23 Temmuz 2018 Pazartesi Saat 13:39
Îro danê sibê demjimêr 7:30 beriya
despêkirina kar sê kesên bi çek, bi demance êrişî erkdarên avahiya parêzgeriya
Hewlêr kirin û ketin avahiyê. Piştî ku çekdar ketin avahiyê di navbera wan û
hêzên asayîşê de heya danê nivro pevçun berdewam kir. Piştî demekî di avahiyê
de hersê çekdar hatin kuştin. Her wiha di vê pevçunê de karmendekî avahiyê hat
kuştin û çar polis erkdarê parêzgehê birîndar bu.
Di dema ku pevçun berdewam bûn û
heya qederekî piştî buyerê jî, ji bo di derbarê buyerê de ahagî neyên
bilavkirin ji aliyê asayîşê ve li cihê buyerê destura weşanên zindî nehat
dayîn. Piştî buyer bi dawî hat tenê tv Rudaw bi awayekî zindî li cihê buyerê
weşan kir.
Rêveberê Asayîşê Hewlêr Tariq
Nurî di derbarê nasnameya êrişkaran de axivî û diyar kir ‘’ Hersê çekdar jî
xelkê Hewlêr bûn, du ji wan di navbera temenê 20-25 salî bun û yek ji temen
mezin bu. Heya niha armanca êrîşa wan ne hatiye zanîn di derbarê buyerê de
lêpirsîn berdewame’’.
birîndarbuna çar polisan jî Nurî da diyar kirin, “Saziya me karê xwe nade
sekinandin û wê her îro kar berdewam bike.
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html