Dewleta Tirk bi operasyona li Yalovayê ya herî dawî û gelek operasyonên bi vî awayî, îdia dike ku bi DAIŞ’ê re şer dike, lê tê zanîn ku di pêvçûnên herêmî de û bi taybetî li Sûriyê wekî amûrekî danûstandinê bikar tîne. Dewleta Tirk berjewendiyên xwe yên ewlehiyê bi armancên xwe yên jeopolîtîk re hevseng dike û DAIŞ’ê wekî amûrekî zext û bandorê berdewam bikar tîne.
Li gorî agahiyên ku me wekî lekolin.org bi dest xistin, duyê wan eslê xwe Tirk zêdetirî 19 çeteyên DAIŞ’ê yên berê di nav DAIŞ’ê de cih girtine û niha navên wan di nav komên SMO yên bi piştgiriya Tirkiyê de hatine tesbîtkirin hene. Bi heman awayî, gelek caran di çapemeniyê de derketiye holê ku di asta fermandariyê û rêveberiya HTŞ’ê de gelek çeteyên bi eslê xwe DAIŞ’î hene.
Piraniya çeteyên DAIŞ’ê yên di nav komên SMO de cih digirin, li Bakurê Sûriyê yanî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rolekî çalak dilîzin. Hate fêhmkirin ku hin ji van çeteyan di sala 2018’an de beşdarî operasyona dagirkeriyê ya Tirkiyê li Efrînê bûne û bi xwe di gelek qirkirinan de cih girtine.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, du çekdarên DAIŞê yên bi eslê xwe Tirk rasterast ji aliyê MÎT ve hatine erkdarkirin û di gelek operasyonan de li Sûriyeyê beşdar in.
Yê yekem Hakan ÖZTÜRK e, ku di sala 1979an de ji dayik bûye û bi eslê xwe ji navçeya Kadınhanı ya Konyayê ye. Ew ji aliyê MÎTê ve wekî berpirsiyarê çalakiyên li dijî hêzên HSDê hatiye erkdarkirin.
Yê din Engin UYAN e, ku di sala 1974an de ji dayik bûye û bi eslê xwe ji Meletiyê ye. Engin, ku rasterast ji aliyê MÎTê ve hatiye erkdarkirin, wekî şêwirmendê Huseyîn El Selame, serokê îstîxbarata Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, kar dike.

Li gorî agahiyên bi dest xistin, piraniya van çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê bi cih bûne. Malpera me lekolin.org di Nûçeya Taybet a 9’ê Gulana 2025’an de, navên hinek çeteyên DAIŞ’ê yên bi eslê xwe Tirk û biyanî yên di 28’ê Nîsana 2025’an de li Bakurê Sûriyê hatine girtin û şandin çoltera Sûriyê eşkere kiribû.
Hate tesbîtkirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên hebûna xwe li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de berdewam dikin, di nav komên El Hamzat, Sultan Murad Tümenî û Ehrar El-Şarqiye de cih digirin. Li van herêman çalakî û êrişên çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî berfireh berdewam dikin.
Navên çeteyên DAIŞ’ê yên di nav çeteyên SMO de hatine tesbîtkirin wiha ne:
-Basil Hasan el-Asura, navê wî yê sexte Ebu Usame el-Şami, ji dayikbûna 1993, eslê wî ji Reqayê ye. Çeteyê ku di gelek qirkirinan de cih girtiye, niha li herêma Girê Spî di nav koma El Hamzat de kar dike.
-Ersemîd, navê wî yê sexte Ebu el-İslam el-Kelemoni, ji dayikbûna 1995, eslê wî ji gundewarên Şamê El-Nebk e. Li herêma Serêkaniyê di nav koma Ehrar El Şarqiye de cih digire.
-Beşir el-Amuri, navê wî yê sexte Ebu Ahmed el-Tadmuri, ji dayikbûna 1995, ji kasaba El Suxnê (El-Sukhne) ya girêdayî Humusê, ji eşîra Amur e. Li herêma Serêkaniyê di nav Sultan Murad Tümenî de cih digire.
-Abdullah Ahmed el-Abdullah, dayika wî Rihab el-Şileh, ji dayikbûna 1991, ji gundewarên Humusê. Li herêma Serêkaniyê-El-Suwar di nav koma Hamzat de ye.
-Abdullah el-Şemeri, navê wî yê sexte Ebu Tilha el-Şemeri, 35 salî, ji kasaba El Suxnê ya girêdayî Humusê. Li kasaba Silûk a Girê Spî di nav koma Ehrar El-Şarqiye de kar dike.
-Abdullah Muhammed el-Avid, navê wî yê sexte Ebu Seyf el-Halebi, ji dayikbûna 1989, ji herêma El-Sifre ya Helebê. Li herêma Girê Spî di nav koma El Hamzat de cih digire.
-Basil Muhammed el-Ali, navê wî yê sexte Ebu Talha, 25 salî, ne ji eslê Sûriyê ye. Li kasaba Silûk a Girê Spî di nav koma El Hamzat de ye.
-Abdullah Muhammed el-Inzi, navê wî yê sexte Ebu Muhammed el-Cezravi, dayika wî Nura, 30 salî, bi eslê xwe ji Erebistana Siûdî ye. Li herêma Girê Spî di nav koma Ehrar El-Şarqiye de cih digire.
-Abdurrahman Muhammed, navê wî yê sexte Ebu Kasura, ji dayikbûna 1993, eslê wî ji Dêrazorê ye. Li herêma Serêkaniyê di nav koma Ehrar El-Şarqiye de cih digire.
-Ebu Ömer Hatem, 35 salî, eslê wî ji Reqayê ye. Li herêma Serêkaniyê di nav koma Ehrar El-Şarqiye de kar dike.
-Ebu Faysal el-Naimi, ji dayikbûna 1995, eslê wî ji Tedmur (Palmira) ye. Li herêma Serêkaniyê di nav Sultan Murad Tümenî de ye.
Navên çeteyên din ên ji herêmên berê di bin kontrola DAIŞ’ê de hatine wiha ne:
-Ebu Süleyman el-Menbici, 37 salî, eslê wî ji Minbicê ye. Li herêma Girê Spî di nav koma Ehrar El-Şarqiye de ye.
-Ebu el-Vefa el-Tunisi, 40 salî. Li herêma Serêkaniyê di nav koma Ehrar El-Şarqiye de kar dike.
-Adhem Fatah el-Şikerci, ji dayikbûna 1999, eslê wî ji Dêrazorê ye. Li herêma Serêkaniyê di nav Sultan Murad Tümenî de ye.
-Ahmed Ali el-Kasım, navê wî yê sexte Ebu el-İslam el-Şami, 40 salî, eslê wî ji Reqayê ye. Li herêma Girê Spî di nav koma Ehrar El-Şarqiye de cih digire.
-Ahmed Halid el-Rahmun, navê wî yê sexte Ebu Mariye el-Ensari, ji dayikbûna 1993, ji parêzgeha Şamê ye. Li herêma Girê Spî di nav koma El Hamzat de kar dike.
-Erwa Esad el-Daifis, navê wî yê sexte Ebu Semir el-Humsi, ji dayikbûna 1989, eslê wî ji Xinêfês a Homsê ye. Li herêma Serêkaniyê di nav koma Ehrar El-Şarqiye de ye.




