No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi

Rejîma Îranê agir berdide daristanên Merîwanê

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
Reading Time: 2 mins read
A A
Home Bölümler Ekoloji

21 Haziran 2011 Salı Saat 09:15

Bi hatina demsala havînê re artêşên Îran û Tirk dest bi şewitandina xwezaya Kurdistanê kirin.

Bi hatina demsala havînê re artêşên Îran û Tirk dest bi şewitandina xwezaya Kurdistanê kirin. Hat ragihandin ku leşkerên Îranê yên li Merîwanê dest bi operasyona leşkerî kiribûn agir berdane daristanên herêmê.

Artêşa Îranê bi hatina demsala havînê re li gelemperiya Rojhilatê Kurdistanê dest bi operasyonên leşkerî kiriye. Her wiha veguhestina li ser sînoran jî zêde dike. Artêşa Îranê di encama van operasyonan de xwezayê Kurdistanê jî wêran dike. Li gor agahiyan artêşa Îranê agir berdaye daristanên Merîwanê.

Li gor çavkaniyên herêmî, artêşa Îranê bi hevkariya cerdevanan agir berdide daristanên Merîwanê. Herî dawî hêzên artêşa Tirk li gundê Çawik ê Merîwanê agir berdan herêmên daristanî. Her wiha ji serê salê heta niha 14 bûyerên şewitandina daristanan li Merîwanê rû dan.

Par havînê li ber çavê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê li herêma Merîwan û Sewllawa di encama 876 şewatên daristanan de herî kêm 23 hezar hektar daristan û zeviyên xelkê şewitîbûn û bûbûn xwelî.

Rayedarên rejîmê ku ne tenê tedbîrên rêlêgirtina şewatan negirtin, gelek caran hewldanên gundiyan yên vemirandina agir jî asteng dikirin.

Heman rewş îsal jî berdewam dike. Tenê di hefteyên dawî de li Merîwan û Sewlawe li herêmên Wesne, Gwêze Kwêre û Lencawa herî kêm 7 buyerên şewata daristanan rû dabûn. Her wiha ji serê salê ve tenê li Merîwanê 14 bûyerên şewatê rûdan.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share203Tweet127
Previous Post

İt Ürür, Kervan Yürür

Next Post

Şemdinli’de Balık Katliamı

Lekolin

Lekolin

Next Post

Şemdinli'de Balık Katliamı

  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi