• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Civîna li Avahiya Serokatiya MÎT’ê: Planek Nû Ya Ji bo Rewşa Awarte-DOSYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - MÎT a ku hem li ser gelê Tirkiye û hem jî Kurdistanê bûye pisporê meşandina şerê taybet, bi talîmata Erdogan li avahiya Serokatiya MÎT’ê ya Enqereyê civîneke berfireh li dar xist û plansaziyeke nû ya ku dê welêt bîne asta îlankirina Rewşa Awarte hatiye amadekirin.

Yayınlayan Lekolin
23 July 2024
Kategori: Nûçe, Rastiyên MIT
258 2
A A
Civîna li Avahiya Serokatiya MÎT’ê: Planek Nû Ya Ji bo Rewşa Awarte-DOSYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Wek malpera Lekolin.org agahî ji çavkaniyeke taybet wergirtiye, MÎT a ku hem li ser gelê Tirkiyê û hem jî Kurdistanê bûye pisporê meşandina şerê taybet, di 1’ê Tîrmeha 2024’an de bi talîmata şefê faşist Erdogan li avahiya Serokatiya MÎT’ê ya Enqereyê civînek pêk anî. Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku civîn bi serpereştiya Dezgeha (Daîreya)Şerê Taybet birêve çûye û got, mijara civînê ewe ku ji bo guhertina rojeva Tirkiyê û Kurdistanê çi pêwîste were kirin. Her wiha plansaziya ku di civînê de hate kirin, weke tedbîrên ku ji bo domandina desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku weke berdewamiya hin geşedan û provokasyonên li herêmê li ser zemîna şêlû ye, hatin nirxandin. Dîsa ji bo belavkirina atmosfera ku ji ber nîqaşên hilbijartinên pêşwext, qrîza aborî û  operasyonên leşkerî yên ku di van demên dawîn de xitimîne di rojevê de ne, zemînek ji îlankirina Rewşa Awarte re were amadekirin û di bin wan de pêvajoyekê ku dişibe piştî pêvajoya 15’ê Tîrmeha 2016’an were avakirin, ji bo hakimiyetek baş were avakirin jî hin bûyerên provakasyonên din pêş bixin. Li ser vê esasî rojeva di serî de muxalefeta giştî ya Tirkiyê û hemû aliyan bi van bûyeran re bidin mijûlkirin.

BÛYERÊN ÊRÎŞKIRINA PENABERÊN SÛRIYEYÎ Û PROVAKASYONÊN HUDA PAR TÊRÊ NAKIN

Çavkaniya taybet, destnîşan kir ku di civînê de hat diyarkirin ku bi taybetî sorkirina kesên faşist, netewperest a ser penaberên Sûriyê, li gelek bajaran êrîş birina ser penaberan, li Kurdistanê jî bi riya endamên Hizbûl-kontro (Huda Par) penaberên Ereb ên Sûriyeyî sorkirina ser civaka Kurd were kirin, ji ber ew bûyerên li Kayserî û Dîlokê (Entabê) têrê nakin, divê cûreyên van bûyeran werin dewlemendkirin û dewam bike.

Li gor agahiyên ku çavkaniya taybet daye, plana qrîz û kaosa nû ya MÎT’ê wiha ye;

Plana MÎT’ê ew e ku nijadperest neteweperest-faşîst ên li Tirkiyeyê li gelek bajaran êrîşî penaberên Sûriyeyê bikin û bi tevlîbûna pêkhateyên Hizbul-contra (Huda-par) li Kurdistanê jî plana ku penaberên Ereb ên Sûriyeyê êrîşî Kurdan bikin, bidomîne.

PIŞTÎ REWŞA AWARTE HAT ÎLANKIRIN…

Çavkaniya taybet destnîşan kir ku AKP bi van provokasyonan dixwaze gelek tiştan bi dest bixe û ev tişt anî ziman:

Yekem; AKP-MHP wê bi van provokasyonên MÎT’ê Rewşa Awarte ragihînin. Bi taybet piştî ku li Kurdistanê Rewşa Awarte hat ragihandin, siyasetmedar, karsaz, çalakvanên jin û endamên saziyên sivîl ên ku di lîsteya navên ku berê hatibûn amadekirin de, dê bên girtin. Her wiha ji bo şaredariyên Kurdistanê qeyûm bên tayînkirin û bi vî  awayî derbeyên di şerê li Başûrê Kurdistanê de xwarine ji rojevê derbixin.

Duyem; Ji bo aboriya xerab a li Tirkiyeyê di encama pevçûna faşîst û penaberan de rû daye veşêrin û ji rojevê derxin. Di destpêkê de, piştî girtina hin komên nîjadperest ên faşîst ên weke Umît Ozdag û afirandina têgihiştina ku komên bi vî rengî dibin armanc, wê serî li hemû komên muxalîf ên ku di serî de CHP jî di nav de, gelek endamên komên muxalefetê, kes, sazî û alîgir werin binçavkirin û girtin. Her wiha wê dest danin ser mal û milkên wan. Armanceke din a girîng jî; Bi taybetî jî piştî hilbijartinên herêmî ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê rastî windakirina dengan hat û CHP jî di hilbijartinên şaredariyan de bû partiya yekemîn. Piştî hilbijartinên şaredariyan dengê muxalifan bilind bû ku dest bi daxwaza hilbijartinên pêşwext kirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo kaosê çêbike planan çêdike û dibêje ‘di pêvajoyeke wiha de çi hilbijartin?’ û dixwaze van daxwazan bide jibîrkirin.

BÛYERÊN KAYSERÎ Û ANTALYA JI BO PLANA MÎT’Ê CERIBANDINEK BÛN

Weke ku tê zanîn di van rojên dawî de li Kayserî, Antalya û heta li gelek deverên Tirkiyeyê jî li dijî penaberên Sûriyeyî êrîşên nijadperestî hatin kirin. Di çapemeniya şerê taybet a Tirkiyeyê de ji ber gelek sedem û aliyên cuda bûyer ji raya giştî re hatin vegotin. Li gorî agahiyên çavkaniyê taybet dane, ev êrîş di çarçoveya amadekariya civîna MÎT’ê ya navborî de wek e ceribandin bûn. Di vê pêvajoyê de agahiyên weke nûçeyên ku Ûmît Ozdag û yên wekî wî dê bên girtin, di çapemeniyê de tiştên ku çavkaniya me li ser plana kaosê ya MÎT’ê gotiye piştrast dike. Çawa ku dewleta faşîst 15’ê Tîrmehê weke ‘bereketa Xwedê’ nirxand, teqez wê vê planê jî bi heman rengî binirxîne. Wek tê zanîn pêvajoya 15ê Tîrmehê li dijî Cemaeta Gulen dest pê kir, lê bi Rewşa Awarte ku hemû komên muxalefetê bi taybetî jî Kurd di nav xwe de girtibûn berdewam kir. Di dema ku MÎT’ê amadekariyên bûyerên Qeyseriyê û hevdîtina li ser vê yekê dikir, AKP’ê ji bo pêvajoyê û rastiyan manîpule (berovajî) bike gelek caran daxuyanî da. Weke ku tê bîra we, piştî van provokasyonan her kesî dît ku rayedarên AKP’ê bi îşaretkirina komên neteweperest-nîjadperest re çawa berê hedefan û mijaran berovajî kir û guherand.

HEMAN PLAN NE TENÊ LI TIRKIYÊ, LI KURDISTANÊ JÎ HAT KIRIN

Çavkaniya me ya ku plana kaosê ya MÎT’ê deşîfre kir, di derbarê bûyerên Qeyserî û Antalyayê de nêrîneke cuda heye. Wî got ku ev yek dê li Kurdistanê jî bibe. Çavkaniyê got: “Çalakiyên bi vî rengî li Kurdistanê jî hatibûn plankirin. Bi awayekî din, li Kurdistanê faktora Hîzbul-kontra-Huda Par derdikeve pêş. Di provakasyona ku li Kurdistanê tê kirin de, penaberên Ereb ên Sûrî bi endamên Huda Par re bên cem hev û êrîşê Kurdan bikin. Bi vî awayî hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê li Kurdistanê bi hawîrdoreke kaotîk Rewşa Awarte îlan kir û ne tenê şaredariyan dagir bike, wê gelek siyasetmedar, karsaz, jinên aktîvîst û nûnerên saziyên sivîl ên Kurd jî bigire. Piştre hemû mal û milkên wan desteser bike.“

‘HAKAN FIDAN Û TÎMA WÎ PLANÊ PÊŞKEŞÊ ERDOGAN KIRIN’

Çavkaniya taybet bal kişande ser wê yekê ku efserê şerê taybet Hakan Fîdan û ekîba pê re dixwazin rê li ber têkçûna siyaseta hundir û derve bigirin û got, “Şaredariyên di hilbijartinên navxweyî de winda bûn, pereyê Tirkiyê her roj nirx winda dike, gel her roj xizantir dibe, piştî deşîfrekirina peymanên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re, nanê Filistînê hat birîn û ya herî girîng jî windahiyên leşkerî yên li Kurdistanê zêde bûn û balafirên keşfê yên SÎHA-ÎHA hatin xistin û kêm bûne.  Dîsa di siyaseta ku li derve di navbera îtîfaqa Rûsya-Îran-Çîn de li dijî NATO’yê diqewime de, bûye wek darekê bi du serê xwe lewitî ma ye, Fîdan û ekîba wî ji bo ku rojev biguhere ev plan pêşkêşî Erdogan kirin. Dema ku bangêwazî û daxwazên hilbijartinên pêşwext ên ku bûye kabûsa (tirsa) Erdogan li rewşê zêde bûn, Erdogan çiraya kesk da vê planê. Ji ber ku dizanibû ku ji bo xêreke nû ya wek 15ê Tîrmehê çiqasî hewce ye, ‘bereketa Xwedê’ ku tama wê hêj jî di qesra Erdogan de dimîne. Dema cih û dem li gor daxwaza serokê faşîst Erdogan be, li welat tiştekî ku nebe nîne.“

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: erdoganFaşizma AKP-MHPkurdistanMITPlana NûTIRKIYE
Önceki yazı

Vaye Navên Li Pişt Hewldana Kuştina Ekrem Salih Ev in! NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Navên Kesên Ji Bo Plana Qeyraneke Nû ya Ji Aliye MİT û Parastin ve Hatine Erkdarkirin -NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Navên Kesên Ji Bo Plana Qeyraneke Nû ya Ji Aliye MİT û Parastin ve Hatine Erkdarkirin -NÛÇE TAYBET

Navên Kesên Ji Bo Plana Qeyraneke Nû ya Ji Aliye MİT û Parastin ve Hatine Erkdarkirin -NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist