Tevgera siyasî ya Kurdan, di dîrokê de ne tenê li hember êrîşên fizîkî, lê di heman demê de li hember her cureyê têgihiştina kolonyalîst jî berxwedanek mezin nîşan daye. Ev berxwedan, ne tenê navê şerên çekdarî an jî têkoşîna li kolanan e; di heman demê de li hember êrîşên li ser raman, nasname, ziman û çandê jî têkoşîneke dirêj û bêhna kûr a hebûnê ye.
Îro qada têkoşînê fireh bûye, rêbaz guherîne, lê armanc neguheriye. Niha beşeke girîng a êrîşan li qadên dîjîtal, li ser medyaya civakî tê meşandin. Hevokên bi hişmendî hatine hilberandin, tawanbarkirinên heman cureyî û zimanê heman bi awayên cuda di kanalên cuda de têne belavkirin, ev yek bi eşkere nîşan dide ku ev êrîş ne tesadufî ne. Ev rewş, berdewamiya şerê psîkolojîk eşkere dike.
Armanca bingehîn a van êrîşan, gelê welatparêz ku bi têkoşîna azadiyê bawer dike, moralê wî kêm kirin, hêviyê lawaz kirin û hevgirtina civakî belav kirin e. Hin kes bêyî ku hay jê hebin dikevin nav vê pêvajoyê, hinên din jî bi hişmendî dibin hilgirên van êrîşan. Lê rastiya dîrokî ev e: Li hember civakeke rêxistinkirî, tu kampanyaya reşkirinê nikare mayînde bimîne.
Rêber Abdullah Ocalan, bingehê berxwedana civakî bi vê gotinê tîne ziman: “Civak heke rêxistinkirî be, ew azad e; civaka bêrêxistin jî bêparastin e.”
Ev gotin, ne tenê slogan e; ew kurteya tecrûbeya dîrokî ye. Ji ber ku rêxistinkirin, refleksa parastina xwe ya gel e, hêza jiyankirina nasnameya xwe û îradeya avakirina paşeroja xwe ye. Tam li vê xalê, yek ji girîngtirîn piştevaniyên civaka rêxistinkirî, kevneşopiya çapemeniya azad e.
Çapemeniya azad, bîra gel e. Civaka bê bîr rêberiya xwe winda dike. Dema dengê rastiyê bêdeng kirin, civak di tariyê de tê hiştin. Ji ber vê yekê, parastina çapemeniya azad, ne tenê hilbijarteyekê medyayê ye; ew mijareke hebûnê ye.
Îro hewcedariya bi tevgereke hişmendiyê ya nû heye. Navê vê tevgirê eşkere û zelal e: Li her malê, li her derê çapemeniya azad. Ev bang, ne pêşniyareke hêsan e; bangewaziyeke berpirsiyariya civakî ye. Her malbata welatparêz, divê li rêza yekem a televizyonên mala xwe kanalên çapemeniya azad bi cih bike. Heke zarokên me hebin, divê em wan teşwîq bikin ku bernameyên çanda me ya resen temaşe bikin, weşanên bi zimanê dayikê bişopînin. Ev ji bo me hemûyan erk e. Ji ber ku nifşekê ku çanda xwe nas dike, nasnameya xwe winda nake.
Yek ji rastiyên din ên ku Rêber Ocalan gelek caran tekez dike, bi rola kesê ve girêdayî ye: “Civaka azad, bi kesên ku berpirsiyariyê digirin tê avakirin.” Ev gotin, ji me re peyamek zelal dide: Paşeroja civakê ne tenê li ser milên sazî an rêxistinan e. Her kesek tiştekî ku dikare bike, heye. Kes wekî kes berpirsiyariyê bigire, gavên biçûk lê bi biryar bavêje, ev yek bingehê veguherînên mezin ên civakî pêk tîne.
Îro em neçar in ku li qadên dîjîtal ên wekî medyaya civakî jî bi heman hişmendiyê tevbigerin. Em neçar in ku bibin civakeke ku ne her tiştê ku dibihîze bawer dike, lê dipirse; ne her tiştê ku tê gotin dubare dike, lê rastiyê lêkolîn dike. Ji ber ku panzêhê herî bi hêz ê şerê psîkolojîk, civaka bi hişmendî ye.
Ji ber vê yekê her kes divê ji xwe re vê pirsê bike: “Ez îro dikarim çi bikim?” Ev pirs, ne li bendê mayîna pasîf, lê berpirsiyariya çalak îfade dike. Her kes ji televîzyona mala xwe, ji perwerdeya çandî ya zarokên xwe, ji tercîhên jiyana rojane berpirsiyar e. Divê ev berpirsiyarî teslîmî kesên din neke, di qada jiyana xwe de helwesteke bi hişmendî nîşan bide.
Rêbertî bi gotina “Mînakî ez bim” rexne li bêçaretiya kesan kiriye. Bi gotinên şênber gotiye ku bêguman tiştin hene ku bên kirin. Gotiye “Heke derfetê min hebe, ez ê kolanên bajarê xwe paqij bikim” û bi mînakên şênber avakirina tiştan nîşan daye. Ji ber ku ji nû ve avakirina jiyanê, bi sloganên mezin nabe; bi gavên biçûk lê bi biryar, ku ji kesê bi xwe dest pê dikin, gengaz e. Niha dema bi berpirsiyariya dîrokî û hişmendiyê tevgirê ye…
Mînakî ez bim …
Ronî SERHED





