• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Ciwanan

Çima Bê Dengî ?…

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Ciwanan
255 8
A A
Çima Bê Dengî ?…
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

12 Mayıs 2010 Çarşamba Saat 09:48

Dema berjewendiyên Madî ketin pêş yên Manawî, wê bê dengî jî serdestan re be.

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

” ”

Şîrove- Dema berjewendiyên Madî ketin pêş yên Manawî, wê bê dengî jî serdestan re be.

Piştî êrîşên hovane yên Dewleta Îranê, li ser şervenên Hêzên
Rizgariya Kurdistanê (HRK) û bi darvekirina 4 siyasetmedar û çalakvana medenî,
bi destê rêjîma İslamî Îranê.  Kurdan bi
çalekiyên pirotosto û bi daxuyaniyên şermezarkirinê, dilsozî û hestên xwe yên
girêdana bi giyana wan nemiran re nîşandan. Lê mixabin heyanî niha ji Rêyedarên
Hikumeta Kurdistanê tu dengekî şermazarkirinê li dijî kiryarên rêjîma Îranê yên
li dijî Kurdan derneketiye.

Di  9 Gunalê de 4
endamên Paritya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku ji aliyê Îranê ve hatibû
darvekirin, di dilê her Kurdekî de birînek vekir. Li Bakur, Rojava, Başûr û
Rojhilatê Kurdistanê û li Ewropayê Kurdan bi çalekiyên cûda. Yên weke
Nerazîbûn, Şermezarkirin û Nefreta xwe li hember rêjîma Îranê anîne ziman. Lê
mixabin ev 4 rojin di ser buyeran re derbas bûne, lê hîna ji rêyedarên Hikumeta
Hêrma Kurdistanê tu helwest dar neketiye û tu daxuyaniyên fermî ya Hikumeta
Herêma Kurdistanê di derbarê vê meselê de nehatiye dayîn.

Li Şûna Şermezariyê Peyman Aborî

Duh li paytexta Herêma Kurdistanê Serokê Hikumeta Herêma
Kurdistanê Behrem Salih pêşwazî li 
Konsolê Îranê yê li Iraq’ê Kazim Qumî kir û di hevdîtinê de behsa
peywendiyên Aborî  û qaşo dostaniya germ
ya di navbêra Îran û Herêma Kurdistanê de hate kirin. Mixabin û sed mixabin di
serî heyanî dawiya hevdîtinê. Mijara herdu birêzan mijara Aboriyê bû. Bê ku yek
ji wan behsa kuştin, darvekirin, jehirdayîn û xizaniya Kurdan bike. Ji ber
berjewendiyên aborî yên Îranê bi Herêma Kurdistanê re, ji kuştin, jehirdayîn û
dardakirina Kurdan giring tire.

Dîse li bajarê Hewlêr a herêma Kurdistanê 5. Pêşengeha(Fuar)
Pêşesazî û Bazirganiyê ya Îranê bi beşdariya 305 Şîrketên rêjîma Îranê pêşengeh
hate vekirin. Amanc ji vekirina vê pêşangehê, bi hêz kirina peywendiyên
Bazirganî û Aboriyê yên di navbêra Herêma Kurdistanê û Îranê de ye. Û
berdwamiya bê helwest rêyedarên Başûrê Kurdistanê ye li hember kiryarên Îranê
ye.

Şermezar nekirin lê Fuar Vekirin

Di vê vekirina pêşengeha Îranê de li Hewlêr destpêkiriye.
Tişta herî bi ecêb beşdariya zêde ya rêyedarên Herêma Kurdistanê û pêşkêş
kirina gotarên her yek ji wezîrê Pêlansaziya Herêma Kurdistanê û Waliyê Hewlêrê
ye. Wezîrê  Pilansaziyê ya Herêma
Kurdistanê Alî Sindî û parezgehê Hewlerê Newzad Hadî, her yek ji van birêzan
axavitinek xwe pêşkêşî Pêşengehê kirin, bêyî ku behsa kiriyarên dewleta Îranê
yên li ser Kurdan û darvekirinên bikin. Li hember buyerên dawî ker û lal bûn.

Darvekirina 4 siyasetmedarên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li
dervehî helwesta gel li başûrê Kurdistanê ku nirxdayînê ye. Hikumeta Herêma
Kurdistanê li şûna darvekirina Kurdan, bazirganî erêkiriye û li şûna
jehirdayîna ciwanê Kurd ku hîna bi buhara ciwaniya xwe şanebûen, peywendiyên
pêşesaziyê pejrandiye bi Îranê re.

Çima bê dengî

Xala din ku pêwîste mirov li ser rawaste dervehî helwesta bê
xem ya Hikumetê, bê dengiya ragihandina Başûrê Kurdistanê ye. Ev şêwaza
ragihandinê çalekiyên Kurdan yên li perçeyên Kurdistanê û dervehî welat nikarin
bi hesanî veguhezîn raya giştî û di bin siya desthilatê de dimînin. Tabî çima
van çalekiyan nadin, sedem çiyê? Ew jî diyar e! .  Di derbarê de gotineke Kurdan ya kevnar heye,
dibêjin ku “Ger Şivin Silo be, wê xarin Çilo be . Ger helwesta Hikumeta Herêma
Kurdistanê ev be, wê Îran ne tenê li Îranê darvekirin û komkujiyan bike, wê li
başûr jî komkujiyan pêk bîne. Bê goman dîroka dewleta Îranê tejiye ji kiryarên
wiha yên tarî.

 

Serbest Rêzan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com -www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info

 

               

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Kadın Toplumun Yaratıcı Gücüdür

Sonraki Haber

Kışı Geride Bırakıp Bahara Girerken

Benzer Haberler

Gençlikte Zihniyet Devriminde Fedailiği Yakalamak Özgür Toplumun Sarsılmaz İnşasıdır
Ciwanan

Gençlikte Zihniyet Devriminde Fedailiği Yakalamak Özgür Toplumun Sarsılmaz İnşasıdır

15 April 2021
21. Yüzyılda Soykırım ve Toplumsal Direnişte Gençliğin Rolü
Ciwanan

21. Yüzyılda Soykırım ve Toplumsal Direnişte Gençliğin Rolü

17 March 2021
DOĞRU VE BÜTÜNLÜKLÜ MÜCADELE
Ciwanan

DOĞRU VE BÜTÜNLÜKLÜ MÜCADELE

10 September 2020
Sonraki Haber
Kışı Geride Bırakıp Bahara Girerken

Kışı Geride Bırakıp Bahara Girerken

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist