gund û jiyan kirinê
avakir, bi sedan malbatên kurdan ji xaka wan derxistin koçber kirin û dest
danîn ser mal, xak û dewlemendiyên wan. Li ser nexşê dem dem Rêveberîyên
zanyarî yên girêdayî herêma Kurdistanê dihatin guhertin. Bi darê zorê
nasnameyên hemwelatîyên kurd rêgezên wan weke Ereb diguhertin. Ev siyaseta
Erebkirinê gav bi gav pêş diket û encamên metirsîdar bi xwe re ava dikir.

 

Duyemîn Pêla Erebkirina Kurdistanê

Piştî ku rejîma Saddam Husên hat
ruxandin ji bo hikumeta nû ya İraqê di derbarê Kurd û Kurdistanê de tiştek ne
hat guhertin. Bi heman şêweyî siyaseta Erebkirina Kurdistanê berdewam kir. Herêmên
di navbera sinorên xaka Herêma Kurdistan û İraqê de ku jêre dibêjin herêmên bi
nakok tu carî aram nebû û kaos her tim berdewam bû. Dagirkirina van herêmên bi
nakok tenê xeyala hikumeta İraqê nebû. Ji dîrokê heya niha çavê her kesî li vê
herêmê ye. Niha ji xwestiyên wê yên herî ber biçav ku ji bo xwe bi cih bikin
her curê listoka di leyizin İran û Tirkiye ye. Sedema wê ya herî mezin ji hebûna
çavkanîyên mezin yên petrolê ye. Heya dagirkirina Kerkukê ji Hewlêr û Bexdayê di
yek rojê de 300 hezar varêl petrol dişand derve.

Bi dagirkirina herêmên bi nakok a
ji alîyê hukumeta İraqê ve ev siyaseta Erebkirina bajarên Kurdistanê derket
asta herî jor. Jixwe yek ji armanca herî mezin a vê dagirkirinê ji guhertina
demografîya bajar û xaka Kurdistanê bû. Ew malbatên Ereb yên ku di demê
ruxandina rejima Saddam de derbasî Bağdat û bajarên din yên İraqê buyîn, bi
dagirkirina herêmên bi nakok re carekî din vegerîyan û niha ji aliyê
desthiladaran ve di bin navê “Cihên wan ên berê ye dest danîn ser malên kurdan,
talan dikin û wan neçarî koçberîyê dikin.

Derket holê ku ev siyaseta
hukumeta İraqê tenê li ser gelê kurd pêk nayê. Minaka herî berbiçav hikumeta
İraqê di meha Tirmeha 2018’an de li herêmên girêdayî deşta Ninova, Bertile,
Tilkêf, Başîk ku gelên Kurd, Xiristîyan, Kakeyî têde dijîn bi dehan malbatên
Ereb bi cih kirin. Li van herêman bi dehan ciwanên kurd bi sedemên asayî hatine
kuştin. Kujerên wan ji alîyê hukumeta İraqê ve tên girtin û disa tên berdan,
hinek kujer hene jî nayên girtin. Di meha tirmeha îsal de li Kerkukê ji aliyên
hin kes qaşo nasnameya wan nehat zanîn  êrişê
ser mala kurdan kirin û bi hinceta tangêrên av nedane wan hatin kuştin. Li
rexmê ku ev mijar li ser daxwaza gelên herêmê ket rojeva Parlementoya Avrupa jî
lê tu guherîn û tû nerazîbunên cuda derneketin pêş.

 

Pêla Koçberîyê

Giranbuna şerê li hember çeteyên
DAİŞ’ê re li seranserî İraq û ew bajarên Kurdistanê ku dikevin sinorê İraqê
pêlekî mezin ya koçberîyê dest pê kir. Di koçberîyê de bi sedan zarok jiyana
xwe ji dest dan. Piranîya wan koçberan li kampan hatin bi cih kirin û di bin
şert û mercên kampan yên zor û zehmet de jiyana xwe berdewam dikin. Hina gelek
ji van koçberan venegerîn ser malên xwe, pêla duyemîn despêkir. Piştî ku hikumeta
İraqê bi alîkarîya Heşdî Şabî herêmên bi nakok yên xaka Kurdistanê dagir kirin
rewş ji bo kurdan hin xiraptir bû. Paşde kişandina Hêzên pêşmerge û avabuna gelek
grubên çekdar weke Heşdî Şabî, hêzên Iraqê, cepên Tirkmen û êrişên çeteyên DAİŞ’ê
bûne gefekî mezin li ser kurdan. Ji ber wê sedemê pêla duyemîn a koçberîyê dest
pê kir. Bi hezaran kurd belavî herêma Kurdistanê bun û heya niha ji venegerîne
ser malên xwe. Bi hezaran ciwanên Kurd xwe li rêyên qaçax ên Avrupa dan û
jiyana xwe ji dest dan.

Hikumeta İraqê ji ber alozî û
hebuna destên derve heya niha jî nekarîye hukumeta xwe ava bike. Amerika û İran
ji bo pêşxistina berjewendîyên xwe di nava pêşbazîyê dene ku alîyê hukumetê ava
bike bikişîne alîyê xwe. Heya niha ji hikumeta herêma Ferderal biryara xwe ne
daye ku li paş kijan alî cih bigire û di navber de maye. Mirov dikare bêje niha
şerê ku li İraqê tê meşandin şerê kursiyê ye. Operasyona dewleta dagirker ya
Tirkiyê, hebuna hêzên derve li herêmê, êrişên DAİŞ’ê, yeknebuna alîyên kurd,
avanebûna hikumeta navendî rê li ber qrîzekî mezin a siyasî û aborî vekiriye.
Her kes li gora berjewendîyên xwe hewil dide hespê xwe li meydanê bibezîne. Ji
ber vê sedemê jî wisa diyar dike ku alozîyekî hin mezintir li pêşiya gelê İraqê
heye û wê demekî dirêj berdewam bike.

Çîçek Botan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,” ”

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

Çîçek BotanNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Etiketler: araştırmaIraqkurdiKurdishkurdistanLekolinsiyasetTurkishTürkiye
Önceki yazı

Çareseriya Sûriyê: Êdî Wê Pêkhate Xwe Bi Xwe Birêve Bibin

Sonraki Haber

Türkiye’de Savaş Medyası ve Sarı Yelek kabusu

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Sonraki Haber
Türkiye’de Savaş Medyası ve Sarı Yelek kabusu

Türkiye’de Savaş Medyası ve Sarı Yelek kabusu

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    526 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 132
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist