Biryara stratejîk a Komîteya Rêveber a PKK’ê ya ji bo vekişandina hemû hêzên gerîla ji metropolên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve, ji aliyê dewleta Tirk ve wekî derfetek ji bo “konsepteke nû ya îmhayê” tê dîtin. Raporên nirxandinê yên bi dîroka 26’ê Cotmeha 2025’an ên ku ji aliyê yekîneyên ewlekarî û îstixbaratê ve hatine amadekirin, radixin ber çavan ku di bin navê “pêvajoya aştiyê” ya Enqereyê de, planeke ji bo zêdekirina nifûza xwe ya herêmî û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bi rêya barkirina şer li derveyî sînorên Tirkiyeyê veşartî ye. Li gorî belgeyan, MÎT’ê ev pêvajo ji aliyê îstixbarî, dîplomatîk û leşkerî ve veguherandiye derfetekê û planeke dorpêçkirinê ya piralî xistiye dewrê.
LINGÊ PLANÊ YÊ IRAQÊ: BARKIRINA ŞER BER BI BAŞÛR VE
Stratejiya herî balkêş a di belgeyan de, bikaranîna hebûna gerîla ya li Başûrê Kurdistanê wekî hêmaneke şantajê li dijî hikûmeta Bexdayê ye. Dewleta Tirk, bi vê hincetê, armanc dike ku êrîşên xwe yên hewayî û operasyonên bejahî yên li ser axa Iraqê “rewa” bike. Armanca sereke ew e ku zextê li hikûmeta Bexdayê bike, wê neçar bike ku li dijî PKK’ê helwest bigire û bi vê rêyê hem di navbera dewleta Iraqê û Îranê de hem jî di navbera Bexda û Kurdan de dînamîkeke nû ya pevçûnê biafirîne. Di raporê de, bi gotinên “Vekişîna tam a hêmanên PKK’ê guherîneke stratejîk temsîl dike. Ji ber ku hebûna wan a li Iraqê êdî ne tenê baregeheke paşîn e, di heman demê de di serdema piştî şer de wekî baregeheke girîng a partiyê ye” bingeha vê stratejiyê tê ravekirin. Helwestên dualî yên DYA, Îran û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê (HKI) jî di vê planê de wekî amûran tên dîtin.
LI SÛRIYEYÊ LÎSTIKEKE NÛ: BAZARA UYGURAN BI ÇÎNÊ RE
Lingê planê yê Sûriyeyê tifaqên hîn tevlihevtir û qirêjtir dihewîne. Hevdîtina ku di 25’ê Cotmeha 2025’an de li Şamê di navbera heyeta MÎT’ê û Teşkîlata Ewlekariya Dewleta Çînê de pêk hat, asta têkiliyên dewleta Tirk bi komên çete yên li Sûriyeyê re û çawaniya ku ev yek di qada navneteweyî de bûye mijara bazarê, nîşan dide. Îstixbarata Çînê, ji bo radestkirina serokên komên bi eslê xwe Uygur ên ku li herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) a destekkirî ya Tirkiyeyê de ne, rasterast zextê li MÎT’ê dike. Vetokirina biryara NY’yê ya ji bo derxistina navê serokê HTŞ’ê Colanî ji lîsteya terorê ji aliyê Çînê ve, wekî encameke vê zextê tê nirxandin. Ev rewş nîşan dide ku dewleta Tirk di dosyeya “çeteyên biyanî” de rasterast berpirsiyar tê dîtin û hevkariya wê ya bi van çeteyan re di qada navneteweyî de êdî gihîştiye xaleke ku nayê domandin.
LI HELEBÊ ÎLHAQA FIÎLÎ: STRATEJIYA ‘WÎLAYETA TIRK’
Armanca esasî ya dewleta Tirk a li Sûriyeyê ku ne tenê “ewlekarî” lê dagirkerî û îlhaqeke mayînde ye, bi çalakiyên ku li Helebê tên meşandin zelal dibe. MÎT, Helebê hema bêje wekî “wîlayeteke Tirk” ji nû ve dîzayn dike. Hemû sazî û dezgehên îdarî û ewlehiyê yên bajêr (emniyet, îstixbarat, polîsên leşkerî) bi kesên girêdayî MÎT’ê û piranî ji koka Îxwan (Birayên Misilman) tên tayînkirin. Balyozê Tirk Mi`emar Cengiz, li otelên Helebê bi saziyên wekî MÜSİAD’ê re civînan li dar dixe û aboriya bajêr pêşkêşî sermayeya Tirk dike, ku ev jî aliyê aborî yê îlhaqê pêk tîne. Pîşesaziya herêmî bi ketina bêgumrik a kelûpelên Tirk têk diçe, û erdên çandiniyê û fabrîqe ji aliyê sermayeya Tirk ve tên kirîn. Hedefgirtina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê Balyoz Cengiz ve bi gotina “Em amade ne ji bo parastina Helebê bi komên Kurd re (QSD) şer bikin” wekî îlaneke eşkere ya niyeta guhertina demografîk û êrîşa li dijî Kurdan di qeydan de cih digire.
HEVKARIYA HTŞ-MÎT’Ê: LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER TIFAQÊN QIRÊJ
Beşa herî krîtîk a raporan, çalakiyên hevpar ên ku MÎT û HTŞ ji bo hilweşandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşînin, deşîfre dike. Armancên sereke yên vê tifaqa qirêj ev in:
Fitne û Provokasyon: Plana ku ciwanên Elewî bi zextê di bin sîwana komeke leşkerî de bên komkirin û li dijî QSD’ê bên şerkirin, her çend bi hişyariya îstixbarata Rûs re asteng bûbe jî, niyeta xistina nifaqê di navbera gelan de eşkere nîşan dide. Bi heman awayî, bi afirandina pirsgirêkan di navbera civakên Xiristiyan û Ereb de li ser mijarên wekî mufredata perwerdeyê, modela Rêveberiya Xweser a ku bingeha xwe dispêre yekîtiya gelan tê hedefgirtin.
Provaya Serhildanê li Dêrezorê: Bi rêya şêxên eşîran ên li herêmên Dêrezor û Şemerî, planên “rakirina gel li dijî QSD’ê” tên çêkirin. Armanc ew e ku li herêmê çirûskeke serhildanê were pêxistin û Rêveberiya Xweser ji hundir ve were hilweşandin.
Hewldana Dizîna Dosyeya “Têkoşîna li Dijî Terorê”: Ji bo şikandina rewaîtiya navneteweyî ya ku QSD’ê di têkoşîna li dijî terorê de bi dest xistiye, HTŞ bi koordîneya MÎT’ê hin komên radîkal ên biyanî tasfiye dike. Bi vî awayî, peyama “têkoşîna esil a li dijî terorê em dimeşînin” didin welatên Rojava û hewl didin rola QSD’ê bidizin.
Dema ku hemû ev dane tên cem hev, tê fêmkirin ku dewleta Tirk vekişîna gerîla kiriye hincet û li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û destkeftiya wê ya herî şênber, projeya Rêveberiya Xweser, konsepteke îmhayê ya topyekûn daye destpêkirin. Stratejiya kûrkirina şer li Iraqê, mayîndekirina dagirkeriya leşkerî bi îlhaqa siyasî û aborî li Sûriyeyê, û êrîşkirina li dijî Rêveberiya Xweser bi destê çeteyan, nîşan dide ku ne tenê erdnîgariya şer, lê karakterê şer jî guheriye û têkoşîn ber bi qonaxeke hîn tevlihevtir ve diçe.
Firat ALÎ




