09 Eylül 2019 Pazartesi Saat 11:41
0
21
TR
:” ”
:””
” “,
Partiya Zehmetkêşên Kurdistan, Partiya Şiuyên Kurdistan û
Tevgera Demokrata Gelê Kurdistanê, piştî biryara Encûmena Nûnerên İraqê ji bo
hilbijartina encûmena parêzgehên navçeyan û serjimêriya niştecihan di sala
2020’an de, li ser rewşa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên bi nakok çend rêze
hevdîtin pêk anîn. Partiyan piştî hevdîtinên xwe di derbarê hilbijartina
encûmena Parêzgeha Kerkûkê de daxûyaniyek dan û diyarkirin ku divê partiyên
Kurdistanî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên Parêzgehan bibin.
Di daxûyaniya partiyan de hat diyarkirin ku biryara Encûmena
Nûnerên İraqê li ser encamdana hilbijartina Parêzgeha Kerkûkê biryarekî giştî
ya Fraksiyona Nûnerên İraqê bûya.
Hersê partiyan di daxûyaniya xwe de dan zanîn kû Hukûmeta
navendî bêy kû rewşa Kerkûkê asayî bike û aramiyê saz bike beşek mezin ji
malbatên çeteyên DAİŞ’ê ji qampên Musilê li Kerkukê bi cih kirine û hemû
karûbarên wan yên niştecihbûnê amade kirine kû ev jî beşeke ji siyaseta
guhertina demografiyê ye.
Her wiha Li gorî yasaya hilbijartina Encûmena Parêzgehan
beşek ji ew Kurdên (60 hezar) ku di serdema Rejîma Baas de li Kerkukê li gorî
maddeya 140 ji bo cihên cûda hatine vegûhestin, di beşdarbûna vê hilbijartinê
de bê parin. Ev jî heman şêweyê siyaseta gûhertina domografiya herêmê ye. Demê
ku hukûmet serjimêriya nifûsê dike, ev kesane bi şêwazekî yasayî li ser Kerkûkê
nayên tomar kirin.
Partiyan di daxûyaniya xwe de dan zanîn Eger ku hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkukê
li ser Kurdistaniyan were ferz kirin, yasa neyê bi cih kirin, pêwiste partî û
aliyên Kurdistanî bi helwestekî hevbeş û yek listeya hevbeş li kerkuk û
navçeyên Kurdistanî li derveyî herêmê beşdar bibin ku ev pêwistiyekî
niştîmaniye nabe paşgûh were xistin. Partiyan diyarkirin ku ew amadene
ji bo civîna hevbeş ya hemû aliyên Kurdistanî li ser mijara hilbijartina Parêzgarê
Kerkûkê maldariyê bikin.
Biryare ku hilbijartina encûmena parêzgehên Iraqê li gel
hilbijartina encûmena parêzgeha Kerkûkê di Nîsana 2020’an de were kirin.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê