Di hişê cihadîstên selefî de, şopeke welêye ku di navbêra ramana resen ya İslamê û Cihada Çekdarî û ji aliyê di vê Dunya Moderin de nakokî dijî û ev dibe sedem ku xwediyê vê zihniyetê, çiqas di desthiladariyê de bin û derfetên wan hebin, lê dev ji fikrên xwe yên cihadî, Selefî û wehabî bernadin. Ji bo wê cihada Selefî çendî bi hesreta moderniteyê be jî, lê di heman demî de xwedî wê têgînêye ku dervehî şiddet û çeke, tu rêbazên nahilbijêre ji bo ramanên xwe bisepîne ser civakê. Ev têgîna Şepêla Cihadî Selefî, hevoka nivîskar Elî El Werdî ya “Mesqereya-Pêkenoka Hişê Mirov” piştrast dike.
Xwediyê vê zihniyetî îro li Sûrî desthiladare û qaşo amedekariya hilbijartinê dike. Di heftiya borî de Serokê Sûrî yê Hikumeta Veguhêz Ehmed Şerih di peyameke fermî de diyar kir ku: “Pergala hilbijartinê ya demkî ji bo Meclîsa Gel(Perlemento) pesend kir û roja hilbijartinê weke 15 Îlonê destnîşan kir. Ev qunaxek girîng e di vê pêvajoya ku em raforma siyasî tê kirine”.
Meclîsa Gel, ango Perlementoya Sûrî li gor biryara Serok Komariya Sûrî ji 210 perlemeteran pêk tê. Ev 210 endamên perleman wê ji çaran sê kes ji aliyê hikumeta Veguhêz a Colanî ve tên diyar kirin û yekê mayî jî ji aliyê Desteyên Herêmî yên ku ji aliyê Komisyona Hilbijartinê ya Sûrî ve werin diyarkirin. Her wiha ev 210 kursîyên perlamanto li ser 14 parêzgehên Sûrî pervekirine. Di parvekirina kursiyan de jî hişê selefî-Cihadî li ser e. Belavkirina kursiyên parlemen ne li gor pêwîstiyên hejmariya şêniyan e, li gor zihniyet û fikrê Ixwanî Muslimîn û cîhadiyên selefî hatiye danîn. Jixwe rê û rêbazên ku HTŞ’ê hilbijartiye, em nikarin navê “Hilbijartina Sûrî” lê bikin. Tenê em dikarin jê re bêjin ‘Kombûna karmendan”.
Ev tê wateya ku gel û civaka Sûrî xwe ji girêka El Esed xilas kir, lê vê carî jî bi kêndira Colanî ve hat girêdan. Raste di serdema Beşar El Esed de demokrasî tunebû lê herî kêm navê demokrasiyê li ser ziman bû. Dengê parleman û parlementeran nînbû, lê hilbijartin hebû. Ango demokrasiya rejîma Sûrî ya hilweşiyayî jî li gor xwe bû û bi wê demokrasiyê bawer dikir.
Colanî ango bi navê din Ehmed El Şerih jî, li gor xwe demokrasî fêm kiriye û her roja ku derbas dibe fermanname û daxûyaniyên fermî serwîsê raya giştî dike. Lê çiqas bi demokrasiyê bawer e, ew cihê nîqaş û gumanê ye. Çawa ku Baasiyên şovenîst bi navê demokrasî, wekheviyê dawî li mîrateya xwe anîn, hikumeta HTŞ’ê û Colanî jî bi ramana cîhadî-selefî nikare demokrasiyê pêk bîne. Xwediyên zihniyeta yek dewlet, yek milet û yek ziman, berde welat an jî parlementoyekê birêvebin ew bi vê halê xwe nikarin xwe jî birêve bibin.
Di derbarê vê de li Sûriyê tu tişt nehatiye guhertin. BAAS çû, HTŞ hat. El Esad çû lê Colanî hat. Wek e Rêber Apo gotî: “BAAS’iyên çepgir çûn, BAAS’iyên rastgir ketin şûna wan.”
Lê ya sosret ew e ku tiştên Beşar Esad kir, niha jî Ehmed El Şerih bi hişê pê bawerkirî dixwaze rastiya pergala xwe ya tekane biparêze. Welê dixûyê ku ev ne mimkûne. Ji ber yên li ser vê şopa şaş meşiyan yek bi yek kelehên wan hilweşiyan û ketin selika çopê ya dîrokê û winda bûn. A girîng ew e ku dê çiqas ezmûn ji rabirdûya xwe derxî.
Dozdar XERÎB





