Di demên dawî de, li bakur û rojhilatê Sûriyê, li herêmên Dêrazor, Reqa û Tebqayê, tevgera şaneyên razayî yên di bin navê “Artêşa Eşîran” de zêde bûye, malpera me Lekolin.org ev yek ragihandibû. Bi heman awayî, di civînên bi perspektîfa Enqereyê û navenda Şamê de, plana qirêj a MİT û HTŞ’ê ya bi riya eşîran di Dosyaya Taybet a me ya 31’ê Tîrmehê de bi hemû hûrguliyên xwe derxistibûn holê. Niha jî bi îstixbarata HTŞ’ê û bi hevkariya MİT’ê, komên ku serokatiya wan çeteyên DAIŞ’ê dikin di bin navê Artêşa Eşîran de wekî Tugaya Rizgarkirina Cizîrê fermî kirine.
DAIŞ, ÇEKA KEVIN A MİT’Ê YA BI CILÊ EŞÎRANE
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, MİT bi taybetî li herêmên Dêrazor, Reqa û Tebqayê çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyê di bin navê eşîran de ji nû ve rêxistin dike û armanc dike ku li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi kar bîne.
MİT, bi navê “Tugaya Rizgarkirina Cizîrê” ji bo eşîra El Eşrafê avahiyek ava kiriye û di vê tugayê de serokên çeteyên DAIŞ’ê yên berê bi MİT’ê ve girêdayî hene.
Armanca tugayê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kaos û bêîstiqrariyê biafirîne; bi êrişên sabotajê û bi armanckirina serok û rayedarên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk tirsê belav bike. Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê yên di vê tugayê ya di bin navê Artêşa Eşîran de cih digirin, wekî şaneyên biçûk bên rêxistinkirin û bên şandin cihên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşan pêk bînin.
EŞÎRÊN EREB, ÇEKA NÛ YA MİT’Ê
Dewleta Tirk, demeke dirêj e li gundewarên Heleb û Hesekê yên di bin kontrola xwe de çeteyên ÖSO’yê yên girêdayî xwe bi kar tîne ji bo ku îstiqrara herêmên Rêveberiya Xweser xera bike û li QSD’ê bide êrîşkirin. Li herêmên Dêrazor, Reqa û Tebqayê jî eşîrên Ereb ji bo berjewendiyên xwe li dijî Rêveberiya Xweser provokasyon dike. Di Nûçe Analîz a malpera me lekolin.org ya hefteya borî de, dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina destkeftiyên Kurdên Rojava, bi taybetî li Dêrazorê û gelek herêm ên Sûriyê bi rêya eşîrên Ereb lobiyê dike.
Di Adara 2025’an de, li gundewarên Şamê, li herêmên Heresta û Eyn Terma civînek DAIŞ’ê hate lidarxistin û gelek serokên rêxistinê tevlî civînê bûn. Di vê civînê de DAIŞ biryara destpêkirina êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin, îstixbarata HTŞ û MİT bi temamî ji vê civînê agahdar bûn û piştgiriya xwe ji vê biryarê re ragihandin. Lê belê Tirkiye, ji Îbrahîm û Musab el-Hefl re pêşniyar kir ku van êrîşan bi riya “Artêşa Eşîran” bi rê ve bibin; bi karanîna têkiliyên eşîran armanc dikin ku di navbera ereb û Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser de şikestinê biafirînin.
MİT, plan dike ku van êrîşan ne bi navê DAIŞ’ê lê bi riya firqeyên herêmî yên di bin navê “Artêşa Eşîran” de ava kirine pêk bîne. Bi vî awayî, tiştê ku bi destê HTŞ û çeteyên ÖSO’yê nikarîbû bike, bi riya firqeyên herêmî yên di bin navê Artêşa Eşîran de ava kirine bike. Herwiha bi rêya gelên Ereb û Kurd mezhebîparêziyê gur dike û zeminê êrîşan fireh dike.
Di 10’ê Cotmeha 2025’an de, komeke eşîrên xwe bi navê Volkana Fıratê bi nav kirin di nav de çeteyên DAIŞ’ê hebûn – li navçeya Ebû Hamam a Dêrazorê navenda Koma Jinan a Zenobiya şewitandin. Ev yek êrîşa yekem a çeteyên eşîran ên di bin navên cûda de organîze bûne bû û ev êrîş bi temamî di çarçoveya perspektîfên îstixbarata MİT û HTŞ’ê de hate kirin.




