Zîhniyeta qirker û qastîk carekî din li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi awayekî hov xwe nîşan da. Çeteyên hikûmeta demkî û komên çeteyan ên ku li gorî siyaseta dewleta Tirk û bi fermana Hakan Fîdan tevdigerin, dîsa jin û zarok kirin hedef û bi kiryarên xwe yê sûcan li raya giştî û cîhanê nîşan dan.
DÎMENÊN CENAZEYAN LI MEDYAYÊN CIVAKÎ
Di dîmenên ku li ser medyayên civakî hatine belavkirin de, tê dîtin ku hejmarek çete bi gotinên “Allahu Ekber” hovîtî û bêmerhametiya xwe nîşan didin û bi heman gotinê cenazeyê jinekê ji jor ve diavêjin. Ev yek zîhniyeta qirker a hovane eşkere dike. Di dawiyê de jî çeteyekî cenazeya endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ser avahiyekê diavêje; ev rewş li nava raya giştî de nerazîbûnek mezin çêkir.
RÊBAZÊ KEVN, ZÎHNIYETA QASTÎK BERDEWAM E
Ev ne cara yekem e ku ev zîhniyet bi vî rengî sûc dike. Ji salên 1990’î vir ve, dewleta Tirk li Kurdistanê cenazeyên jinên gerîla bi hovîtî parçe-parçe dike. Îro jî bi heman rêbazê li Sûriyê – li Siwêyda, herêmên sahilê û Helebê – ev sûc berdewam dike. Gelek belge û dîmenên van kiryaran bi salan hatine tomarkirin û bi raya giştî re hatine parvekirin.
JİN DİBİN HEDEFA ZÎHNIYETA QASTÎK
Zîhniyeta qastîk a ku dewleta Tirk dimeşîne, bi taybetî jinên Kurd dike hedef. Armanca vê siyaseta sîstematîk şikandina îradeya jinên ku bûne sembola têkoşîn û azadiyê ye. Ji Mûşê heta Efrînê, ji Kobanê heta Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, rêbazên qirker bi awayekî sîstematîk tê meşandin.
MÎNAKÊN EŞKERE: BARÎN KOBANÊ Û AMARA RÊNAS
Di sala 2018’an de li Efrînê, şervana YPJ’ê Barîn Kobanê piştî şehîdbûna xwe bû hedefa hovîtiya çeteyên girêdayî Hakan Fîdan; cenazeya wê bi rêbazekî hov li ser maperê hate belavkirin û ev dîmen hate belgekirin. Di sala 2019’an de jî, şervana YPJ’ê Amara Rênas li gundê El Celbiya (li başûrê Kobanê), piştî şehîdbûna xwe, çeteyan bi cenazeya wê sûcên bêmirovî pêk anîn.
QETLKIRINA HEVRÎN XELEF: SÛCEKÎ NAVNETEWEYÎ
Herî girîng mînaka vê zîhniyetê qetilkirina Hevrîn Xelef e. Di sala 2019’an de, Sekretera Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê, li ser rêya navneteweyî ya M4 bi awayekî hov hate qetilkirin. Qetilkirina ajokarê wê Ferhad Remezan jî di heman çarçoveyê de pêk hat. Ev sûc li asta navneteweyî nerazîbûnek mezin çêkir, lê tevî bertekên cîhanî, zîhniyet nehat guhertin.
LI BAKURÊ KURDISTANÊ JÎ EV HOVÎTÎ BERDEWAM E
Li Bakurê Kurdistanê jî heman hovîtî bi nêzbûyina cenazeyan berdewam dike. Qetilkirina Ekîn Wan li bajarê Mûşê û parçekirina cenazeya wê di nav kolanan de, her wiha avêtina cenazeya Dênîz ji ser kavilên malan, mînakên eşkere yên parçekirina civakê ne. Ev kiryar nîşan didin ku armanca wan parçekirina civakê bi rêya jinê ye.
BÊCEZAKIRINA SÛCAN Û BÊDENGIYA CÎHANÊ
Ev sûc hemû di bin çavdêriya civaka navneteweyî de hatine kirin. Bêcezakirina sûcan nîşan dide ku ev zîhniyeta qastîk xwe dubare dike. Ji ber vê yekê, bêdengiya civaka navneteweyî dibe beşek ji van sûcan.
JINÊN KURD: SEMBOLA BERXWEDANÊ Û AZADIYÊ
Tevî van hemû êrîşan, jinên Kurd hîn jî li ber xwe didin. Ji Bakurê Kurdistanê heta Efrînê, ji Kobanê heta Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, jin bi têkoşîna xwe bûne sembola berxwedanê, aştî û azadiyê. Ev yek nîşan dide ku zîhniyeta qirker, tevî hemû hovîtiyên xwe, nikare îradeya jinê û hêviya civakê bişkîne.
Asmîn SENAR





