Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî êrîşa li Tedmurê ya li hember hêzên Amerîkî ku ji aliyê êrîşkarê di nav Teşkilata Ewlehiya Giştî ya girêdayî HTŞ’ê de ve hate kirin, DAIŞ rêveberên xwe yên asta yekem û duyemîn ên li gundewarên Idlibê veguhestine gundewarên Helebê, şaneyên xwe kişandine rojhilatê Humusê û hin jî şandine herêmên Ezaz û Babê. Ev livûtevzîla nîşan dide ku gundewarên Helebê wekî qada aktîvkirina nû hatiye diyarkirin.
Bi taybetî gundê Yehmul ê li bakurê Parêzgeha Helebê ya li bakurrojavayê Sûriyê, bûye yek ji navendên vê avakirina nû. Li vir, serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ebu Ehmed El-Iraqî ku eslê xwe Iraqî ye çalak e, hate gihîştin agahiya ku ew kadroyan ji derve tîne herêmê û hewl dide bi strukturên herêmî re entegre bibe.

Ev pêvajo ne tenê ji aliyê leşkerî ve, di heman demê de ji aliyê îdeolojîk û lojîstîk ve jî tê wateya ji nû ve avakirineke. Hebûna DAIŞ’ê li gundewarên Helebê, bi herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de tevlihev bûye. Ev jî li qadê carinan tê wateya pevçûnê, carinan jî hevkariyê. Ev rewş, di analîza lekolin.org’ê ya bi sernavê “Navenda Siyaset û Şerê Hevsengiyê Ya Hêzan: Idlib-DOSYA 1” de jî tê destnîşankirin, nîşan dide ku Idlib ne tenê qadeke pevçûnê ye, di heman demê de bûye navendeke ku hêzên vekîl li wir ji nû ve bi cih dibin.
ÇALAKIYÊN DAIŞ’Ê LI GUNDEWARÊN IDLIB Û HELEBÊ ZÊDE DIBIN
Guherînên di serçeteyên DAIŞ’ê de jî balê dikişînin. Serçeteyên DAIŞ’ê yên li parêzgehên Heleb û Idlibê di kar de bûn hatin guhertin, rêveberên leşkerî û ewlehiyê jî hatin guhertin. Piştî van guherînan, DAIŞ li herêmê dest bi nîşandana hêzê kir. Li ser riya di navbera Heleb û Şamê de xalên kontrolê hatin avakirin, wesayît hatin kontrolkirin. Li herêma Seyda ya Idlibê, Xan Şêxun, Seraqib û rêya Til Riman jî xalên kontrolê yên bi heman awayî hatin avakirin. Hate ragihandin ku DAIŞ bi taybetî wesayîtên H100 ên spî yên rengê spî bikar tîne.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, DAIŞ civîna xwe ya dawî li Maaret El Numanê lidar xistiye, ji hemû yekîneyên ewlehiyê yên li Sûriye û Iraqê re talîmata ku çalakî ji navendeke yekane bêne birêvebirin daye. Her şane bi komên pênc kesî ve hate organîzekirin. Di civînê de, biryara seferberkirina çeteyan ji bo êrîşên intîharî û teqînên wesayîtan hate girtin.
Herêmên ku çalakiyên DAIŞ’ê lê zêde bûne ev in:
Herêma Sincar a girêdayî Maaret El Numanê, gundewarên Helebê, kasaba Seraqib, herêma Xan Şêxun, herêma Maaret El Numan û herêma Seyda ya li gundewarên Idlibê.

Di civînan de tayînkirina serokên çeteyên nû yên piraniya wan eslê xwe Iraqî ne balê dikişîne. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer, hate gotin ku DAIŞ li Sûriyê êrîşên nû plan dike û dibe ku komên çeteyên din ên di nav hikûmetê de bike hedef.
AVAKIRINA NÛ YA DAIŞ’Ê Û KADROYÊN WÊ
Piştî mirina Ebu Bekir El-Bağdadî, di bin serkeşiya Ebu Îbrahîm El-Qureşî yê ku li şûna wî hat de, hate fêhmkirin ku avahiya nû ya ku hatiye avakirin, bi 14 navçeyan û 5 dadgehan re di hewldana kurumsallaştinê de ye. Di vê avahiyê de, serokê Meclisa Şûrayê Şêx Cuma Awad Elbekrî ligel 5 serokên çeteyan hene. Navên wan wiha ne;
1- Midûrê karûbarên dînî Samî Cabir Elciburî.
2- Midûrê giştî yê komutanên bi navê Ebu Harês Eliraqî
3- Ebu Hemze Elmihacar
4- Hesen Cuma Ebu Velîd
Piraniya van navan bi Colanî re li Girtîgeha Boka hatibûn girtin, ev jî rabirdûya wan bi Colanî re derdixe pêş. Di vê mijarê de jî, di analîza lekolin’ê ya bi sernavê “Navenda Siyaset û Şerê Hevsengiyê Ya Hêzan: Idlib-DOSYA 3” de, rabirdûya Colanî û pêvajoya veqetîna di navbera El Qaîde û DAIŞ’ê de bi hûrgilî tê vegotin.
ŞANEYA DAIŞ’Ê LI GUNDÊ TIL QETA
Gundê Til Qeta yê li gundewarên rojhilatê Humusê, yek ji mînakên herî berbiçav ên pêvajoya ji nû ve avakirina DAIŞ’ê ye. Li gorî agahiyên bidestxistin, li gundê Til Qeta şaneyekê DAIŞ’ê heye. Şaneya ku di bin serkêşiya Emîr Ebu Awed ê bi lakabê Ebu Awed ku ji eşîra Benî Xalid tê û ji herêma Suhnê ye ve hatiye avakirin, taktîkên klasîk ên DAIŞ’ê digihîne qadê; êrîşên li hember sivîlên Elewî, bêparkirina bi zorê, avakirina torên bi hevkarên ji gelê herêmî re û entegrasyona şervanên biyanî yên wekî gelek çalakiyan dimeşîne. Serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ebu Awed, bi xwişka Saled Elmesreb ê ku li gundê Til Qeta dijî, bi navê Aliya Elmihdî Elmesreb re zewicî ye.

Hate fêhmkirin ku Ebu Awed, welatiyê bi navê Lueye Mihiyi Elhamavî ji ber Elewîbûnê ji gund dûr xistiye, male wî standiye û vê malê kiriye navenda DAIŞ’ê û li vir civînên xwe lidar dixe. Hin kesên girêdayî Ebu Awed ji malbatên Eleskerî û Elbaşa ne. Hin kesên naskirî di nav endamên şaneyê de ev in;
1- Salêh Muhammed Elhedle
2- Bilal Salêh Elhedle
3- Abid Elrezaq Muhammed Elhedle
4- Ezîz Mehdî Elmesreb
5- Hadî Ezîz Elmesreb
6- Sultan Salîh Elmesreb
7- Atiye Osman Elbiriko
8- Xalêd Elhecic
9- Newaf Xalêd Elhecîc
10- Mihemed û Ehmed Xelîfe Elhecic
Di heman demê de, hate zanîn ku îmamê gund Taha Ebu Bilal jî bi vê avahiyê re entegre bûye. Endamên şaneyê hefteyê du caran, bi piranî di saetên dereng ên şevê de dicivin. Hate fêhmkirin ku kesek bi navê Bilal Salêh Elhedle piştî her civînê bi wesayîta xwe ya Jeep Taho ya rengê reş a taybet, bi awayekî rêkûpêk diçe gundewarên Reqqayê û vedigere.
Hate zanîn ku girtîgeheke girêdayî vê şaneyê jî li gund heye. Li ser vê girtîgehê birayê Ebu Awed ê bi navê Ebu Cebe disekine. Li gorî agahiyên bidestxistin, welatiyê bi navê Hesen Mihemed Xaliya bi zorê ji gund hatiye derxistin û li mala wî girtîgeh hatiye avakirin. Her wiha, hate zanîn ku li mala Kerîm Awed Elmesrî jî şervanên biyanî hene. Kerîm Awed Elmesrî endamekî şaneyê û ligel wan 10 çeteyên biyanî hene. Hate gihîştin agahiya ku ev şane xwediyê gelek alavên leşkerî ye. Hate gotin ku hemû çeteyên di şaneyê de di 7’ê Adara 2025’an de bi banga cîhadê ya Şêx Taha Ebu Bilal re beşdarî şerê li hember gelê Elewî yê li peravên Sûriyê bûne. Di heman demê de, dema ku hêzên Koalîsyonê operasyona Tedmurê pêk anîn, ji wan re perspektîfên derxistina cilên DAIŞ’ê û guhertina cihên wan hatine dayin.
Ev avakirina şaneyê, di Nûçeya Taybet a lekolin.org’ê ya bi sernavê “Vaye Kampên Perwerdehiyê Yên ku Ji Aliyê MITê Ve Ji Bo Çeteyên Cîhadîst Hatine Avakirin -NÛÇE TAYBET” de, bi hûrgilî tê vegotin ku li du navendên ku wekî kolejên leşkerî li Humusê têne bikaranîn, 33 zabitên Tirk û 8 karmendên MÎT’ê perwerdeya sabotaj, suîqast û êrîşên intîharî didin, çeteyên DAIŞ’ê yên ji kampên Sarmada têne anîn li van navendan têne bicîhkirin û bi navendên perwerdeyê yên bi piştgiriya MÎT’ê re rasterast têne girêdan.
MÎT, HTŞ Û TORÊN ISTÎXBARATÊ YÊN HERÊMÎ
Piştî êrîşa Tedmurê, agahiyên ku MÎT çeteyên DAIŞ’ê birine Çolistana Sûriyê, stratejiya şerê vekîl ya Tirkiyê ya li herêmê careke din anî rojevê. Dema ku DYE vê pêvajoyê tespît bike û bîne rojevê, nirxandin têne kirin ku Tirkiye dikare li hember raya giştî bikeve rewşeke zehmet, di heman demê de têkiliyên MÎT’ê bi HTŞ’ê re jî balê dikişînin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, zêdetirî 11 endamên girêdayî Colanî û berpirsên ewlehiyê yên Ewlehiya Herêmî ji aliyê Amerîkî ve hatin girtin. Di nav girtiyan de endamên ku alîkariya derbasbûna DAIŞ’ê ya bo çola Sûriyeyê bi MÎT’ê re kirine jî hene. Ev yek bûye sedema xemgîniya MÎT’ê.
Di vê çarçoveyê de, di analîza lekolin.org’ê ya bi sernavê “MÎT û HTŞ ya ku di Amadekariya Êrîşêdene, Veguhestina DAIŞ’ê Zêde Kirin – NÛÇE ANALÎZ” de, wekî ku tê diyarkirin, lidarxistina civînên hevpar ên MÎT’ê bi îstîxbarata HTŞ’ê re li gundewarên Helebê û rola çalak a di veguhestina çeteyên DAIŞ’ê bo gundewarên Dêrazorê de, di serdema ku bandora leşkerî ya Tirkiyeyê li çola Sûriyê qels bûye de, hewldana ji nû ve bi cihbûnê bi rêya hêzên vekîl, bi planên herêmî yên mîlîsên piştgiriya Îranê û Îsraîlê re rasterast tê berçavkirin.
Botan AMED




