• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nivîsên Azad

Çiya Riya Azadiyê ye

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Nivîsên Azad
257 11
A A
Çiya Riya Azadiyê ye
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

13 Temmuz 2011 Çarşamba Saat 15:54

Gelo ma ne kulîlka Meletiyê Zilan, bi parçeyên canê xwe bû bersiv.

Wateya jiyanê çiye? Ev pirs her tim hatiye pirskirin. Lê belê şiroveya wê kêm tê kirin. Lewra ger em bipirsin gelo rastiya jiyanê çiye? Hinekan gotiye ya ku, li ber çava ne û hinekan jî gotiye ya ku, nayê dîtine. Ji xwe pirsa ku destpêkê mirovan ji xwe kirî, gotin ku jiyan çiye? Ev pirs, pêşveçûna mejiyê mirov dide diyarkirin. Dema ku zihnê mirovan pêşket, pirs û bersivên mirovan jî zêde bûn. Di xwezayê de her tişt ji bo mirov watedar bû û di heman demê de nav lê hat kirin. Pirsyarên mirovan, xwe dispêrê civakbûnê. Lewra wê civakbûnê jî xwe disparte xwezaya mirov. Xweza jî, zanista mirov e. Zanista mirov jî, nirxên civaka mirov e.

Gelo em dikarin vê pirsê ji xwe bikin girêdana min çendî bi dîrok û civaka min ve heye? Ji ber ku mirov aliyê xwe yê civakî nîşan dide û derdixe pêş. Lewra, divê xwe jî baş binase… Heke xwe nenase dê di wê gerdunê de winda bibe û wê nebe xwediyê tu hest û nirxan.  Loma her lêgerîn, lêgerîna xweşîkbûnekê ye. Lêgerînên me lêgerînên dayîka xwedawend a civaka xwezayî ye. Lewra dikare hemû hestên mirov bê rûxandin lê, xeyalên mirovan tu caran nayên hilweşandin. Ji ber ku xweşikbûnên ku em lêdigerin xeyalên me ne. Heke civaka xwezayî parçeyek ji xwezaya mirovê wê demê ne, divê mirov zerarê nediyê û weke parçeyek ji canê xwe biparêz e. Ji ber ku xweza ciyê çêbûna mirovahiyê ye. Ya herî girîng jî ew rast parastin û bidest girtine. Ji ber ku xeyalên me li şûna ku me azadiya xwe lê winda kirî de, veşartiye.

Pergala kaptalîst û desthilatdar hemû nirxên mirovan dizî û kir malê xwe. Çanda kaptalist a ku li ser derewan hatiye avakirin xwe, li ser çanda dayîka xwedawend, bi awayeke hovane birêxistin kir. Weke ku wê civak afirandiye rûpêc danîn ser rûyê mirov an. Pirsa ku ez kî me û ji kur hatime, di mejiyê mirovan de tune kirin. Civak xizan û belengaz kirin. weke lawiran hewceyî xwe kir û kirin koleyê ber diriyê xwe. Ev rewş bi sala ne bi heman rengî têbirêvebirin û domand in. Nirx, xiyal û lêgerînên mirovan, bêdeng kirin û fetisand in. Lê ne dawiya dinyayê bû. Prometeus nîv xweda bû. Ji bo mirovan agir ji xwedeyan dizî. Gelo, dema ku agir dizî dizanibû ku dê çibê serê wî? Na.  Ji bona ne dizanî xwe feda kir. Weke din di rastiya îro ya Rojhilata Navîn de mînakê herî rasteqîn û hemdem jî ronahiyek derket û ji civaka desthilatdar re got, êdî bes e. Ev jî zarokê bi navê Abdula Ocalan ê ku, di 4’ê nîsana 1948’an de hatî dinyayê bû. Yên ku jiyan, felsefe û feraseta wî ya jiyanê pejirand in, di serî de jî jinên Kurd bûn. Civaka ku jin tune kirî û weke amûrekê ji xwe re bikar anî, kir zayenda herî ketî. Ev zayenda ku nirxên wê bin pê kirîn, êdî şiyar dibû. Ew tayê ku li situyê wê hatî pêçan qetand û tavêje. Zincîrên li dest û lingên wê hatibûn girêdan îro, bi hêrsa dilê xwe qut kir. Êdî ne qeyd û ne jî zincîr dikaribû wan bigire. Riya azadiyê li pêşiya wan vebûye. Çiya ji bo wan bû riya azadiyê. Azadiya xwe ji dil hemêz kirin. Li dora roja ku riya azadiyê ji wan re vekirîbû, bûn xelek.  Xwe li dora Rojê bi rêxistin kirin, bi hezaran jin berê xwe dan vê riyê. Bi hezaran di vê riyê de çûn ser dilovaniya xwe û bi sedan jî, ne bi gotin bi parçeyên canê xwe bersiv dan pergala desthilatdar. Bi hezaran jî di şopa wan de û bi gihiştina xeyalên wan têdikoş in.

 Gelo ma ne kulîlka Meletiyê Zilan, bi parçeyên canê xwe bû bersiv. Zilan bi gotinan şer nekir bi parçeyên canê xwe bersivda pergala desthilatdar û paşverûtiyê. Derfetên herî baş di destê keça Kurd de hebûn. Lê ev derfet wê têr ne dikir. Dizanibû ku xweşikbûn û tiştên ji van derfetan zededir hene û ew jî azadiya wê û azadiya bi hezaran jina ne. Gelek caran tê gotin ku, em di avê de li kevirê herî xweşîk digeriyan. Lê kevirê xweşik ku me dîtî, me têr nedikir, gelo çima? Ji ber ku yên ji wan xweşiktir hebû.

 Ji ber vê çendê bû ku, yên di destê kulîlka çiyan de wê têr û rehet nedikir. Ji ber ku yên ji wan xweşîktir hebûn.  Zilan bû wateya me ya jiyanê û bû nîşana me ya azadiyê. Ger azadiyek hebê wê di riya rê haval Zîlan de çêbe. An jî wê qet nebe…
     
 Hacer Hîlal

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Kürtçe Yazmak Artık Daha Kolay

Sonraki Haber

Suriye’de Kanlı Pazar

Benzer Haberler

Ji Hz. Mûsa Ber Bi Rêber APO ve Qiyasek Rêbertî
Nivîsên Azad

Ji Hz. Mûsa Ber Bi Rêber APO ve Qiyasek Rêbertî

1 December 2025
Payîz û Serhildan
Nivîsên Azad

Payîz û Serhildan

29 November 2025
Doz
Nivîsên Azad

Doz

18 November 2024
Sonraki Haber
Suriye’de Kanlı Pazar

Suriye'de Kanlı Pazar

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist