05 Eylül 2018 Çarşamba Saat 08:50
Li bajarê Hewlêrê di navbera 2 û 4’ê Îlonê de
amadekarîyekî berfireh ji bo nîşandana cil û bergê modaya welatên Rojavayî hat
kirin. Cil û bergên ku bi qumaşên cilên gelerî ya kurdî lê bi modaya welatên
rojavayî hatine çêkirin, ji aliyê kesên nîşandana modayê temaşe kirin ve
nirxandina ev nîşandana modayê durxistina nirxên kurdewarî re xizmet dike hat
kirin.
Li bajarê Hewlêrê di navbera 2 û 4’ê Îlonê de amadekarîyekî
berfireh ji bo nîşandana cil û bergê modaya welatên Rojavayî hat kirin. Ji bo nîşandana
koleksîyonê li ser dîkê nêzî 80 keç û xortên ciwan ji Amerîka û welatên Avrupa
anîne bajarê Hewlêrê.
Ev nîşandana modayê dewletên rojava bi sponsorîya tora
medyaya Rudawê hat birêvebirin.
Piranîya cil û bergên ku hatîn nîşandan bi qumaşê cilên Kurdî
lê bi modayê welatên Rojavayî hatibûn çêkirin, bu sedema bertek û nîqaşên cur
bi cur. Ji aliyê kesên nîşandana modayê temaşekirin ve nirxandinên cur bi cur
hatin kirin û hat gotin ku ev nîşandana modaya cil û bergan bi taybet ji bo
bala ciwanên başurê Kurdistanê bikişîne ser xwe û wan ber bi çanda welatên
derve ve bibe tê kirin. Her wiha di vê nîşandana moda de ku zarok jî hatine bi
karanîn de jî bertek hate nîşandan û şîroveya hîna di temenekî biçuk de wan
berbi helandina çandî ve kaş dikin, hat kirin.
Temaşekerê nîşandana modayê X.E.M, diyar kir ku wî jî li
modayê temaşe kir û bertekê xwe ji perpirsiyarên amadekar ên modayê re rave kir
û got: “Xelkê qedîm yê herêma Kurdistanê li hember vê nîşandana modayê wê nerazîbin.
Ev tişt li dijî çanda meye û bi armanca windakirina çanda cil û bergê Kurdî tê
kirin. Ev nîşandana modayê durxistina
nirxên kurdewarî re xizmet dike.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê