NAVENDA NUÇEYAN- Tê zanîn ku îro ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya netewî heye. Hêjayê bîranînê ye ku di vê kêliyê de jî şoreşger û gelê welatparêz jî di vî warî de bi fikarin û ji bo vê dozê têkoşînek ji berê berfirehtir dane destpêkirin. Lê Ligel ewqas ked û westandin ji bo yêkîtiya navxweyî Kurd mixabin hin jî PDK wekî partiyek Kurdî tevlî vê yekîtiyê nabe û ruxmê vêya jî astengiyan jî jê re çêdike. Di her warê de dibe asteng, bi awayek berfireh pilan û provakasiyonên ku hêj dijminên Kurd nefikirîne, destpêkê PDK pêk tîne.
PDK Kopiya AKP’ê ye!
Ferqek di navbera PDK’ê û AKP’ê de heye ew jî tenê PDK’yî bi kurdî daxivin.
Ji xwe her kes kêm zêde pilanên hevpar yên AKP’ê û PDK’ê dizane. Ev jî ne tiştek nû an jî veşartiye. Hevkarî û hevalbendiya wan bi awayek aşkere li holê ye. PDK ji sîstema rêveberî heya çapemenî û sazeyên istixbaratî heya tevahî sazûmaniyên xwe dişîbîne pergala dagirker a Tirkiyê. Di astek de Tirkiyê biryar digire PDK’e jî pêk tîne.
PDK’ê di nav pirovakasyonên li dijî PKK’ê de pêşenge û di nav lîstokê li dijî wê rola sereke dilîze! Tê bîra her kes, dema ku 2017’an rayêdarên Tirk li pey hevdû derdiketin pêşberî capemeniyê û her roj gef dixwarin û digotin em ê êrîşa Qendîlê bikin. Lê Piştî demek derbas bû êrîşî Rojavayê Kurdîstanê kirin û bajarê Efrînê dagir kirin. Wê demê PDK’ê li çiyayê Helgurd û derdora herêma Xakurkê mewziyan çêdikir û gerîlayên PKK’ê bi xwe ve mijul dikir. Li Rojavayê Kurdistanê jî ENKS bibû hevalbendê çeteyên Opozisyonê yên ku Efrîn û çend herêmên din dagir kiribûn. Ya din jî zivistana 2019’an MÎT a Tirk li Zaxoyê bi saziya parastinê PDK’ê re hevdîtinek pêk anîbu. Piştî vê hevdîtinê demek bi ser re derbasbû PDK’ê hêzek ku ji hejmarek pêşmerge pêk dihat şande Zînê Wertê û li vê derê bicih kir. Tirkiye planên datîne pêşiya PDK’ê, PDK jî li ser vê esasê bi tevgerandinên xwe li herêmên diyar a ku gerîla lê dimînê hewl dide ku wan mijûl bike, lêhûrbûnê wan belav bike û Tirkiyê jî li heremekê din jî êrîşê gerîla dike. Qaşo dixwazin bi wan pilan û pirovakasyonên xwe gerîlayên Kurdistanê bê amadekarî bihêlin û wan bixapînin.
Tê bîra we dema ku PDK’ê çekdarên xwe dişanda Zînê Wertê digot ‘em dixwazîn sînorê herêma Kurdistanê ji nexweşiya koronayê biparêzîn’ lê ev yek baş dihat zanîn ku tiştek wisa li holê tune ye. Eger ku niyeta PDK’ê sînor parastin buya, wê salên berê parastibûya, wê ne tenê ji nexxeşiya korona biparasta. Ji ber ku ji gefên herî mezin ya ser sînor wekî madeyên hişbir, komên cîhadî, mayînên araziyê û wan qaçaxçiyên ku pişta herêma Kurdistanê şikenandiye dê pêşî li wan hatibûya girtin.
Eger sînorê Başûrê Kurdistanê ji aliyê gerîlayan ve nehatibûya parastin gelo wê rewşa Başûrê Kurdistanê çewa bibûya û dê karesatek çewa hatibûya serê gele Kurd? Bûyerên ku niha li welatên cîranê Başûrê Kurdistanê diqewimin li ber çavane. Tê zanîn li Îranê 11 milyon kes bi madeyên hişber ve hatine girêdan, li Tirkiye kêm zêde ji sedî 12 bi tiryakê û madeyên cur bi cur ve hatine girêdan. Niha em vê pirsî bikin; gelo ev sînorên herêma Kurdistanê ewqs salin kî ji wan tehdîdên mezin, çete û cîhadîstên radîkal heya fuhuş û madeyên hişbir parastiye? Vê pirsî xelqê heremê bersiv didin û dibêjin gerîlayên Kurdistanê heya niha tevahî wan sînoran parastiye. Ev mijarek şênber e, ji xwe ne hewceyê propagandayê PKK’ê bikin, her kes vê yekî baş dibîne an jî dizane. Lewma her tim ji gerîlayan hez dikin û wan wekî parêzvanên xwe dibînin. Divê her kes vêya baş zanibe, ger gelê Başûrê Kuridsitanê ji gerîlayan hez nekiribûya dê hikumeta Başûr her roj ya gelê heremê li dijî PKK’ê rakiribûya xwepêşandanan û dê her roj şerê wan kiribûya. Lê ji ber ku gel ji gerîlayan hez dike û wan wekî parêzwanên şeref, keramet û axa xwe dibîne ti carî li dijî gerîlayan tev nagerin. Lewma PDK’ê jî li dijî gerîlayan serî li rêbazên wekî komplo, îstixbarat û hevkariyê bi dijminên Kurdan re dike.
Lê ya rastî ev e ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî vê yekê baş dizane ku hêzên gerîla ji her hêzek din xurtire û ji bo ewlehiya Başûrê Kurdistanê têdikoşe. Lê PDK’ê tû caran bi kiryar û eşkere ev yek danequrtandiye û li xwe mikûr nehatiye, ruxmê wê yêkê jî xiyanet jî lê dike. Di şerên ku berê bi PKK’ê re kiriye wê dersa xwe baş girtiye. Şerê herî dawî ku PDK’ê bi avayek raste rast di bin navê Oparasyona Mûrat a bi Tirkiye re hevpar li dijê PKK’ê dan meşandin û di encam de jî PDK’ê û AKP’ê bin ketin, rastiyê derxist holê. Di heman demê de jî nerazîbunek mezin a gelê Kurd bi xwe re anî û li çar beşê welat PDK’ê şermezar kirin.
Lê cêhê balkişandinêye ku PDK’ê van salên dawî bi taybet ji 2017’an û şûnde ketiyê pozîsyon û tevgerên nû li nav herêmê. Tê xûya kirin ku li dijî PKK’ê û beşên din yê Kurdistanê planên Gladyo bi wekalet qebul kiriye û bi pêkanînên wan ve mijûl e. Niha jî PDK jibilî vêya ku hêz û derfetên xwe ji bo şer dijî dijminên Kurdistanê amade bike û parastina axa Kurdistanê bikê, berovajê wê yekê dike tevahî hêz û Îmkanê xwe li dijî gerrîlayên Kurdistanê dide xebitandin. Tirkiye û DAIŞ’ê êrişê Herêmê Kurdistanê dikin, lê PDK’ê li dijî gerîla û şoreşgerên Kurdistanê mewziyan çêdike, her wiha çek û cebilxaneyên giran li beramber heremên ku gerîla tê de dimînin bi cih dike.
PDK çekên ku ji bo li dijî DAIŞ’ê girtiye li dijî PKK’ê bi cih kiriye!
Çek û cebilxaneyên ku NATO’yê di pêvajoyê şerê DAIŞ’ê de dabu PDK’ê ku ji bo li dijî DAIŞ’ê bikar bîne. Lê tevahî wan çek û derfetên leşkerî di cihê dijî DAIŞ’ê niha ji bo li dijî gerîlayan pêk bîne di mewziyên ku li dora Qada Parastina Medya gerîlayan bi cih kiriye.
Ya rastî tiştê ku mirov ji wan liv û tevgerên PDK’ê fêm dike ew e ku PDK, bi hêviya xewna binketina PKK’ê ku li Qadên Parastina Medyayê gerîla parastina wan dike de ye. Qaşo dema ku PKK’ê li hember dijminên hov binket û heremên gerîla vala bûn, wê PDK’ê jî yekser li wan herêman hêzên xwe bi cih bike.
Mijarek din jî ku cihê balkişandinêye û pêwîste ji raya giştî re were zelal kirin ew e ku li kêleka van nîzîkatî û tevgerên PDK’ê, berpirsên wê partiyê dem bi dem daxuyanî didin û dibêjin; “Ger ku PKK dixwaze li Başurê Kurdistanê bimînê pêwîste li gor tiştê ku em dibêjîn tevbigere”. Ev tê wê wateyê ku divê PKK îrade, nasname, dîrok û her tiştê xwe teslîmê wan bike. Jixwe ne tenê PDK vê yekî dixwaz e ev 40 salin hêviya yekem a NATO’yê jî ew e ku PKK bê îrade bike û bixê bin xizmeta xwe û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.
Dagirker êrîşê Başûr dikin PKK’ê jî dikin hincet!
Tirkiye li ser hincetên cûr bi cûr êrîşên welatên derdor dike. Leşkerên xwe yên hov dişîne Lîbya û dibêje gele wê derê ji me xwestine. Çete û komên radîkal dişîne Sûriyê dibêje ‘Em pêşî li avabûna dewleta terorê digirin’. Milîs û cebilxaneyan dişîne herêma Qerebaxê û dibêje ‘gelê Azerbeycanê ji me xwestiye’. Ev hemû li ser navê civakan hincetan ji xwe re ava dike û tecawizê axa her derê dike û vêya jî ji xwe re wek rewa dibîne.
Di heman demê de kêm zêde ev 30 salin Tirkiye roj bi roj beşek ji axa Başûrê Kurdistanê dagir dike û bi hevkariya PDK’ê êrîşê şoreşgerên Kurd dike. Tirkiye bi derfet û teknîka herî pêşketî êrîşê Başûrê Kurdistanê dike. Lê ruxmî ewqas êrîş û dagîrkeriya Tirkiyê li ser axa Başûrê Kurdistanê jî berpirsên PDK’ê wekî hertim dibêjin: “Sebeb û hincet PKK ye û divê ji axa Başûrê Kurdistanê derkeve”.
Bila di vê çarçoveyê de em jî wisa bihesibênin ku PDK’ê rast dibêjê û mafdare, PKK’ê astenge li hember pêşketin û mafê kurdan e. Lê em çend pirs ji berpirsên PDK’ê bikin; em bêjîn, ‘dema ku we Sileman Muînî, şoreşgerê binirx a Kurdistanê bi plan û destgirtî radestê hikumeta Şahanşahî ya Îranê kir, wê demê PKK’ê hêj hatibû avakirin? Dema ku we sala 1969’an bi plana SAWK’ê (Saziya Hewalgiriyê Îranê, ya serdema Pehlewî) 623’ pêşmergeyê HDK’ê (Hizbî Demokratî Rojhilatî Kurdîstan) di navbera rêka bajarê Şino û Pîranşahrê de şehîd xist û wan da ber guleyan, bi hinceta ku qaşo wan pêşmergeyên HDK’ê li eraziya Şino Gorê Mela Mistefa Barzanî xira kirine.’ Lê ya rast tiştek wisa tinebû ji xwe wê demê û niha jî berpirsên HDK’ê vê tiştê red dikin û dibêjin, “ev plan yê SAWK’ê bû û PDK’ê jî pêkanî”. Ji xwe em di derbarê heyama Qiyade Mueqetê de jî tiştek ji PDK’ê pirs nakin. Ji ber ku her kes bersivê vê yekê baş dizane ku PDK’ê çewa êrîşî tevgerên Kurdî yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir û komkûjiyekê mezin pêk anî.
Niha jî em mînakên herî berbiçav ku van salên dawî qewimîne ji rêveberên PDK’ê pirs bikin. Dema ku endamên HDK’ê (Hereketê Demokratê Rojhilatê Kurdistanê) di nav herêmên we de dihatin terorkirin we tene li wan meyze dikir. Tê bîra we Heyva 12/ 2016’an şeva sersalê bombeya ku Îran li nav kampa HDK’ê teqand û çend pêşmerge şehîd û birîndar bûn. An jî Cotmeha 2018’an komara sêdarê ya Îranê heman kampê li bajarê Koyê bi fuzayan bombaran kir, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 28 kes jî bi giranî birîndar bûn. Wê demî hûn li ku bûn? Jixwe ev 20 sal zêdetire ku HDK’ê ne li ser sînorê herêma Kurdistanê û ne jî li derveyê herema Kurdîstanê ti çalakî nekiriye û di nav kampên xwe de runiştîne. Lê Îran her dem bixwazê û kêfa wê were cur bi cur êrîşê wan dike. Çima PDK’ê wan naparêze? Wan ti çalakî li welatên derdora hikumeta herêmê pêk ne aniye, di qampa xwe de runîştine û belayê xwe li ti welatek nadin û bi her awayî gohdariya PDK’ê dikin, ji wan re bêje rabin, runên rasterast bi gotina PDK’ê dikin. Lê çima PDK’ li ser doza wan dengê xwe dernaxîne? Lê çima dibêje bila PKK’ê gohdariya me bike, em ê pê re biratî bikin? Temam wan Partiyên Rojhilatê bi her awayî gohdariya te dikin çima bi wan re biratiyê nake û di nav kampên girêdayê PDK’ê de êrişê herî dijwar li ser wan tê kirin. Tiştek wisa tineye biratiya ku PDK’ê qala wê dike mîna biratiyê gur û şivanê ye.
Dema ku mirov daxûyaniyên berpirsên PDK’ê gohdarî dike mirov wesa fêm dike qeyî dixwazin zarokan bixapînin. Hiçkû wesa dihizirin ku partî û gelê Kurdistanê wan nas nakin? Qeyî dibêjin dîroka wan nayê zanîn? Ruxmê wan tiştan jî rêveberên PDK’ê, her tim dibêje; ‘gerek PKK’ê li gor siyaset û plana herêma Başûrê Kurdistanê tevbigere, wê demê em bi PKK’ê re biratî bikin’.
Lê wateyê esas ya axaftina rayedarên PDK’ê wiha ye ku; gerek PKK’ê jî wekî wan partiyên din ku li Başûrê Kurdistanê di nav kampan runîştine û bune tabelayê çar dewletên dagîrker ên Kurdistanê divê PKK’ê jî heman tiştî bike û di heman demê de jî PDK’ê yan jî NATO hinek caran çend quruş pere bide wan û bes e.
Kurt û cewherî biratiya ku PDK’ê li ser niqaş dike bi wêrekiya ku birayê xwe hembêz dike û bi kêrê li pişta wî dixe ye.
Tevgerên Kurdî gelek ji destê PDK’ê kişandine. Lê li gor naskirina ku me li ser PKK’ê heye, PDK tenê ruyê xwe reş dike û dîrokek îxanetê ji xwe re di nav rupelên dîrokê de dide nivîsandin. PKK partiyeke ku bi nasname û berxwedêriyê niha û berê ya xwe tê naskirin û di encam de jî xewna PDK’ê jê re dibe kabûs.
Siltan RİZGAR
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê