31 Ağustos 2011 Çarşamba Saat 14:24
Gelê Kampa Penabaran a Mexmûrê dî 27’ê tebaxê de lî hemberî operasyonên artêşa Tîrk a lî ser Başûrê Kurdîstanê û jî bo şermezarkîrîna kuştîna 7 sîvîlên jî aliyê artêşa Tirk ve meşek li dar xistin. Ji wê rojê heta niha xeta înternetê ya Mexmurê ji aliyê Newroz Telecomê ve hatiye qûtkirin.
Di roja 27’ê tebaxê de gelê kampa Mexmûrê li dijî operasyonên li ser Başûrê Kurdistanê û ji bo şermezarkirina kuştina 7 kesên sivîl ên li Qendîlê ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin, ji kampê heta navçeya Mexmurê li dar xistin. Dema Gelê Mexmûrê xwest heyetek Mertalên Zindî bişîne ser sînor, ji aliyê rayedarên Hikûmeta Herêmê ve hate astengkirin. Ji ber wê jî divê meşê de ev helwesta hikûmetê jî hate şermezarkirin.
Şêniyên Mexmûrê ragihandin ku di her rojên taybet de înterneta kampê ji aliyê şîrteka Newroz Telecom a nêzîkî Nêçîrvan Barzanî ve tê protestokirin û nerazîbûnek tund nîşanî vê yekê dan.
Ji roja 27’ê tebaxê ve înterneta kampê hatiye qutkirin. Her wiha ji wê rojê heta niha xeta telefonên destan jî baş nakişîne. Şêniyên Mexmurê ragihandin ku wana bi dehan car ê rewşê ji şîrketên Tarînnet û Aryafonê ên ku li kampê tên karanîn re ragihandine, lê belê ev pirsgirêk çareser nekirine.
Ji ber israra xwediyê Kafeya Roj a înternetê ya Mexmûrê berpirsên Tarinnetê diyar kirin ku ev yek wana derbas dikin, ji ber ku Tarînnet girêdayî Newroz Telecom e, tiştek ji destê me nayê. Her wiha şêniyên gund dan diyarkirin ku xeta înternetê tenê li kampa Mexmûrê nîne 1 km dûrî kampê xet heye.-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info