Desthiladariya dewleta Tirk ku di şerê Îsraîl û Îranê de xwe wek e alîgirê Îranê nîşan dida û bi zimanek tund êrîşên Îsraîlê şermezar dikir, niha bi piştgiriya Emerîkayê, li bajarê Konyayê ya Tirkiyê hem 18 namzetên pîlot ên ji Wezareta Parastinê ya desthiladariya Şamê û hem jî pîlotên Îsraîlî tên perwerdekirin.
Dewleta Tirk bi taybet namzetên pîlot ên ji Şamê birine bajarê Konyayê piştî perwerdeya wan dê hem meaşê wan û hem jî nasnameya Tirkiyê bide wan. Ev pîlot wê li Şamê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk bixebitin.
Bi vê awayê dewleta Tirk hewil dide di her qadî de rê û resma Suriyê bi bi destê HTŞ ê bi pêşengtiya fikrê cîhadîzmê ji nu de dîzayn bike. Di fikir û bîrdoziya Rêveberiya nû ya Suriyê de jî Tirkiyê rola sereke dileyîze.
Di qada leşkerî, ewlehî de li ser esasê perwedekirina komên cîhadîst yên ser bi Tirkiyê ve formîle kirina komên çete, MÎT erka sereke dileyîze. Li ser vê esasê perwedekirina koma pîlotan a ji 18 kesan pêk tê bi fermana ku MÎT’ê dayî HTŞ ê hat plankirin.
DI GOTIN DE DIJBERE DI PRATÎK DE ALÎGIR E
Li gorî agahiyên li ser erdê li ser esasê guherîna koma Îsraîlî ya ku li Tirkiyê di demek nêz de wê ev koma pîlotan cihê xwe bi komek nû ku wê werin şandin cihê xwe biguherin. Wê cihê xwe li navenda hevbeş a perwerdeyê bigirin. Tîma pîlotan a Îsraîlî ku ji berê de hatibun şandin bi hatina tîma nû re wê careke din veguhezînin Til Aviv.
Navê Hinek Pîlotên Îsraîlî yê ku li Tirkiyê perwerde dibînin wiha ne;
-Pîlot Dirîî Meklîf
-Pîlot Yaakof Rozîn
-Pîlot Êlî Hilîfî
-Pîlot Zaîîf Bîkên
-Pîlot Yaîîr Hozir
-Pîlot Mîxal Yetishaaq




