• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Pişt Perdeya Girtina Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Haris El Iraqî – NÛÇE ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN – Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Haris El Iraqî ku tê gotin ji aliyê hêzên HTŞ’ê ve di encama hewildana çalakiyekê de hatiye girtin, derket holê ku ev 8 meh zêdetire li navenda MÎT’ê ya Hatayê dima û 13 Sibatê de bi destê berpirsiyarê MÎT’ê ya heremî yê bi navê Mustafa tê naskirin radestê HTŞ’ê hatiye kirin.

Yayınlayan Fırat Ali
18 February 2025
Kategori: Analîz Siyasî, Nûçe
239 18
A A
Pişt Perdeya Girtina Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Haris El Iraqî – NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Emîrê (serçeteyê) DAIŞ’ê Ebû Haris El Iraqî ku tê gotin di 15’ê sibatê de ji aliyê hêzên HTŞ’ê ve di encama hewildana çalakiyekê de hatiye girtin, derket holê ku pişt perdeya vê mejarî pir cûda ye. Girtina vê serçeteyî ku di ragihandina girêdayê desthiladariya HTŞ’ê û ya ereb de pir bû rojev, derket holê ku ev 8 meh zêdetire li navenda MÎT’ê ya Hatayê dima û weke endamekê MÎT’ê di gelek bûyeran de dane bikaranîn.

ÎSTÎXBARATA IRAQÊ LI PEY BÛ!

Li gor agahiya çavkaniyekê pêbawer a li Hatayê, Ebû Haris El Iraqî piştî çend çalakiyên li Iraq, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gundewarê rojavayê Hemayê bi talîmatên dewleta Tirk a dagirker pêk aniye, deşifre bûye û di 2’ê Hezîrana 2024’an de wî kişandine navenda MÎT’ê ya Hatayê.

Serçete Ebû Haris El Iraqî ku navê wî di gelek çalakiyên li Kerkûk, Musul, Bexdayê de derbas dibe, ji aliyê îstîxbarata Iraqê ve ketibû lîsteya lêgerînê. Ji ber vê yekî jî komek ji îstîxbarata Iraqê ji bo girtina serçete Ebû Haris çûbûn Hatayê. Çavkanî destnîşan kir ku MÎT li ser esasê nekeve destê îstîxbaratê û deşifre nebe, li gelek bajarên Tirkiyê ya serçete veşartiye û piştre ji îstîxbarata Iraqê re nivîs şandiye û diyar kiriye ku Ebû Haris El Iraqî ne li Tirkiyêye, li gor agahiyan tê gotin ku li welatekê Efrîqayê be.

MÎT VÊ SERÇETEYÎ DI GELEK AMADEKIRINA ŞANEYÊN RAZAYÎ DE BIKARANIYE! 

MÎT rûxmê ku di nava 8 mehan ku li serçete Ebû Haris El Iraqî li bajarê Hatayê hiştibû di gelek operasyon û amadekirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê de bi kar aniye.

Li gor agahiyan, gelek çeteyên DAIŞ’ê ku ji Iraqê û Sûriyê ne, li kampekê Hatayê ku berê sûbayên ji artêşa Rejîma Sûriyê veqetiyabûn diman de, perwerdeya şaneyên razayî, sabotaj û hwd de hatiye dayîn. Serçete El Iraqî ji bo perwerde û amadekirina van çeteyên DAIŞ’ê rolek aktîv lîstiye.

Piştî perwerdeya van çeteyan MÎT’ê bi riya îstîxbarata HTŞ’ê derbasî çolistana Sûriyê, gundewarên Sexna û Tedbûrê hatine kirin. Li gor agahiyan li gundewarên çolistana Badiya di bin erdê de odeyek taybet hatiye avakirin û kodê odeyê jî 340 hatiye diyarkirin. Armanca MÎT’ê ji van şaneyan ew e ku kengê hêzên Koalisyonê di hêla siyasî de zextek bike hem li hember bi taybet Amerîka û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û hem jî li hember welatên Ewropa bi hevkariya HTŞ’ê bide bikaranîn.

Cihên van şaneyên DAIŞ’ê yên li Tedmûrê wiha ne; Sebîe Biyar, Bîr El Helba, Ebû Seîd, Kesrat El Ferec, Gundê Teyb, Gundê El Qadir heya ber bi Resafê û Xirbet Tiyas a nêzî Tedmûrê ye.

MÎT BI DESTÊ XWE RADESTÎ ÎSTÎXBARATA HTŞ’Ê KIR

Hat destnîşankirin ku hem zexta îstîxbarata Iraqê û hem jî piştî karê MÎT’ê bi serçete Ebû Haris El Iraqî xilas bûye, ji bo di rayagiştî de hişmendiyek ava bike ku hem wek e dewleta Tirk û hem jî HTŞ li dijî DAIŞ’ê têkoşînê dikin, bi destê xwe radestê îstîxbarata HTŞ’ê kirine.

Li gor çavkaniya pêbawer, hate diyarkirin ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Haris El Iraqî ji aliyê berpirsiyareke heremê ya MÎT’ê yê bi navê Mustafa tê naskirin, di 13’ê sibatê ango berî girtina wî bi 3 rojan ew radestê şandeya îstîxbarata HTŞ’ê ku berpirsiyarê îstîxbarata HTŞ’ê Ebû Hemza El Idlibî bi xwe jî di nav de bû kiriye. Piştî sê rojan ragihandina desthiladariya HTŞ’ê û hin ragihandinên Erebî de bi pesindayîna HTŞ’ê re nûçeya girtina serçete Ebû Haris El Iraqî ku dema hewil dida wê çalakiyekê li Sûriyê bike weşandin û belavkirin.

Balkêş e ku vê bûyerî û weşandina nûçeyên ser vê mijarî di wextê ku Serokê HTŞ’ê Muhemmed El Colanî sardana Ezaz û Efrînê kir de pêk hat.

Ev demek dirêje, hem di daxuyaniyên rayedarên desthiladariya AKP’ê û hem jî hevdîtinên dîplomasî de ji bo beralîkirina QSD’ê, diyar dikin ku ew dikarin di cihê QSD’ê de têkoşîna dijî DAIŞ’ê bi koalisyonê re bixebitin. Bi girtina vê serçeteyî jî  dixwazin hişmendiyek ava bikin ku ne tenê QSD, dewleta Tirk a dagirker û HTŞ jî li dijî DAIŞ’ê têkoşînê didin. Lê ji aliyekê ve jî hem di nava hêzên HTŞ’ê de û hem jî di nava komên çete yên girêdayên dewleta Tirk a dagirker de gelek di asta emîrên DAIŞ’ê de hatine bicihkirin, bi hevkarî gelek şaneyên razayî yên DAIŞ’ê hatine amadekirin. Mînaka wê ya herî dema nêz de jî ku me li jorê aşkere kiriye.

Fırat ALİ

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AKP-MHPColaniDAIShtşMIT
Önceki yazı

Talîmatên MİT’ê Yên Nû Ji Bo Parastin û HTŞ’ê- NÛÇEYA TAYBET

Sonraki Haber

Banga Aşitî û Civaka Demokratîk: Bandora Pinpinîkê

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Banga Aşitî û Civaka Demokratîk: Bandora Pinpinîkê

Banga Aşitî û Civaka Demokratîk: Bandora Pinpinîkê

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist