Wekî ku di serdana dîplomatîk a dawî ya Hakan Fidan a Misrê de jî hate dîtin, têkiliyên Misir-Tirkiyeyê niha baştir dixûyên. Lêbelê, di aliyê din de jî Tirkiye hewil dide bi riya komekî terorîst ê girêdayê Birayên Misliman, amadekariya êrîşê ya li ser bajar û navçeyên sereke yên Misrê dike.
Gelek çavkaniyên Misrî raporên piştrastkirî yên çalakiyên dewleta Tirkiyê yên ku ji hêla komên girêdayî Birayên Misilman ve hatine destpêkirin weşandine. Agahiyên ku ji hêla çavkaniyên cûrbecûr ên ku komên îslamî li Misrê dişopînin ve hatine peyda kirin piştrast dikin ku dewleta Tirkiyê bi eşkere û vekirî piştgirî dide çalakiyên Birayên Misilman.
KOMA TERORÎST EL-HASIM A GIRÊDAYÊ BIRAYÊN MISILMAN DÊ BIKEVE MISIRÊ
Li gorî çavkaniyên li Misrê ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, ev kom amadekariyên ketina Misrê dikin û armanc dikin ku operasyonên li dijî deverên sereke yên wekî Îskenderiye û taxa Bajarê 6 Oktobir bidin destpêkirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku ev agahî li ser çalakiyên îstîxbarata Tirkiyê ye ku komek bi navê “El-Hasim” kom kiriye, ku ji hêla hem Misir û hem jî Îmaratên Yekbûyî yên Erebî ve wekî gefek li ser ewlehî û aramiyê tê destnîşankirin. Li gorî raporan, ev kom gihîştine Lîbyayê û dûv re ji bo veguhastina Balafirgeha Mitîga ya li Lîbyayê ji bo şandina bo Misrê li Bendera Xemis Muşayt hatine bicihkirin. Çavkaniyan diyar kirin ku di barkêşiyê (kargo) de dê komên Hasim ên ku bi çekên pêşkeftî hatine sazkirin hebin û dê bi balafirên barhilgir ên Tirkiyê ji bo Lîbyayê werin veguhastin. Balafirên barhilgir ên Tirkiyê dê alavên leşkerî bigihînin sînorê rojavayê Misrê, bi taybetî noqteya kontrolê ya El-Owaynet. Çavkaniyan tekez kirin ku ev kom dê bikevin axa Misrê û bajarên Qahîre, Îskenderiye û herêma navçeya 6 Oktobir hedef bigirin.
“DI JOR DE DÎPLOMATAN DI JÊR DE JÎ KOMÊN TERORÎST DIŞÎNE”
Çavkaniyên Misrî, bal kişandin ser hevdîtina Wezîrê Derve yê AKPê Hakan Fîdan û Misrê, tekez kirin ku her çend her du welat bi hinceta başkirina têkiliyan ji jor dîplomatan dişînin jî, ew di heman demê de bi dizî terorîstên girêdayî Birayên Misilman dişînin da ku aramiya li Misrê têk bibin.
Çavkaniyan navên kesên ku dê bikevin axa Misrê û van operasyonan pêk bînin û navên ku wan bi dest xistine jî eşkere kirin. Lêbelê, li gorî çavkaniyan, ev kes ku navên wan hatine piştrast kirin, amadekariyên ketina Misrê dikin.
Navên endamên Koma terorîst El Hamis ku dê operasyonan li axa Mısırê pêk bînin ev in:
– Radi Abdel Karim Al-Shayt
– Muhammed Abdül Rahman Mücahid
– Tarık Nakar Al-Amshawi
– İzzet Salah Al-Shaqrawi
– Muhammed Fathi Muhammed
-İbrahim Wissam Ubaid Hamid
– Zakaria Ubaid Fathi Fahmy
– Wagih Mahrus Muhammed
– Diaa Muhammed Badawi
– İslam Muhammed Aryan
-Muhammed Attia Zakslul
– Ubaid Radhi Fayez Muhammed
– Youssef Ahmed Al-Shahat
– Rahim Halid Aqoub
– Jaber Muhammed Amiro
– Fateh Muhammad Amjuir / Libyalı
– Muhammed Muhammed Maksabi / Libyalı
– Ubaid Mevla Muhammed Bu Halime / Libyalı
– Rafi Yusuf Bu Hajar / Libyalı
– Muhammed Salim Muntaser / Libyalı
– İbrahim İsmail Bu Zeydi / Libyalı
– Abed Hadi Abdurrahman Ebu Bekir / Libyalı
– Muhammed Ali Farkash / Libyalı
– Saeed Khaled Al-Tarhouni / Libyalı
– Issam Ramazan Kaşu / Libyalı
– Sufyan Ahmed Tira / Libyalı
– Hamza Khamis Wadaoui / Libyalı
– Zuhair Miftah Hamidi / Libyalı
– Taher Muhammed El-Ansari / Libyalı
– Mu’ayyad Walid Tebboune / Libyalı
– Khaled Omar Abu Darbala / Libyalı
– İmad Muhammed Boujrida / Libyalı
– Barak Kamel Zitouni / Libyalı
– Musa İbrahim Harsallah / Libyalı
– Sadiq Hassan Khitali / Libyalı
– Muhyiddin Dharar Meşat / Libyalı
– Abed Mutia Abdul Azim / Libyalı
– Othman Sabry Abu Khajima / Libyalı
– Abed Al-Wafi Ahmed Ahmed Al-Dabai
– Mansour Abed Salam Zariit / Libyalı
– Mahjoub Ebu Rawi Hüseyin / Libya
– Muhammed Şabir Nashtoush / Libyalı
– Saleh Shaiban Abu Khairis / Libyalı
– Muhammed Suhaib Salito
– İmam Ahmed El Fituri / Libyalı




