• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Şandeya Amerîka Bi HTŞ’ê Re Hevdîtin Kir: Helwesta Xwe Bi 6 Xalên Sereke Li Ser HTŞ’ê Ferz Kir- NÛÇEYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor agahiyên ku çavkaniyek pêbawer parve kir doh şandeyeke DYA li Şamê bi HTŞ’ê re hevdîtin kirine û wek e helwest bi 6 xalên sereke li ser HTŞ’’ê ferz kiriye.

Yayınlayan Lekolin
21 December 2024
Kategori: Nûçe
252 19
A A
Şandeya Amerîka Bi HTŞ’ê Re Hevdîtin Kir:  Helwesta Xwe Bi 6 Xalên Sereke Li Ser HTŞ’ê Ferz Kir- NÛÇEYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Bi êrîşa komên çete yên Heyat Tahrîr El Şam (HTŞ) ya 27’ê mijdarê li ser Helebê re di nava 12 rojan de ketina Şamê rejîma Baas a 61 sal hilweşiya, nîqaşên dê Sûriye’yek nû çawa be derketin holê. Li ser vê esasî li Şamê ku hikumeteke demkî hat avakirin, hevdîtinên dîplomasî û helwestên pêkateyên Sûriyê jî her çû zêde bûn. Heya niha gelek dewletan ji ber HTŞ di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye hevdîtin li ser saziyên îstîxbaratî an jî welatên Ereb de dihatin kirin. Yek ji van jî Yekbûna Dewletên Amerîka (DYA) bû. Lê li gor agahiyên ku çavkaniyek taybet parve kir doh şandeyeke DYA li Şamê bi Serokê HTŞ’ê Muhammed El Colanî, Serokwezîrê Hikumeta Demkî ya Şamê Muhammed El Beşir û cigirên wan re hevdîtinek kirine.

Li gor agahiyan di hevdîtinê de tekiliyên HTŞ’ê ya bi Rûsya, dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ jî di nav de li ser rewşa giştî nîqaş hatine pêşxistin. Hat diyarkirin ku pêşniyara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser esasê tevlîkirina hemû pêkateyan a di rêveberiya Sûriyeya nû de bi cih bibin jî rojeva civînê bûye.

Hat destnîşankirin ku şandeya Amerîkî di hevdîtinê de bi israr li ser têkiliyên bi çeteyên DAIŞ’ê re rawestiyane û gotine ku ji bo aramiya tevahî Sûriyê têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê xûrt bê meşandin û her kes ji aliyê xwe ve wek peywirek bibîne.

WEK HELWEST 6 XALÊN SEREKE

Li gor çavkanî destnîşan kir ku di vê çerçoveyî de şandeya DYA’yê wek nêrîn û helwesta Waşîntonê ya ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ku çend mijarên esasî yên nebe nabe aşkere kirine. Hat ragihandin ku ji van mijaran 6 xalên berbiçav û sereke wiha ne;

*Wek HTŞ, Hikumeta Demkî û rêveberiya ku dê pêşerojê de were avakirin, têkiliyên xwe di serî de ji El Qaîde û komên din ên radîqal qût bikin û biyaniyên ji nav xwe derbixin.

* Ji ber Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi Koalisyonê re îtîfaqe nabe ku şer û pêvçûn li hember wan were kirin, her wiha hevdîtin jî bi Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re jî were kirin û bibin beşek ji Sûriyeya Nû.

* Hikumetek e ku hemû pêkateyên Sûriyê nûnertiya xwe tê de bibîne wer e avakirin.

* Pêwîst e Sûriyeya Nû garantî bide ku dê bi tu awayî li ser Îsraîl nebe wek e tehdît.

* Divê tu têkilî bi Hamasê re neyê danîn û hemû têkiliyên heyî jî werin qûtkirin û tasfiyekirin.

* Rêveberiya Sûriyeya Nû di hêla yasayî de divê li ser esasê laîqtiyê be, ne bi şerîatî be. Lewra Sûriye di hêla civakî û baweriyê de kozmopolîtîk e, ango pir olî û mezhebî ye.

HTŞ’ê van xalên ku şandeya Amerîkî wek e helwest rave kir, qebul kir an na nehat zanîn.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Dagirkeriya TirkDAISEmerikahtşkurdistanRêverberiya XweserROJAVASamSurî
Önceki yazı

MÎT’ê Piştî Rûsyayê Niha JÎ Bi HTŞ’ê Re li Şamê Odeya Îstîxbarata Hevbeş Ava Kir – NÛÇEYA TAYBET

Sonraki Haber

Ji Xiraban Xirabtir…!

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Ji Xiraban Xirabtir…!

Ji Xiraban Xirabtir…!

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist