• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

PJAK Banga Avakirina Xwerêveberî û Xweparastinê Kir!

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), di daxuyaniyekê de, bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku komîteyên rêveberiya xweser ava bikin û tevlî refên berxwedanê bibin; her wiha tekez li ser pêwîstiya parastina sivîlan û dûrketina ji baregehên leşkerî yên Îranê kir.

Yayınlayan Lekolin
5 March 2026
Kategori: Nûçe
241 18
A A
PJAK Banga Avakirina Xwerêveberî û Xweparastinê Kir!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Bang ji bo gelê welatparêz yê Rojhilatê Kurdistanê wihaye;

Gelê welatparêzê Kurd û hemû gelên Zagrosê;

Rojhilatê Kurdistanê û Îran ji ber polîtîkayên xerab yên Komara Îslamî ya Îranê bûne meydaneke şer a dijwar. Ji aliyekî ve, vê rejîmê 47 salin gelên Îranê ji mafê wan yê jiyaneke azad û demokratîk bêpar kiriye. Ji aliyê din ve, ew bûye çavkaniya kaosê li Rojhilata Navîn û gef li ser ewlehiya cîhanê. Di encama polîtîkayên wiha de, hikûmeta Îranê bi şerekî re rûbirû ye ku bandorek rasterast li ser jiyan û çarenûsa gelê me li Rojhilatê Kurdistanê dike. Berevajî bendewariyan, şer îhtîmale ku dirêjtir bidome. Ji ber vê yekê, nirxandina bandora şer û amadekariyeke dijwar pêwîste. Rewşek heye ku hejmarek gefên cidî û di heman demê de derfetên dîrokî hildigire. Em bawer dikin ku bi girtina berpirsiyariyê û bicihanîna berpirsiyariyên xwe, em dikarin derfetan bigirin, gefan têk bibin û bandora şer li ser jiyana civakên xwe kêm bikin. Ji bo vê armancê, em xalên jêrîn destnîşan dikin:

1-Em bang li hemû gelê xwe yê berxwedêr dikin ku ruhê yekîtî û hevgirtinê bikin bingeha hêzê da ku vê qonaxê derbas bikin û ber bi serkeftina dawî ve biçin. Divê em bi çavên vekirî û hişmendiyeke siyasî ya kûr tevbigerin da ku em bikaribin destkeftiyên netewî yên herî mezin bi lêçûna herî kêm misoger bikin. Yekîtiya civakî ya bihêz, alîkariya hev, ruhê hevgirtin û bihevrebûnê ku ji çanda civak û exlaqê resen ê Kurd derdikeve, dê sembola pêşîlêgirtin û serkeftina me di vê serdemê de be. Li hemû gund û taxên bajaran, divê em civaka xwe ji gef û bandorên şer biparêzin bi avakirina komîteyên rêveberiya herêmî, dabeşkirina karan di navbera welatiyan de û rêxistinkirina komîteyên parastin, tenduristî û xizmetguzariyê, her wiha lojîstîkê bigihîn serkeftinê. Komara Îslamî hewl dide ku gelê me neçar bike ku li hinek deveran koçber bibe û bê cih û war bibe. Ev beşek ji siyaseta tunekirinê ye û divê em bi yekîtiya civakî li hember vê yekê li ber xwe bidin. Bi windabûna saziyên xizmeta giştî re, divê alternatîfên van saziyan ji hêla gel ve bi awayekî herêmî werin damezrandin. Em dikarin nîşan bidin ku em ne hewceyî dewletê û saziyên wê ne û civaka me dikare xwe birêve bibe. Civaka me mafê xwe heye ku bi têgeha parastina rewa xwe li hember her gefê biparêze û avakirina komîteyên parastinê pêwîstiyek jiyanî ye. Her wiha divê em pir baldar bin da ku rê li ber ketina kirêgirtiyên rejîmê bo nav civak û rêxistinên me yên civakî bigirin û wan kirêgirtiyên ku têne zanîn pişta xwe didin rejîmê û teslîmî tehamulkirina gel dibin teşwîq bikin. Bê guman, rêxistina civakî û netewî dê enerjiya me ya herî mezin ji bo serkeftinê be û divê em ji her demê bêtir hewlên xwe ji bo vê armancê zêde bikin. Dirûşma me eve: ‘Civak çiqas yekgirtî be, ewqas berxwedan; çiqas berxwedan, ewqas azadî.’

2- Em bang li hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku bi awayê herî baş rola pêşeng a civakê bilîzin û bibin mertal ji bo parastina gelê me li dijî êrişên ku armanca wan paqijkirina gel û tunekirina azadiya netewa me ye. Ciwanên welatparêz, çi kur çi keç, di serî de berpirsiyarê rêxistinkirin, bilindkirina moral, siyasetkirin û parastina civaka me ne. Ji ber vê yekê, hemû ciwanan di warê amadekarî û perwerdehiya xwe de berpirsiyariyek wan heye. Ciwan dikarin xwe di komên biçûk de rêxistin bikin û perwerde bikin. Her wiha, ew ciwanên ku dixwazin di warên ewlehî û siyasetê de perwerdehiya pêşkeftî bistînin û wekî şoreşgerên pispor xizmeta welatê me bikin, divê tevlî refên Gerîlaya Azadiya Kurdistanê bibin. Tevlîbûna refên gerîla asta herî bilind a helwesta welatparêziyê ye û nîşana mekanîzmayekê ye ji bo netewe û civakê.

3-Ji ber ku hemû navendên leşkerî, ewlehî û îstîxbaratî yên rejîmê ji aliyê artêşên Amerîka û Îsraîlê ve tên bombebarankirin, em bang li gelê xwe dikin ku xwe û malbatên xwe ji van navendan dûr bixin. Hêzên rejîmê jî ji tirsa êrişên hewayî xwe li mizgeft û dibistanan girtine. Bikaranîna dibistan û mizgeftan ji bo armancên leşkerî sûcek li dijî mirovahiyê ye û divê gelê me li dijî dagirkirina van cihan nerazîbûn nîşan bide. Her wiha em pêwîst dibînin ku ji bo parastina jiyana welatiyan ji hemû cihên veşartina hêzên rejîmê dûr bisekinin.

4-Em bang li hemû kesên ku di têkoşîna partiya me de xwedî kedin û ji ber her sedemekê ji refên tevgera me qut bûne, an jî têkiliyên xwe yên rêxistinî winda kirine dikin; di vê rewşa hesas de, tevlî refên partiya me bibin da ku wan jinûve vegerînîn nav xebat û têkoşînê xwe. Hembêza PJAK’ê wekî her carê ji hemû têkoşeran re vekiriye.

Di dawiyê de, em tekez dikin ku derbasbûna vê qonaxê bo peravên aştî û azadiyê bi yekîtiya hemû beşên civakê ve girêdayî ye.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: CivakIranPJAKRojhilatê KurdistanXweparastin
Önceki yazı

Ji Nû Ve Şêwekirina Rojhilata Navîn, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Derfeta Dîrokî ya Kurdan – JI EDÎTOR 2

Sonraki Haber

Ji Nû Ve Xêzkirina Nexşeya Rojhilata Navîn

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Ji Nû Ve Xêzkirina Nexşeya Rojhilata Navîn

Ji Nû Ve Xêzkirina Nexşeya Rojhilata Navîn

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist