• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

Rewşa Dawî Ya Li Heleb Û Efrîn, Ku Êrîşên Qirkirinê Lê Berdewam Dikin- DOSYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî êrîşên çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê di destpêka Çileya 2026an de, binpêkirinên mafên mirovan ên cidî, koçberî û polîtîkayên guhertina demografîk li Bakurê Sûriyeyê berdewam dikin.

Yayınlayan Ari Tufan
8 February 2026
Kategori: Lêkolîn
259 3
A A
Rewşa Dawî Ya Li Heleb Û Efrîn, Ku Êrîşên Qirkirinê Lê Berdewam Dikin- DOSYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Li Bakurê Sûriyeyê Kurd, bi taybetî li Heleb û derdora wê, di bin metirsiyeke ewlehiyê ya mezin de dijîn û di nav hawîrdoreke ku gelek komên çete yên cuda bi hev re şer dikin de ne. Ew rastî binpêkirinên giran ên ku nasnameya neteweyî û hebûna civakî ya wan dikin hedef tên. Şahidiyên herêmî û raporên qadê nîşan didin ku ev binpêkirin sîstematîk in û metirsiyeke cidî ya jenosîdê û krîzên civakî yên fireh derdixin holê.

Rewşa Kurdan li hemberî Metirsiya Jenosîdê: Herêmên bi piranî Kurd li Bakurê Sûriyeyê, bi taybetî Efrîn û herwiha taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ji bilî fikarên ewlehiyê, rastî êrîşên sîstematîk ên ku nasnameya neteweyî û hebûna demografîk dikin hedef tên. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer, siyasetên ku ji aliyê saziyên leşkerî û ewlehiyê yên fermî û nefermî yên hikûmeta demkî ya Şamê ve tên meşandin, armanc dikin ku herêmên Kurd ji niştecihên xwe yên resen vala bikin, tevnên civakî yên Kurd hilweşînin û bi zorê rastiyeke demografîk a nû ferz bikin.

Ev pratîkên mirovahiyê dijwar wekî berdewamiya siyaseta jenosîda etnîk a demdirêj têne dîtin; lê îro di hawîrdoreke bêcezatî ya tam de bi awayekî tundtir û metirsîdartir berdewam dikin.

Piştî Pevçûnên Dawî Zehmetiyên Kurdên li Helebê:

Wekî tê zanîn, di 6’ê Çileyê de komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û çeteyên SMO yên girêdayî dewleta Tirk, bi zêdetirî 43 hezar çekdar êrîşeke fireh li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk anîn. Di êrîş û pevçûnan de rewşa mirovî û ewlehiyê bi giranî xirab bû. Çeteyên ku serweriya herêmê bi dest xistin, ji bêdengiya hêzên navneteweyî cesaret girtin, ketina herêmê girtin, înternet qut kirin û dest bi darvekirinan kirin. Zêdetirî 1.200 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 200 hezar sivîl jî koçber bûn.

Herwiha heta niha ablukayeke ewlehiyê ya hişk dewam dike, HTŞ û çeteyên SMO bi awayekî fireh ser malên sivîlan de digerin, xizmetên bingehîn bi qismî asteng dikin û tirsê di nav sivîlan de belav dikin.

Hejmarekê hindik ên li herêmê mane, piştî ku komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk kontrolê bi dest xistin, di van taxan de bêqanûnî gihîştiye asta herî jor, ev yek rasterast bandorê li sivîlên bêçek dike û wan di nav lepên çeteyan de dihêle ku di êşê de bimînin.

BI SEDAN CIWAN HATIN GIRTIN

Di du hefteyên dawî de bi hinceta “hevkariya bi QSD re an xebata bi wan re”, hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kampanyayeke girtina berfireh a li dijî 293 ciwanan (di nav de jin jî hene) da destpêkirin.

Ji kesên hatine binçavkirin tenê 21 kes hatin berdan; lê dema ev rapor dihat amadekirin, çarenûsa 272 ciwanan hîn ne diyar e.

Şahidiyên malbatên kesên hatine binçavkirin piştrast dikin ku binçavkirî rastî lêpirsînên giran tên, serdana malbatan an ragihandinê nayê destûrdan û ji hin malbatan ji bo berdanê fidye tê xwestin. Ev rewş nîşan dide ku binçavkirin bûne girtinên keyfî û zordariya aborî. Li gorî agahiyên ku em bi dest xistine, ji destpêka êrîşan ve hejmara sivîlên hatine binçavkirin û revandin 793 derbas bûye.

KOÇBERKIRINA BI ZORÊ Û GIRTINÊN LI EFRÎNÊ

Di dema pevçûnan de bi sedan malbatên Kurd neçar man ku ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ber bi Efrînê ve koç bikin. Heta hikûmeta Şamê bi ENKS û Mesûd Bettal ê hevkar re koordîne kir û bi awayekî hişmend rêya gel ber bi Efrînê ve zivirand.

Lê ev koç ne ewle bû; ji ber ku li xalên kontrolê yên ketina Efrînê jî girtin dest pê kir. Di roja ewil de 7 ciwan hatin binçavkirin û ji aliyê hêzên Ewlehiya Giştî yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê ve cihên nenas ve hatin birîn. Ev yek binpêkirineke eşkere ya li dijî sivîlan û hedefgirtina rasterast a koçberên ku ji şer direvin e.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên ewlehiyê hin malbatên binçavkiriyan gazî dikin û wan bi zorê belgeyên mirinê yên zarokên wan ên di bin êşkenceyê de an bi çekê hatine kuştin îmze dikin. Piştî wê cenazeyên sivîlên hatine kuştin, bi gefên ku sûcên êşkenceyê yên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk eşkere nebin, ji malbatan re hatine radestkirin.

Piştî bidawîbûna pevçûnan, beşek ji xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin çavdêriya îstîxbarata Tirk de ji Efrînê vegeriyan malên xwe yên li Helebê. Lê ev veger nayê wateya ku metirsî bi dawî bûye.

Li gorî çavkaniyên herêmî, zilm û zordarî li taxên Helebê berdewam dike. Gelek ciwanên Kurd ji bo binçavkirinê têne şopandin û atmosfera tirs û bêîstîqrarî serdest e. Bavê 71 salî yê ku li taxê maye û nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku hêzên girêdayî hikûmeta Şamê bi domdarî ser malan de digerin û malên wan talan dikin.

Herwiha li gorî agahiyên me, tenê li taxa Şêxmeqsûdê 17 kes ji ber ku di “ofîsên xizmetên darayî, arşîv, saziyên îdarî û leşkerî yên Asayîşê” de dixebitîn an têkiliya wan hebû, di bin êşkenceyê de hatine kuştin. Wekî din, çeteyên çekdar ên girêdayî eşîreta Begara li taxa Şêxmeqsûdê li ser malbatên Kurdan îstîxbarat berhev dikin û bi îstîxbarata MİT û HTŞ re parve dikin. Piştî van îhbaran gelek malbat rastî serdegirtin û talankirinê hatine.

Sûcek din ê piştrastkirî jî ev e ku ji heman malbatê çar ciwan ji Eşrefiyê hatine revandin û hatine kuştin.

Ev bûyer piştî ku komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê yên Helebê kontrol kirin, pêk hatiye.

Li gorî çavkaniyên pêbawer, di 9’ê Çileya 2026’an roja Şemiyê sibehê saet 05:00’an de, komên çekdar ên girêdayî Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên Wezareta Hundir a hikûmeta demkî ya Şamê, li taxa Eşrefiyê li taxa Xezzanê çar birayên ji heman malbatê revandin.

Ciwanên hatine revandin birin taxa Heyyan a bakurê gundewarê Helebê, li wir di bin lêdanê de rastî êşkenceyê hatin, piştre bi awayekî hovane hatin înfazkirin û cenazeyên wan hatin parçekirin.

Navên çar birayên ji malbata Akrash û li taxa Heyyanê ev in:

1-Mihemed Mehmûd Akrash (ji dayikbûyîn 1980)

2-Diab Mehmûd Akrash (ji dayikbûyîn 1983)

3-Mistefa Mehmûd Akrash (ji dayikbûyîn 1997)

4- Hesen Mehmûd Akrash (ji dayikbûyîn 2000)

Di bûyereke bi vî rengî de, ji malbatên sivîlên ku çeteyên çekdar revandine, bi qasî 11 milyon lîreyên Sûriyeyê û 3.000 dolar hatine dizîn.

TEVÎ HIŞYARIYÊN NY JÎ SÛCÊN ŞER BERDEWAM DIKIN

Binpêkirinên li dijî Kurdên li Heleb û Efrînê, sûcên şer in û di heman demê de bi hişyariyên Neteweyên Yekbûyî yên li ser metirsiya şerê navxweyî yê fireh li Sûriyeyê, zêdebûna tengezarîyên etnîkî û hilweşîna tevnên civakî re têkildar in. Ev binpêkirinên ku têne paşguhkirin û berpirsiyaran ku hesab nadin, ne tenê li herêmên Kurdî, lê li tevahiya Sûriyeyê ji bo aştiya sivîlan metirsiyekê çêdikin.

DIZÎNA BERHEMÊN ZEYTÛNÊ Û MÎLKAN

Li Efrîn û derdora wê, çavkaniyên herêmî binpêkirinên ku ji aliyê komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve tên kirin belge dikin:

-Berhemên zeytûnê têne desteserkirin; ji xwediyên axê %50 “par” tê ferzkirin;

-Malên gel bi keyfî têne desteserkirin û çavkaniyên çandinî û dewlemendiya herêmê tê talankirin.

Ev siyaseta berdewam tenê ji bo armancekê xizmet dike: Gelê Efrînê xizan bike, bi zorê koçber bike û bingeha jiyaneke baş hilweşîne.

Ewlehî, zordariya aborî û guhertina demografîk a ku Kurd li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Efrînê dijîn, parçeyên hedefên sîstematîk ên ku bi hev re tên kirin û ji hev nayên veqetandin.

Agahî û daneyên bi dest ketî nîşan didin ku bêyî mudaxeleke cidî ya navneteweyî, ev siyasetên jenosîdê dê bibin sedema binpêkirinên zêdetir, teqînên civakî yên fireh, kûrbûna dabeşbûnên etnîkî û mezhebî li Sûriyeyê.

Arî TUFAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DAISdiziEfrinHELEBhtşQetilkirinQIRKIRINQSDROJAVASamSMOTIRKIYE
Önceki yazı

Kurd ên Di Nav Lepên Şerê Kurewî De: Berxwedanî, Dîplomasî û Ber Bi Yekîtiya Neteweyî Ve

Sonraki Haber

Bayik: Feraseta Neteweya Demokratîk ji bo Rojhilata Navîn derman e

Benzer Haberler

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET
Lêkolîn

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

31 May 2026
Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

29 May 2026
HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET
Lêkolîn

HTŞ Cîhazên IMSI ku Ji MÎT’ê Girtiye Li Heremên Rojava Bi Cih Dike-NÛÇE TAYBET

14 May 2026
Sonraki Haber
Bayik: Feraseta Neteweya Demokratîk ji bo Rojhilata Navîn derman e

Bayik: Feraseta Neteweya Demokratîk ji bo Rojhilata Navîn derman e

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist