• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Gotinên Rayedaran Daxwazên Gel Pêşwazî Nakin

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: GOTAR
255 3
A A
Gotinên Rayedaran Daxwazên Gel Pêşwazî Nakin
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

19 Nisan 2018 Perşembe Saat 15:15

Bi qasî salekê ye li Kurdistanê bûyerên girîng diqewimin. Van rojan gelek rojevên giran û sosret di rojave gelê Kurd û cîhanê de hene.

Bi qasî
salekê ye li Kurdistanê bûyerên girîng diqewimin. Van rojan gelek rojevên  giran û sosret di rojave gelê Kurd  û cîhanê de hene. Hinek jê bi çend gotinan
nikare bên şirovekirin û hinek rojev jî ewqas dubarene mirov naxwaze carek din
bibihîze. Lê ev yek rastiyeke ku tiştên civaka Kurd dixwaze û gotinên rayedarên
Başûrê Kurdistanê hev nagirin. Daxwaz û hêviya civaka kurd yekîtî û hevgirtina
siyaseta kurd e, rayedarên Başûrê Kurdistanê jî daxwiyaniyên êrişên li ser
herêma Kurdistanê rewa didin nîşan, şûna li dijî neyarên Kurdan derkevin û gel
û xaka Kurdistanê biparêzin heyîna aliyekî kurd dikin eger û êrîşan mafdar
derdixin hev nagirin. Di vir de  neguhdarkirina
civak û daxwazên wê heye, an jî hevkariyek xurt a ji civakê tê veşartin heye.
Ji ber her pêşeng û nûner ger bi rastî xwedî angaşta pêşengî û rêbertiya
civakekê be, neçare daxwaz û pêdiviyên gel û civaka xwe bilêv bike. Her gotina
berevajî van daxwaz û pêdiviyên civakê di hişê mirovan de pirsên nû peyda dike.
 

        Pargala kapîtal û destpotîk çawa bedena jinê
parçeparçe dike û li her parçeyekê bihayekê lê bar dike, îro noker û xayînên
Kurdistanê jî li her parçeyek bedewiya kurdistanê bihayek lê barkirine û her
roj bajar û çiyayek ê kurdistanê difiroşin dijmin. Ev bazar li ser xwîna jin û
ciwanên Kurd pêk tê. Wisa  bawer dikin
ger vê yekê bikin wê bi rastî jî dijmin bihêle ew li ser kursiyên  xwe rûnin û bazara newal, çiya, av û deştên
kurdistanê bikin.  Lê divê ev kesane baş  bizanin ku  ger  ax
û warê kurdistanê  ji jin û ciwanên wê re
nemîne, wê kêr bikeve ser stûyê yên ku nixr, ax û civaka xwe difiroşin û wê
dora serjêkirinê bê wan. Ji ber ku bi çi rengî dibe bila  bibe dawiya dawî xiyanet û bêkerametî bi
herkesê dide windakirin. Yên ku ev kirasê naletê li xwe kirîn jî ti caran ji
şûrê neyar û dijminên gelên xwe rizgar nebûne, piştî karê neyaran bi wan xilas
bûye dora kuştin û mirinê hatiye wan.

 Heftê sal e berdêla xwîna bi hezaran mirov têkoşînek
mezin li Başûrê Kurdistanê tê meşandin.  Di
encama evqas xwîn û berdêl destkeftiyên mezin ketin destên Kurdan.  Lê mixabin ew destkeftî nebûn malê Kurdan û
nehatin parastin.  Di berdêla berjewendiyên
hinek hêzên Başûrê Kurdistanê yên malbatî û hizbayetî de ji neyarên gelê Kurd
re hatin pêşkêşkirin. Encamên referandomê û pêvajoyên piştî wê eşkere danîn
holê ku neyarên Kurdan firsendên herî biçûk jî bi kar  tînin û  ji ber siyayetên nerast û xwe distpêrin
baweriya bi dijmin  bi gelê Kurd da
windakirin.  Ma  yekî berê tang û firokeyên dijmin bide jin,
ciwan, zarok, pîr, bax û bîstanên  gelê
xwe çi ferqa wan neyar û dijminê gel heye. Bi salan e gelê Kurd  li Bakûrê 
Kurdistanê  êşa kiriyarên cehşên
kirêgirtî  û li Başûrê Kurdistanê  berdêla siyasteta  tewş û nokeriyê dide .  Lê gelê Kurd ê ku ev heftê sale êşa vê siyaset
û hişmendiya nokeriyê dijî, gihiştiye qonaxa fêmkirin û naskirina van rastiyan
û rûpoşên van derdoran ji ser rûyê wan xistiye.

     Gelê Kurd êdî vê rastiyê dibîne. Bi
xayîntî û nokeriyê, bi benîbûn û xulamtiya ji dijminan re ti maf û daxwaz nayên
bi destxistin. Çare û riya xwegihandina azadî, wekhevî û mafan bi baweriya
cewherî, yekîtî û hevgirtina gelê kurd a li her parçeyê Kurdistanê pêk tê.
Daxwaz û hêviya civaka kurd ji pêşeng û siyaseta Kurd ev e. Lewma yên ku êdî ji
derveyî vê rastiyê tevbigerin, dê ji aliyê civaka Kurd ve neyên pejirandin û
nekarin wekî berê kiryar û siyasetên xwe yên qirêj bi gelê kurd bidin
pejirandin. Siyaseta kurd di qonaxekî wîsa nazik de ye. An dê daxwaz û hêviyên
gel rast werin fêmkirin û li gorî wê tevgerkirin çêbe, an jî dê civaka kurd kes
û derdorên bi salane xwe dispêrin dijmin û neyaran bavêje sergoya dîrokê.

       Ji ber ku xiyanet, înkar û îmha bÎst û
çar seatan li ser kar e. Ti partî û rêxistineke Kurd nemaye ku bi destên xayîn  û nexêrxwazên gelê xwe endamên wan nehatibin
kuştin û windakirin. Xiyanet bûye kurmek û ketiye nav yekitiya Kurdan. Tişta
hêz  û şiyana kurdan têk dibe ev e. Kengê
hêza van derdoran a têkbirina aliyekî kurd têrê nekiribe hewara xwe gihandine
dijmin, bi tang û  artêşên hêzên dagirker
xwestine hêzekî din a kurd tine bikin û plana xwa  bibin serî.

Niha dîsa li
Başûrê Kurdistanê qonaxek nazik û girîng tê jiyîn. Artêşa dijminê Kurdan a
sereke bi armanca dagirkirina Başûr bi rojane gund, zozan, çiya û xaka Kurdistanê
bombebaran dike, leşkeran dikişîne. Lê li hemberî vê hewla dagirkirina xaka
Kurdistanê û kuştina kurdan daxwiyanî û helwestên Nêçîrvan Barzanî û rayedarên
Başûrê Kurdistanê berevajî daxwaz û pêdiviyên gel in. Lewma dema tu rewşa niha
tê jiyîn û daxwiyaniyên rayedaran ji gel dipirsî heman bersivê dide: “Zikê me
ji xayîntiyê têr e, êdî bes e! Divê Kurd bizanin ji bo dijmin ne ferqa parçeyên
Kurdistanê, ne jî ferqa gelê li parçeyan dijîn heye. Bila xayînên kurd bes devê
xwe bikin riyên mafdarkirin û rewakirina kuştina Kurdan. û helwest û daxwazên
xwe yên yekîtiya siyaseta kurd dubare dikin.

Bihar
Denîz

Kürdistan Stratejik
Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com – www.lekolin.org
– www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

Etiketler: araştırmagelHalkKurdkurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Konya’daki Faşist Saldırı Sürüyor: 1 Öğrenci Ağır Yaralandı

Sonraki Haber

Li Rojhilata Navîn Faşîzm Di Asta Herî Jor De Ye

Benzer Haberler

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê
GOTAR

Ji Baba Îshaq heta Sirri Sureya: Kevneşopiya Berxwedana Semsûrê

23 May 2026
Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê
GOTAR

Qada Şerê Nû ya Rojhilata Navîn: Paşeroja Dijwar a Sûriyeyê

21 May 2026
Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?
GOTAR

Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

17 May 2026
Sonraki Haber
Li Rojhilata Navîn Faşîzm Di Asta Herî Jor De Ye

Li Rojhilata Navîn Faşîzm Di Asta Herî Jor De Ye

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    526 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 132
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist