28 Temmuz 2018 Cumartesi Saat 09:35
Tirsa dewleta Tirk a ji zarok û stranên
kurdî berdewam dike. RTUK, ji tekane televizyona kurdî ya zarokan Zarok TV re
ji ber du stranan weşandiye bi hinceta “Xizmeta rêxistina terorê dike ceza
da.
Lîjneya Bilind a Radyo û Televizyonê ya Tirkiyê
(RTUK) ji tekane televizyona kurdî ya zarokan Zarok TV re ku di dema OHAL’ê de
demek weşana wê hatibû rawestandin û careke din hate vekirin re, ji ber du
stranên kurdî re ceza birî.
EV HER DU STRAN
PIR ‘XETER IN’!
Di bernameyekê
Zarok TV de ku di 17’ê adarê de hatî weşandin ji aliyê zarokekê ve strana “Gula
min Cizra Botanê hatiye gotin û ji aliyê qaşo pisporên RTUK’ê ve rapora hatî
amadekirin de gotinên strana kurdî bi Tirkî weke “Kurdistan berxwedana
rojhilat, berxwedana nisêbîn hatiye wergerandin. Dîsa di bernameyekê 20’ê
adarê de hatî weşandin ji aliyê zarokekî ve strana “Kurdistan pir şêrîne
hatiye gotin, ceza lê hatiye birîn.
Li gor hinceta
cezayê ku ji aliyê RTUK ve hatiye weşandin wiha tê gotin: “Rêxistinên terorê ji
bo pêkanînên xwe yên bîrdoziyê bi hêztir bike serî li hin cure amuran dide.
Dema vê yekê dike serî li rê û rêbazên bi çek an jî bê çek dide. Weşanên
televizyonan jî di vê hêmanî de vediguhezînin amûrê propagandayê ya bi bandor.
Ji bo erdnigariyekê navê Kurdistanê lê hatiye kirin û ji aliyê Komara Tirkiyê
ve hebûna wê nayê qebûl kirin re, bi pesindar qal tê kirin. Bernameya ku di
hêla naverok de xizmeta armanca rêxistina terror dike hatiye amadekirin de, zarokên
bê parastin dikin amûrê vê armancî, teşwîqê terorê tê kirin û propagandaya wê
tê kirin.
Li ser vê esasî
bi henceta vê rêgezî binpê kiriye ji dahatuya reklamê di navbêra sedî 2 û 5 de
cezayê pereyê bê birîn û cezayê 5 caran rawestandina bernameyê bê birîn.
û stranên kurdî berdewam dike û bi televizyonê re zarok tên hedef girtin, hat
kirin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html