15 Kasım 2011 Salı Saat 13:17
Santrala Termîkê ya Metzamor a nêzî sînorê Ermenistayê ye, ji ber ku zêde kevn bûye, piştî erdheja Wanê talûkeyê li derdora xwe belav dike. Santrala Termîkê ku li ser xeta fayê ya Agirî cih digire gefan li derdora xwe dide. Enzdaya Derdorê Ruken Ulaş, hişyarî kir û xwest rayedar bi lezgîn der barê vê yekê de tedbiran bistînin û çareseriyê bibînin.
Santrala Nukleerê ya Metzamor a Erîwanê ku bi teknolojiya berê ya Sovyeta kevn hatiye avakirin, ji ber ku li ser xeta erdhejê ya Agiriyê hatiye avakirin û gelek kevn e, gefan li derdora xwe dixwe. Bi erdheja li Wanê pêk hat ev gefên wê zêdetir bûn. Santrala ku di sala 1997’an de hate avakirin, her yek ji wan xwedî hêza 408 Mega Watt e û ji 2 unîteyên WWER- 440/230 pêk tên. Santral, 32 kîlometre dûrî Erîwanê, 100 kîlometre dûrî Qersê û 16 kîlometre dûrî Îdirê ye. Piştî li Wanê di 23’ê cotmehê û 9’ê mijdarê de erdhejên hêza wan 7,2 û 5,6 pêl pêk hatin talûkeya vê santrolê zêdetir bû. Enzdaya Derdorê Ruken Ulaş, hişyarî kir û xwest rayedar bi lezgîn der barê vê yekê de tedbiran bistînin û çareseriyê bibînin. Ulaş, anî ziman ku ji ber santrol li ser xeta erdhejê ya Agirî ye her dem gumana ku erdhej pêk bê heye û ev yek talûkeyê li derdorê belav bike. Ulaş, destnîşan kir ku dema erdhej li ser xeta Agirî pêk bê dê hemû bajarên li ser vê xetê vala bibin.
‘Divê dubare Çernobîl neyê jiyandin’
Ulaş, destnîşan kir ku Santrala Termîkê ya Metzamorê zêdetir nêzî Ermenîstanê ye û ji bo Çernobîlek din pêk neyê divê tedbîr bên girtin. Ulaş, bibîrxist ku Saziya Enerjiya Atomê ya Tirkiyeyê (TAEK) di sala 2005’an de rapor amade kiriye u diyar kirine ku temenê vê santrolê temam bûye. Ulaş, anî ziman ku li Tirkiyeyê 78 pergalên RESA’yê hene, lê dîsa ger ku santralên Nukleerê ya Metmazorê qezayê derbas bike dê encama wê pir giran be. Ulaş bibîrxist ku li gel vê talûkeyê dê dîsa heta 2016’an bidin xebitandin û ev yek ji bo welatiyên derdorê talûkeyek gelek mezin û felaket e.
Hewldanên dewletê yê ji bo girtina santrolê tune
Ulaş, bilev kir ku tenê saziyên sivîl dixwazin santral bên girtin û wiha axivî: “Ger ku ev santral neyê rakirin di qezayek biçûk ango erdhejekê de dê gaz bicizirîne û li derdorê belav bibe. Dê gelek bajar û şûnwarên derdora xwe bixe bin bandorek neyînî. Heta niha 106 caran weza li vir pêk hatiye. Divê disa Cernobîl dublare nekin. Divê rayedar bi lezgîn terbîran bigirn. Ev santral li ser xeta erdhejê hatiye avakirin û her dem gefan li derdorê dixwe. Ger ku erdhej lê bidne dê bi xwe re felatekê bîne. Divê bi lezgîn der barê wê de tedbîr bên girtin.-DÎHA
Ararat Aras/Îdir
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info