Nîqaşa li ser yê ku rê dide dîrokê mirovin an artêşin an civake, hîn germahiya xwe di zanista dîrokî de diparêze, ji vê pirsê re bersivek ji kêmbûnparêziyê bêpar, tam û têrker, li hember dîroka navborî de berpirsiyariyek dîrokî ye. Her çend pirsek xapînok be jî, îdealîzm-materyalîzm, wek dûbendiya hêk-mirîşk ji bilî kişandina nav çerxekî bêweç, nagihîne encamek cûda. Di vî warî de, yekane erka zanyarên dîrokî ew e ku bêyî ku bikeve nav vê xefikê, li her diyardeya ku rêya dîrokê ji perspektîfek tevayî diguhezîne û qîmeta ku heq dike bide wê, binêrin.
Di dîroka mirovatiyê de hin xalên zivirînê hene. Kesayetiyên seroktiyên ku di van xalên zivirînê de derdikevin pêş, bi wê dîrokê têne bibîranîn. Gelek mînakên wekî Spartakus, Îsa û Muhammed xwedî rûmeta sembolên dema xwe bûn. Spartakus bi artêşa koleyên serhildêr re, Îsa bi civaka xwe ya bindest û Muhammed bi civak û artêşa xwe re, karîbûn bi qasî ku bikaribin nasname bigrin. Lêbelê, dema ku rûpelên dîrokê rast werin vekirin û şîrovekirin, mirov dikare taybetmendiyên cihêreng ên kesayetiyên serokatiyê, ango cûdahiyên ku wan dike rêber, bibîne. Di çêkerên kesayetê de kombûn, ked, têkoşîn, bîhnfirehî û serfirazî tê dîtin. Pêdiviya diyalektîkê ye ku carinan îşkenceyên mezin û mirinên trajîk di vê rêzê de cih bigirin. Bi gotineke din, dîrok carnan bi hemû zilma xwe dikare bibe goristana kesayetên wiha. Yên ku rêzikên kaosê yên çand, civaknasî, erdnîgarî û sîstemê baş dixwînin ew in ku li derveyî vê goristanê mane. Digel ku gihandina pergalê di rewşek krîz û depresyonê de qonaxa bê domdarbûnê, rêza kaosê îfade dike, ne hewce ye ku kesayetiyên seroktiyê di rêya ku derketine de bigihîjin serketina lûtkeyê temsîl dike. Digel ku navên bêhejmar yê serokên ku beriya serketinê ketine erdê di bîranînên me de dimînin, ev kes hîn jî çavkaniya têkoşînên civakî ne. Heta ku ev kesayet bi awayekî rast bên naskirin û li gorî dema niha bên nûkirin, dê di pêşerojê de jî cihê xwe yê rast bidomînin.
Dema ku yên bindest dest bi nivîsandina dîroka xwe ya berxwedanê bikin, wê bibînin ku têkoşîna wan a rizgariya civakî jî bi qasî dîroka mirovahiyê kûr e. Di navbera pêşengên van têkoşînan de her çiqas bi hezaran sal hebe jî, hîna dişibiniya wan nehatine zanîn. Tevî cudahiyên di dîrok, cih û civakê de, dişibiniya Hz. Musa û Rêber Apo hêjayî lêkolîn û berhevdanekî kûr e. Dema ku em bi kurtî li serdem û şert û mercên wê dinêrin, Mûsa wekî kurê malbatek asayî di serpêhatiyek koçberî yan sirgûnê ya Îbranî de ku ji Rihayê heta Misrê dirêj dibû, hat dinê. Lawên Îsrailiyan, gelê ku di bin koletiya Misrê de dinalin, gelek e ku çîna serdest a Misrê ji wan ditirse û ji bo vê yekê jî divê werin tunekirin. Û ji ber vê yekê, ji bo hevsengiya şêniya Îbranî’yan, fîrewn biryar da ku hemî zarokên kur ên nû ji dayîkbûyî bikuje. Zarokê ku piştî ji dayîk dibe da ku ji mirinê xilas bibe ji aliyê malbata xwe ve bi kelekek piçûk tê berdana nav avê û ji aliyê xwişka Firewn ve tê dîtin û navê Mûsa ku tê wateya ‘Yê ji Avê Hatî”, lê hat kirin û tevî ku dizanîn zarokek Îbranî ye xwedî lê derketin û wî birin qesrê.
Bi kurtasî, dema ku berhevdanek civakî tê kirin, heta salên 1950’î gelê Kurd bi serhildan û qirkirinên bêhejmar de derbasbûne bi taybetî di nav sînorên Komara Tirkiyê sûnî de hema hema heta mirina mutleq hatin kişandin. Hebûna Kurdên li Tirkiyê dijiyan nedihat qebûlkirin û asîmîlekirin û Tirkkirina van gelên çiyayî û tunekirina fizîkî ya kesên ku nedikarîn bibin Tirk, dihat armanc kirin. Bi taybetî zarokên Kurd hatin asîmîlekirin û ji koka xwe hatin derxistin û ji bo koletiya bi dilxwazî ya pergala serdest amade dibûn. Zarokên ku di van saziyan de nedihatin qebûlkirin, bi dibistanên ku li her gundekî hatin avakirin, hatin asîmîlekirin û hewldan ku bi heman awayî bên wekhevkirin. Piştî vê berhevdana kurt a gelan, em dikarin derbazî benzertiya serokên van gelan, Hz. Mûsa û Rêber Apo, bibin.
Di dîroka teolojîk de, gelek taybetmendiyên derasayî yên pîroz ji dara secerê ya hemî pêxemberan re tê barkirin. Mûsa di malbateke pir asayî ya gelê Îbranî de hat dinê. Musa ku ji qetlîama zarokan xelas bibe ji aliyê malbata xwe ve bi kelekekî tê berdana avê, Xwişka Firewn yanî pergal wî xwedî dike.
Ji aliyê din ve, Rêber Apo di sala 1949’an de li gundê Amara yê navçeya Xalfeti ya Rihayê, di malbateke cotkar a pir nefsbiçûk de ku di nav wê û malbata wî de tu taybetmendiyên derasayî tineye, hatiye dinê. Ji ber rizgariya xwe ya jiyanî û aborî ya li hemberî hêza tazî û xizaniya ku li herêmê tê ferzkirin, Rêbertî di temenekî biçûk de radestî dibistanê, ango pergala ku navenda asîmîlasyonê ya dewletê ye, tê kirin.
Hz. Musa, di qesra Firewn de ku dilê pergalê ye, nasnameya xwe ya civakî û hestên xwedîtîya neteweyî hîs kir û bi dest xist. Pêngava wî ya şoreşgerî ya yekem girtina helwestekî neteweyî û kuştina Misrîyekî ku bi zilma xwe ya li dijî Îbraniyan derket pêş bû. Bi rastî, piştî ku hişmendiya rewşenbîrî çêdibe, bi qesrê re veqetînek radîkal çêdibe. Veqetandina wî ya li Çiyayê Sînayê, ango lêgerîna wî ya ronakbîrî û rizgariya li çiyayan, bûyerek e ku ji aliyê berhevdanê ve ravekirina sosyolojîk hewce dike.
Rêbertî di zarokatiya xwe de, piştî ketina dibistanê, ku navenda asîmîlasyonê ya pergalê ku hatibû radestkirin ji bo ‘rizgariya’ xwe, yekser xwedî lêgerînê dibe. Ev lêgerîna ku heta salên zanîngehê berdewam dike, li Enqereyê ku dilê pergalê ye, pêk tê. Li paytexta Komara Tirkiyê ku hişmendiya neteweyî û sosyalîst lê ava bû, biryar da ku ji pergalê qutbûneke radîkal çêbike û biryar da ku berê xwe bide gelê xwe û welatê xwe. Têkoşîna rizgariya civakî ya ku bingeha wê li Enqereyê hatibû danîn, wê di demeke nêz de li çiyayên Kurdistanê bigihêje lûtkeya xwe.
Daxwaza Xwedê ya ku li Çiyayê Sînayê bi Mûsa re axivî û gelê Îbranî rêkir gel Kenan da ku wan ji bindestiya Misrê rizgar bike, ji hêla Mûsa ve rastî gumanan hat. Bi taybetî jî daxwaza Xwedê ya ji Mûsa re ku here û vê mijarê rasterast bi Firewn re biaxive, di destpêkê de ji aliyê Mûsa ve nehat qebûlkirin. Di rewşa heyî de rûbirûbûna Firewn wê ne berhamder be, û rêwîtiyek dirêj a ku wê 40 salan bidome re hem ew û hem jî gel di warê derûnî û civakî de ne amadebûna xwe bi awayek eşkere ji Xwedê re ragihand, ev rewş aliyê realîst û gumanbar yê Mûsa nîşan dide. Piştî pêvajoyek dirêj a nîqaşê, Mûsa biryar da ku li dijî Firewn rabe, çalakiya yekem ew bû ku berê xwe bide xwe, ango gelê xwe. Di encama çareseriyên civakî de bi wê gelê ku wê bi wî re derkevin rê re, divê pêşî bigihije pîvanên hevaltîyê destpêdike. Ji bo vê yekê, di nîvîsên teolojîk ên li ser vê mijarê de hewldanek tund a guhertina çandî tê dîtin. Di vî warî de, deh fermanên ku Xwedê ji civakê re ravekiriye, wekî binesaziya rêgezên civakî û guhertina îdeolojîk derdikevin holê. Mûsa, ku di pey re li dijî rastiya gelê Îbranî ku gelek caran ji rê derdiket, têkoşîneke îdeolojîk a mezin meşand, bi armanca afirandina argumanên îdeolojîk ên ji bo guhertin û veguherîna civakê, bi berdewamî ji bo vê armancê dinivîsîne. Mûsa ku di vê meşê de rêya îqnakirinê weke rêbaza bingehîn destnîşan kir, li beramberî kesên ku di vê meşê de li gorî pîvanên îdeolojîk û pêdiviyên hevaltiyê tevnagerin jî pir zelal e. Di heman demê de metaforek balkêş e ku wî 3000 Îbranî yên ku van şertan pêk neanîne û armancên wan asteng kirine, bêyî ku bi dijmin re jî şer bikin, kuştiye. Ji ber ku dema meşa 40 salî ya dirêj û dijwar bi rê ve dibe, dizane ku ji holê rakirina hemû astengiyên navxweyî û derve yên ku di armanca pîroz de pêk tên, pêwîst e.
Piştî lêkolîn û naskirina gelek rêxistinên neteweperest-îslamî û çep-sosyalîst, zû dikeve ferqê ku ne rêxistinên pergalê û ne jî aliyên cuda yên çep-sosyalîst nikarin bibin amûrek ji bo bidestxistina armancên xwe. Qirkirina ku Kurdistan pê re rû bi rû maye tenê bi derketineke nû dikare were rawestandin. Ji ber vê sedemê li ser rêya ku ji Rihayê ku berê cihê Îbrahîm bû, pêngavên destpêkê yên rêxistibûnê li Enqereyê dide destpêkirin. Tevî ku hin sîxûrên ku ketin nav komê jî hewl dan komê bikşînin nava çalakiyên radîkal ên li dijî dewletê jî, Rêbertî bi guman nêzîk dibû û red kir. Rêbertî bi nêzîkatiyên xwe yên realîst-gûmanbar di demeke kin de sîxûrên di nava komê de deşîfre kir, lê bi hişmendiyek siyasî ya mezin, ew sîxûrên ku ji aliyê dewletê ve hatibûn eşkerekirin, bi awayekî karîger li dijî dewletê bi kar anî. Piştî hin rêxistinbûn û mezinbûna komê rasterast berê xwe nade dewletê. Ya yekem, ew li dijî eşîrên hevkar ên ku wek darê dojehê li ser rêxistin û gel ê di bin qontrola dewletê de dihejin, şerekî bêdawî dimeşîne. Dîsa, ji bo hişmendiya kadro û gel, Rêber Apo hemî dema xwe dide lêkolîn, nivîsandin û perwerdehiyê. Niha rastiyek ku di qada navneteweyî de tê qebûlkirin ku tiştê ku Rêbertî nivîsandiye ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû gelên cîhanê ronahiya hêviyê ye. Meşa ku li Enqereyê dest pê kir 52 sal li paş ma, têkoşîna çekdarî ya 42 salan, li çiyayên Kurdistanê bi coşeke mezin berdewam dike.
Di encamê de her çend dîroka heyî bi destê serdestan hatibe nivîsandin jî, îro bindest û berxwedêr dikarin dîroka xwe ya birûmet binivîsin. Di vî warî de çarenûsa gelên Kurd û Cihû û serpêhatiyên bi vî rengî yên Rêberan ne ecêb e. Her çend wekheviya cih û mekan bi Pêxember Îbrahîm re mijareke lêkolînê ya cuda ye jî, hêviyên me yên ev meşa ku berdewam dike wê serkeftineke mutleq bi dest bixe, di lûtkeyê de ye.
Roger ROJIYAN





