Ji Cotmeha 2025’an ve pêşveçûnên li Idlibê, nîşan didin ku nakokiyên navxweyî di navbera komên radîkal ên herêmê, hikûmeta demkî ya Colanî û şervanên biyanî de kûr dibin. Girtinên Partiya El-Tehrîr El-Îslamî, girtina serokên Tirkistanî û pevçûnên li Harîmê yên bi komên bi eslê Fransî re, nîşana muhtemel hesabên navxweyî yên çekdarî ne. Ev tablo, meşrûbûna hikûmeta demkî ya bi serokatiya Colanî dixe lêpirsîne û bigehê ji bo avabûna hevpeymaniyên nû di navbera komên radîkal de amade dike.
DERKETINA PARTIYA EL-TEHRÎR YA LI DIJÎ HILBIJARTIN Û GIRTINAN
Partiya El-Tehrîr El-Îslamî, di 10’ê Cotmehê de li bajarê Sermeda bi belavkirina broşûran hilbijartinên hikûmeta demkî rexne kir. Di broşûran de hate îdiakirin ku hikûmet avahiyek lîberal e, lê bi cilên îslamî gel dixapîne. Partiyê gel gazî kir ku beşdarî hilbijartinan nebin. Ev gazî, bersivek li hember meylên laîkbûnê yên hikûmeta demkî bû. Partiyê parast ku hilbijartin li gorî qanûnên Xwedê nînin û gel vexwend ku nasnameya xwe ya olî biparêze. Piştî vê çalakiya propagandayê, hin serokên wekî Ebû Enas Idlib ji aliyê hêzên Ewlekariya Herêmî yên girêdayî hikûmeta Şamê ve hatin girtin. Ev girtin, ji aliyê El-Tehrîr ve wekî nîşanek siyasetên dijî Îslamê yên hikûmeta demkî hate şîrovekirin. Partiyê girtina kesên ku li Şamê fikra xîlafetê diparêzin jî şermezar kir û diyar kir ku hikûmeta Colanî di nava meylek bi piştgiriya Rojava de ye. Partiya El-Tehrîr bi serokên çeteyên biyanî yên Uygur û Çeçenî re gelek civîn lidar xistin ji bo avakirina yekîtiyê û pêkanîna çalakiyên îslamî, herwiha gelek semînerên derbarê xîlafetê de lidar xistin.
SEFERBERIYA ŞERVANÊN TIRKISTANÎ Û XWENÎŞANDANÊN LI ELDANAYÊ
Piştî van pêşveçûnan, bi girtina serokên leşkerî yên bi eslê Tirkistanê re li herêmê rewşek seferberiyê çêbû. Li kasaba Eldanayê malbatên cîhadîstan xwenîşandan lidar xistin, hin şervanên Tirkistanî li herêmê bi cih bûn. Komên Tirkistanî ragihandin ku heke girtî neyên berdan, ew ê êrîşî zindanan bikin. Hikûmeta Şamê, giraniya van gefan fam kir û dest bi nirxandina derxistina endamên DAIŞ’ê û Huras el-Dîn ji zindanan kir.
ZEXTA HTŞ’Ê YA LI SER KOMÊN BIYANÎ
Zextên HTŞ’ê yên li ser komên radîkal ên biyanî jî bûne aliyekî balkêş. Girtina Ebû Ducane ji aliyê HTŞ’ê ve, li medyaya civakî deng vedaye. Şervanên biyanî dest pê kirin ku fam bikin HTŞ dixwaze wan tasfiye bike û rola wan li Sûriyê bi dawî bike. Ev hişyarbûn, bû sedema avabûna cepheyek yekbûyî li dijî HTŞ’ê û derketina muhtemeliya şoreşek li dijî hikûmeta Colanî. Pevçûnên li Hezîmê û derdora wê, nîşan didin ku HTŞ bi awayekî sîstemek komên biyanî ji derve dike.
PEVÇÛNA ÇEKDARÎ YA LI HARÎMÊ BI ŞERVANÊN FRANSÎ RE
Ev nakokî li navçeya Harîm a Idlibê veguherî pevçûnek çekdarî ya rastîn. Pevçûna çekdarî ya di navbera komên radîkal ên bi eslê Fransî û hêzên ewlekariyê yên HTŞ’ê de, baweriya komên biyanî bi HTŞ’ê hîn bêtir lawaz kir. Ev pevçûn, encama hewldanên HTŞ’ê ye ji bo zêdekirina kontrola xwe ya li ser şervanên biyanî. Di heman demê de, muzakereyên hikûmeta Colanî yên bi Ewropa û DY’ê re, di navbera komên radîkal de nerehetiyê çêdike û dibe sedem ku ev kom têkiliyên xwe yên bi hikûmeta Şamê re ji nû ve binirxînin. Bi taybetî, hate şîrovekirin ku HTŞ nasnameya xwe ya cîhadî terikandiye û li pey meşrûbûna navneteweyî ye.
TÊKILIYÊN COLANÎ BI ROJAVA RE Û BERSIVÊN LI QADÊ
Lêgerîna meşrûbûna navneteweyî ya hikûmeta Colanî, ji aliyê komên radîkal ên qadê ve wekî xiyanet tê dîtin. Herwiha di nûçeyek taybet din a ku ji aliyê lekolin.org ve hate weşandin de, hate gotin ku planên stratejik ên MÎT’ê yên bi rêya HTŞ’ê û DAIŞ’ê, xwedî potansiyela guhertina hevsengiyên qadê ne. Tê fêmkirin ku ev plan, bi armanca tasfiyekirina HTŞ’ê ji şervanên biyanî û avakirina mîmarîyek ewlekariyê ya nû bi rêya Tirkiyê ve girêdayî ne.
AVABÛNA CEPHEYA YEKBÛYÎ YA LI DIJÎ HTŞ’Ê
Bi giştî, ev pêşveçûnên li Idlibê ne tenê leşkerî, lê di heman demê de şikestineke birdozîk û sosyopolîtîk temsîl dikin. Helwesta El-Tehrîr ya li dijî hilbijartinan, gefên Tirkistaniyan, siyasetên tasfiyekirina HTŞ’ê û pevçûnên li Hezîmê, tabloyek ku meşrûbûna hikûmeta Colanî dipirse derdixe pêş. Heke ev pevçûn berdewam bikin, li herêmê hevpeymaniyên nû dikarin bên avakirin, cepheyek yekbûyî ya li dijî HTŞ’ê dikare pêk were û Idlib dikare bikeve nav şerê navxweyî yê çekdarî yê berfireh. Di heman demê de ev pêvajo, awayên mudaxeleya aktorên derve yên li herêmê jî bandor dike. Muzakereyên bi Rojava re, ji aliyê komên herêmî ve wekî xiyanet têne dîtin, lê muhtemel lihevkirinên bi hikûmeta Şamê re, dikarin pozîsyonên stratejik ên komên radîkal ji nû ve şekil bikin.
Botan AMED




