• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Jiyana Duzimanî Belav Dibe

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Dîrok û Zimanê Kurdistanê
248 10
A A
Jiyana Duzimanî Belav Dibe
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

03 Ocak 2011 Pazartesi Saat 17:19

Kampanya îmzeyan a ku di çarçoveya “Duzimanî” de ji aliyê Rêxistina BDP’ê ve hatiye destpêkirin rastî eleqeyekî mezin tê.

Kampanya îmzeyan a ku di çarçoveya “Duzimanî” de ji aliyê Rêxistina BDP’ê ve hatiye destpêkirin rastî eleqeyekî mezin tê. Rêxistina BDP’a Panosê standa îmzeyan vekir. Şaredariya Dêrsîmê jî tabelayên yekîneyên xizmeta şaredariyê guhert û dimîlî lê zêde kirin.

TABELEYAN DIMILÎ (ZAZAKÎ)

Rêxistina BDP’ê ya Panosê di çarçoveya kampanyaya “jiyana duzimanî” de li ser kolana Agir-Wan standa îmzayan vekir. Serokê Rêxistina BDP’ê ya Panosê, Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz û endamên Meclîsa Şaredariyê stand ziyaret kirin. Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz, diyar kir ku ew dê zimanê kurd li her qada jiyana bikarbînin û wiha got: “Ji ber ku bê ziman jiyan nabe. Ji ber vê yekê em dê zimanê xwe li her qada jiyanê bikarbînin.” Piştî axaftinê kesên stand ziyaret kirin îmza avêtin. Gelê navçeyê jî eleqeyekî mezin nîşanî kampanyaya îmzayan didin.

LI ŞAREDARIYA DÊRSÎMÊ JÎ TABELAYÊN DIMÎLÎ HATIN DALIQANDIN

Şaredariya Dêrsîmê jî piştgîrî da “jiyana duzimanî” û tabelayên yekîneyên xwe yên xizmetê li gel tirkî dimilî jî nivîsandin. Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Projeya partiya me ya Xweseriya Demorkatîk heye û em jî şaredariya xwe lê gorî vê yekê birêve dibin. Pêkanîna vê projeyê jî rêveberên herêmî ne. Em jî li Dêrsîmê di vê çarçoveyê de xizmeta bi duzimanî dikin. Me tabelayên hemû odeyên xwe bi zaravayê dimîlî daliqandin. Em tenê bi vê yekê namînin. Ji xwe em di civînên gel de bi zimanê zikmakî di axivin. Dê xebatên me yên ziman hêj berfireh bibin.”

SALNAMEYÊN BI KURDÎ

Şaredariya Sêrtê, bi kurdî tirkî û erebî sersal pîroz kir û li gelek kolan û qadên bajar pankartên “Sersala we pîroz be” daliqand. Şaredariyê piştî vê hewldana 3 zimanî niha jî salnameyên bi 3 zimanan li esnafan belav dike. Xebatkarên Şaredariya Sêrtê salnameyên bi kurdî, erebî û tirkî li esnaf û welatiyan wekî diyarî belav dike.

BAZARA MEZIN A WANÊ TABELAYA KURDÎ DALIQAND

Esnafên Wanê di çerçoveya kampanya “Jiyana duzimanî” ya ji hêla BDP’ê û KCD’ê ve hatibû dest pêkirin, li Bazara Mezin a Gel tabelaya kurdî daliqandin. Esnafên bazara li ser Kolana Nexweşxaneyê ya li hemberî Edliyeya Wanê bi merasîmekê tabelaya kurdî daliqadin. Di merasîmê de Hevserokê BDP’ê yê Wanê Cuneyt Canîş, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û esnafên bazarê amade bûn.

LI ÊLIHÊ ETÎKETA BI KURDÎ Û TIRKÎ

Rêxistina BDP’ê ya Êlihê û saziyên sivîl di çarçoveya kampanya “Duzimanî” de etîketên kurdî û tirkî li esnafan belav kirin.

Piştî biryara BDP’ê û KCD’ê ya “duzimanî” li herêmê her ku diçe piştgiriya kampanyayê zêde dibe. Li Êlihê jî, Odeya Esnaf û Kiştûkalan, Rêxistina BDP’ê, Şaredarî û Şaxa KURDÎ-DER’ê, etîketên kurdî û tirkî li bazara Taxa Baglarê belav kir.

ESNAFÊN GURGUMÊ DEST BI GUHERTINA TABELAYAN KIRIN

Piştî ku BDP’ê kampanya duzimanî dest pê kir li gelek navçe û bajarên kurdan esnafên kurd dest bi guhertina tabelayan kirin û navên kurdî li tabelayên xwe kirin. Li navçeya Gumguma Mûşê jî esnafan di çarçoveya kampanya duzimaniyê de dest bi guhertina tabelayan kirin û tabelayên kurdî bi dikanên xwe vekirin. Her wiha gelek esnaf jî ji bo tabelayên xwe bikin kurdî sparîşan didin reklaman. Bi taybetî ji ber k li Gumgumê zaza û kurmanc hene tabela bi kurmancî û zazakî tên nivîsandin.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Li Efrînê Di Perwerdehiya polîsan a çeteyan de 50 endamên ENKS’ê jî hene

Sonraki Haber

KATLİAM

Benzer Haberler

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

13 April 2021
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

15 March 2020
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

15 March 2020
Sonraki Haber
KATLİAM

KATLİAM

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist