• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Çima İdlib… !

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: GOTAR
259 5
A A
Çima İdlib… !
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

15 Ekim 2017 Pazar Saat 05:04

Di 7 saliyên şoreşa Sûrî de, bajarê İdlibê yek ji wan bajarên mezin e ku ketiye destê Artêşa Azad

0

21

TR

Lê mixabin, Artêşa Azad nekarî ev bajar îdare bikra, ji ber
vê yekê jî bajarê İdlilb ji 2014’an ve ji aliyê Cebhet El Nusra ve tê îdare
kirin. Her çendî şer û pevçûn di navbera komên Artêşa Azad bi xwe bi xwe û di
navbera Artêşa Azad û El Nusra ve derketibe jî, lê di esasê xwe de, şerên li
ser desthilatdariya bajêr bû, ne şerê li dijî rêjîma Sûrî bû. Her wiha, di van
şer û pevçûnên dawiya sala 2013’an de, bajarê İdlibê bû şahîdê şerekî di
navbera koma bi navê dewleta İslamî ya İraq û Şam ku îro em jêra dibêjin DAİŞ,
bi serokatiya El Baxdadî û Cebhet El Nusra, bi serokatiya El Colanî.  Wê demê DAİŞ beşekî mezin ji bajêr û gundewarê
İdlib kontrol kir û El Nusra mecbûrî tewîzan kir ku hin endamên El Qayidê di
nava xwe de bihewîne.  Mirov dikare bêje,
şerê El Nusra û DAİŞ yê İdlibê destpêka bidawîanîna Artêşa Azad bû li İdlib û
xaleke veguhestinê bû ji şoreşa gelan ber bi şoreşa berjwendiyên hêzên
navnetewî. Ango İdilib kete navbera agirê rêjîma Sûrî, Rusya, DAİŞ, El Nusra û
hêzên hevpeyman. Vê yekê bes nekir – ev nêzî 
6 meh in ku Tirkiyê jî tiliya xwe xistiya nava gerava İdilibê û dixwaze
di ava herêmê de masiyan bigre

Di dîroka
Sûrî de, her gava gelê İdlib xwe li kêla Rêjîma Baas dîtiye û rêjîma El Esad li
bajarê İdibê weke zarokê delalî yê malê temaşe kiriye. Ji ber vê yekê piştî
Elewiya rayedarên peya bilind û cihê erkên hesas hemû Îdlibî bû. Sedema vê yekê
jî rêjîmê baş hesab dikin ku ji ber erdnîgariya İdlibê, İdlib her gav weke
bombeyek eyar kiriye kengî biteqe. Aliyekî bajêr bi Tirkiyê û Liwaiskenderon e
û aliyê din berdewamiya herêma Elewiyan e. Û aliyê bajarê Hema û Heleb bajarê
ku herî zêde serê rêjîmê di salên heştiyan de êşandiye. Mînaka komkujiya bajarokê
Cisir El Şixûr yek ji vê mînakê bû.

Rus ji bo
parastina xwe li Sûrî bi giştî û taybet li Himêmîm û berava Sûrî misoger bike,
divê cografiya xwe fireh bike û garantiya ku hêzên tunrew (radîkal) li vê herêm
nemînin pêk bîne. Ji ber vê yekê Rusiya ji rêjîmê û Emerîka zêdetir dixwaze
İdlibê bigre. Ji bo Rusiya meseleya man û nemanê ye. Di vê çarçoveyê de dema
mirov li mudaxeleya Tirkiyê ya İdlib temaşe dike. Tirkiyê li ser hesabê Rusya
dixwaze İdlibê bigire. Lê divê Rus baş bizanibin ji bilî Tirkiyê jî arternatif
ji bo İdlib heye? Mayendeya berjewendiyên Rus bi gelê sûrî û di federalîzma
demokratîk a Sûrî de ye. Ne di peymanê sexte bi Tirkiyê re ye. Ji bo Tirkiyê,
İdlib wereqa kar û zerarê ye, di mantixê Tirkiyê de İdlib wiha ye:  “Çûkê bi destan, çêtir e ji dehên li ser
dan”. Bi vê siyasetê Tirkiyê hebûna xwe li Sûrî meşru dike. Ji ber ev
pêvajoya şerê li dijî teror hîna Tirkiyê aktîf beşdarî şer nebûye, li ser şerê
li dijî El Nsura û girtina İdlibê meşru ye ta xwe bide avakirin. Her wiha berke
berdewamiya Liwaİskenderonê, mandina Tirkiyê rihetir e ji hebûna wê ya herêmên
Carablus, Ezaz û Babê. Ji bo vê yekê Tirkiyê zû dev ji İdlibê bernade.

Li aliyekî
din avantajekî din yê Tirkiyê di girtina İdlibê de heye. Ew jî dorpêçkirina
herêma Efrînê ye û qutkirina riya Kurdan a gihaştina deryayê ye. Helbete bi
qasî İdlib ji Tirkiyê re girîne li Efrînê jî bi va girîngiyê temaşe dike. Lê
rewşa İdlib û Efrînê naşibihin hevdu.

Wer diyar
dibe ku bi qasî Tirkiyê girîngî daye İdlibê, 
ne gelê İdlib û ne jî şer û mercên derketine holê wê bihêle Tirkiyê
rihet li vê herêm bijî. Rewşa Tirkiyê îro dişibihe ketina Emerîka ya İraqê sala
2003’an. Emerîka bi rehetî kete îraq û dawî li rêjîma Saddam anî, lê piştî
ketinê çalakiyê El Qayîde li hemberî Emerîka kirin, felaketa leşkerê Emerîka
anî, ji bo vê yekê dibe ku di 08.10.2017’an de Tirkiyê bi rihetî kete İdlibê,
lê wê bi rihetî jiyan neke. Ji ber Desteya Tehrî El Şam, hema şerkerê El kayîdê
ne ku şerê Emerîka li İraqê kiribûn.

Di rewşeke wiha de,
dîsan İdlib ji İdlibiyan re dimîne û Tirkiyê jî weke tejiyê dûv qetandî, li xwe
vegere.     

Adnan Mustafa

Navenda Lêkolînên Stratejîk a
Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Adnan MustafaNavenda Lêkolînên Stratejîk a
Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Etiketler: araştırmaCimaIDLIBkurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

SURİYE’DE DEĞİŞEN DENGELER VE ROJAVA

Sonraki Haber

Kara Soykırımdan Yeşil Soykırıma Kürtler

Benzer Haberler

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê
GOTAR

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê

23 May 2026
Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê
GOTAR

Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê

21 May 2026
Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?
GOTAR

Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

17 May 2026
Sonraki Haber
Kara Soykırımdan Yeşil Soykırıma Kürtler

Kara Soykırımdan Yeşil Soykırıma Kürtler

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist