23 Eylül 2010 Perşembe Saat 15:03
Ji rayedarên KCK-Rojava Mirov Bavê Tîrêj, bersiv da pirsên ANF’ê yên di derbarê rewşa kurdên Sûriyeyê de û diyar kir ku mirov dikare daxwazên kurdên li Sûriyeyê di bin sernavê sê xalan de rêz bike xweseriya rêveberiya herêmî, xweseriya çandî û ewlekariya destûra bingehîn. Her wiha Bavê Tîrêj bal kişand ku ji sala 1957’ê ve rêxistinên kurdan li Sûriyeyê heye, lê herî zêde zext li ser Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya sala 2003 hatî avakirin, hatine zêdekirine.
*Hun dikarin rewşa kurdên li Suriyeyê binirxînin? Gelo daxwazên wan yên sereke çi ne?
Di dema Sykes-Becon ya sala 1916 û peymanên salên 1920’an de beşek ji kurdên Bakûrê Kurdistanê ketin di bin desthilatiya Fraseyê de. Em îrov ji wê re dibêjin ‘Rojavayê Kurdistanê’. Jimara kurdên li Sûriyeyê bi qasî 3 milyon e. Ev 3 milyon li herêmên kurdan Cezîre, Kobanî, Efrîn û li mertropolên Sûriyeyê dijîn. Di navgîna sedsala 20.de di carekê de faşîzma ereban derket holê û bi taybet dema Partiya Baas sala 1963 bi darbeya leşkerî hat li ser destihiladariyê, kurdên li Sûriyeyê dijîn bi zext û bişaftinê re rû bi rû mane.
HERÎ ZÊDE ZEXT LI PYD’Ê TÊ KIRIN
Dema Rojavayê Kurdistanê Tevgera Tekoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir, zextên rejîma Baasê yên li ser kurdan zêdetir bûne. Ji sala 1957’ê ve rêxistinên kurdan li Sûriyeyê hene, lê herî zêde zext li ser Partiya Yekitiya Demokratîk ya sala 2003 hatî avakirin, hatine zêdekirine. Heta îro jî bi sedan girtiyên kurd di girtîgehên îstîxbarata Sûriyeyê de ne, bi şev bi ser bi dehan malan de digirin û bi hezaran kes hatine binçavkirin û hatine îşkencekirin.
XWESERIYA RÊVEBERIYA HERÊMÎ, ÇANDÎ Û EWLEKARIYA DESTÛRA BINGEHÎN
Mirov dikare daxwazên kurdên li Sûriyeyê di bin sernavê sê xalan de rêz bike xweseriya rêveberiya herêmî, xweseriya çandî û ewlekariya destûra bingehîn. Ji bilî vana tu daxwazên din yên kurdan nine. Her çendî li destûra bingehîn ya Sûriyeyê de rêveberiya herêmî heye, lê belê Partiya Baasê her tiştê di destên xwe de digire û hemû gelên li Sûriyeyê ereb têne hesibandin. Destûra xwe ya bingehîn û zagonên xwe pêk nayne, welêt xistiye di rewşeke awerte de û bi rêvberiyeke olîgarşîk û keyfî birêve dibe.
*Biqasî ku em dibînin li Suryê herî zêde sîstemek yaku liser PYD`ê zextan dike heye, pirsên destpêkê yênku ji Kurdên tên binçavkirin, tu ji PKK`ê yî yanna, dinava PKK û PYD`ê de xetek çawa heye? Gel herî zêde PKK`ê yan jî PYD`ê di ecibîne? tên kirin.
DI NAVBERA PYD Û PKK’Ê DE GIRÊDANEK LEBETÎ TUNE YE
Raste, herî zêde zext liser PYD`ê tên kirin, sedemê wê jî ew e ku, pêşketina têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û peymanên îstixbaratî yên di navbera Sûrye û Tirkiyeyê de ne ku ev peyman berhemên peymana Ewlekariyê ya Edene yê ya 1998`anin. Dinavbera PYD`ê û PKK`ê de girêdanek ya lebetî nîne, lê girêdanek ya îdeolajîk heye, weke îdeolojiya Îslamê, yan jî weke îdeolojiya komunîzmê. PYD li gorî îdeolojiya ‘Ocalanîzmê’ mafên gelê Rojavayê Kurdistanê diparêze. Jiber ku gelê me jî herî zêde bi Rêber Apo ve girêdayî ne, dewlet jî di navbera PYD û PKK`ê de cûdahiyekê nabîne. Yanî weke ku, her misilman weke mucahît dîtin yan jî weke, bi çavekê Marksîst li her sosyalîstekê nêrîn. Di rastiyê de PYD rêkxistinek cudaye, organên wê hene, serokê wê jî di kongreya organên wê de tê hilbijartin. Bername û rêziknameya wê ya xweser û kongreya wan wê dipejirîne û li gorî vê jî tekoşîna xwe berdewam dike.
*Li Bakurê Kurdistanê qala konferansek netewî tê kirin, li gorî ku em dizanîn li Rojavayê Kurdistanê jî nêzîk 20 Partiyên Siyasî yên Kurd hene. We qet hewilda ku bi van partiyanere bên cem hev?
HÊVIYA YEKITIYA NETEWÎ KONFERANSA NETEWÎ YE
Bi taybet di dema serhildana 2004`an û ji wê şûn de jibo ku em bi rêkxistinên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re bên cem hev û eniyek ya Kurdan yan jî kordînasyonek ya Kurdan ava bikin me gelek hewilda, lê me kir nekir me nekarî vî karî pêk bînin. Yê ku weke ku xwe nêzîkî me dike dihat dîtin jî, xwest me paşve bikişîne. Em hêvîdarin ku ev konferansa ku tê xwestin bê kirin pêşketinên erênî bi xwe re bîne û yeketiya me pêk bîne.
* Gelo jibo hun li gel muxalefeta Ereb ya Sûriyeyê bên cem hev we qet hewil dane?
PIRANIYA MUXALÎFAN DI ZÎNDANA DE NE
Li Suryê muxalefetek ku weke tê zanîn nîne. Lê kesayetên muxalif hene, piraniya wan jî di zindanan dene. Rexmî vê me hewilda di hindir û derve de bi van re bên gel hev, lê em negihan encamek berbiçav. Hinek ji vane, bi nêrîna PYD girêdayî PKK`ê ye û ev ji ligorî Rojava rêkxistinek ya `terorîste` nêzîk bûn û ji vêB yekê xwe paş ve dan. Hinek jî jiber ku şowenîst bûn û em weke rêkxistinek ya cudaxwaz dibînin naxwazin xwe nêzîkî me bikin.
*Hun di derbarê daxuyaniya Serokomarê Sûriyeyê Beşar Esad ya jibo rojnamevanên Tirk dayî de çi dibêjin? Gelo ev daxuyaniyên dawî tê wê wateyê ku Sûriye nabe hevkarê komkujiya dewleta Tirk ya li ser gelê kurd dimeşîne?
BI HEZARAN KES JIBER ‘KURDBÛNÊ’ HATINE GIRTIN
Serokomarê Sûriyeyê ne cara yekeme van gotinan tîne ziman, beriya niha jî gotibû. Lê dema tê gotin zû tê jibîrkirin û di pratîkê de tam berevajiyê wê tê pêkanîn. Ji ber ku Kurde bi hezaran girtî û yên hikum xwarî hene, her roja ku diçe qurbanên van siyasetan zêde dibin. Jibo ku Kurdan ji cihê wan bikin, wan feqîr bihêlin her roj bi îmzaya xwe û biryara xwe biryarnameyan çêdikin û her roj li leşkertiyê ciwanên Kurdan dikujin.
LI HEMBERÎ KURDÊN DI HINDIRÊ XWE DE HER TIŞTÊ DIKE
Dewleta Surye li hember Kurdên ji dervey Sûriyeyê naxwaze bikeve eniya dijber. Ev siyaset di sala 1966’an de li hember Barzanî bikar anî, naxwaze dubare bike. Weke din jî pirsgirêkên wan bi xwe hene. Pirsgirêka Filîstîn, pirsgirêka Libnanê, pirsgirêkên navxweyî gelek serê wan diêşînin. Ji ber wê sedemê niha Sûriye naxwaze bibe eniya komkujiya Kurda. Lê belê li hember Kurdên di nava xwe de tişta ku ji destê wî tê dike û heta komkujiyê jî dike.
*Gelo jibo çareseriya pirsgirêka Kurd hêviyek çawa heye?
Pirsgirêka Kurd birînek ya rojhilata navîne û pirsgirêka herî tevlîheve, bi taybet di sedsala 20.de netewperestiya ku di nav Tirk û Ereban de pêşdikeve, avabûna rêkxistinên wekî Îttîhat-Tarakkî ( di roja meya îro de nûneriya wan CHP,MHP, partiya Baas dike) û piştî şerê 1.yê Cîhanê hevpeymanên ku hatine kirin ev pirsgirêk hêj bêhtir tevilhev bûye. Lê di dawiya 20. de bi derketina Tevgera Azadiya Kurd û tekoşîna wê re ev pirsgirêk gihaye pileya çareseriyê. Dijminên Kurdan yên sereke Tirkên Spî, di kesayeta Dewleta Tirk pir lewaz bûne, hatine rewşek wisan ku yan wê vê pirsgirêkê çareser bikin yan wê Tirkiye çareser bibe. Jiber vê sedemê dereng yan jî zû Tirkiye neçare ku çareseriyek peyda bike. Eger li Bakûr pirsgirêk çareser bibe wê li parçeyên din bi hêsanî çareser bibe. Ev jî wê li aliyê gelên rojhilata navîn ve pêşketinek be.-ANF
Barzan Îso
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info