• kurdî
  • العربية
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Bölümler Makaleler

Xiyanet Bombeya Atomêye Li Mejiyê Mirovan Dikeve !

Yayınlayan Lekolin
15 Mart 2020
Kategori: Makaleler
257 3
A A
Xiyanet  Bombeya Atomêye  Li Mejiyê Mirovan Dikeve !
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

26 Kasım 2017 Pazar Saat 06:40

Jixwe di berê de rûyê we reş bû. Vê carê we tam rûyê xwe reş kir. Ji bo vê jî divê gelê Kurd rabe ser piyan û we li ber lêhiya xwe bixeniqîne

Ne niha, jixwe we ev yek ji zû ve heq
kiriye, lê gelê Kurd dilê wan hindî paqij e li dijminê xwe jî tê rehmê.
Xiyanet  çavkaniya hemû xirabî û pirsgirêkan
e. Ger te xiyanet li hebûn û nirxên xwe kir, divê ti hêviya ku kesek were te
xilas bike nebe. Ji ber ku  te çi kiribe
te bixwe aniye serê xwe  û  bedelê wê jî divê tu bixwe bidî. Ne ku
fatureya wê li ser gel were birîn. Lê dema ku em li vê rewşa xiyanetê dinêrin
ne kesên ku xiyanet li nirx û hebûna gel kirine bedel û hesaban didin, em
dibînin bedelê vê xiyanetê civak û jin didin. Ango jin û mirovên bêguneh
dikevin ber xezeba xiyaneta serkirde û rêveberan.  Heta ku yekîtî di navbera gelê Kurd de  çênebe, wê her dem hinekê ku çep û rastê xwe
ji hev nasnakin bixwazin lîstok û komployan li serê gelê xwe bigerînin. Xiyanet
ne çarenûsa gelê Kurd e, divê mirov dersek wisa bide vê çarenûsê ku cîhan hemû
li ber bikeve secdeyê. Jixwe em dibînin cihên ku bi berxwedanî û wêrekiya
cangoriyên gelê Kurd ve hatine rizgarkirin û tên parastin bûne  modela gelên cîhanê ku xwe li ser wê mîrasê
birêxistin dikin.  Ango em li kîjan
welatî binêrin ger ku ew jî di rewşa Başûrê Kurdistanê de bin helbet yekîtî pêş
nakeve û her roja ku biçe wê hê zêdetir lîstok û komplo li ser wan werin
çêkirin û bêyî ku ew pê bihesin. Bedelê bawerî bi vîna xwe neanîn  ewqas giran e ku kesek nikare ji bin vê
xiyanetê derkeve. Bawerî bi hêza xwe neanîn bi serê xwe xiyaneta herî mezin e.
Ango ew nêzîkbûn dihêle ku hemû xirabî bi serê mirov were.

Kurdistan mozayîka bi hev re bûna gel û baweriyan e. Hêza ti
rêxistin û desthilatê têrênake ku wan ji hev cuda bike an jî li gorî
berjewendiyên xwe kiraseke din li wan bike. Jixwe van gelan  berî hezar salan biryara xwe dane ku wê li
ser vê axê bi hev re jiyan bikin.  Gelê
Kurd nemecbûre ku hisabê kêmanî û xiyaneta we bide. Divê demek berî demekê ev
kesane bikevin ber lêpirsînê û gel hesabê xapandina xwe ji wan bixwaze. Lê ez
wisa bawer dikim ku ji niha û şûn de wê hesab xwestina herî di cih de ew be ku,
divê carek din gel vîna xwe nexe destê kesayet û rêveberên ew heq nekirine.
Dersa herî baş ew e ku gel carek din van kesan di nav civata xwe de
nehewînin.  Wan  û lîstokên wan bavêjin sergoya dîrokê.

Divê ji niha û pê ve gelê Kurd baweriya xwe bi gotinên
serxwebûn û dewletbûnê neyine, ji ber ku wateya dewletbûnê bi xwe rastiya wê li
ser înkara hebûn û nasnameya gel û netewek din e. Ango pirsgirêk ne dewleta
gelê Kurd û ya geleke din e. Pirsgirêk ew e ku zihniyet û rihê dewletê bixwe
înkar û îmha ye. Jixwe dijminê herî mezin ê gelan pergala dewletê ye. Dema
dibêjin dewelet kuştin, îşkence, zorbatî, înkar, tecawiz, fesadî, qirkirin,
bêkarî, bê vînbûna reng û  baweriyan
dikeve bîra mirovan. Gotinên  serxwebûn û
dewletbûnê hemû xapandinbûn  li ser vîna
gel. Lîstok û komployek mezin di dewrê de heye. Dema ku rêveberiya herêma
kurdistanê dest bi pêvajoya serxwebûnê kir 
ger were bîra me tenê dewleta Îsraîl piştgirî dabû serxwebûna herêma
kurdistan. Ji bo li himberî dijminê xwe çepereke din bigire. An jî deriyek din
ji xwe re veke û gel û axa Kurdistanê  ji
bo berjewendiyên xwe  bi kar bîne. Lê
dema ku tang û topên Îran û Îraqê li ser erda Başûr re derbasî bajar û navçeyên
wê Kerkûk, Mexmûr ûTuzxurmato dibûn wê demê li naverastê kesekê behsa
piştgiriya dewleta Îsraîlê nedikir. 
Hisab  û lîstokên wan pûçbûbûn
.  Em hemû baş dizanin ku dijminê herî
mezin ê gelê Kurd yek jî siyaset û polîtîkaya dewleta Îsraîlê ye. Dewleta
îsraîl  ku herî zêde yekîtî û bi hev re
bûna gelê Kurd xirab dike  ji ku re bû
mitefîk û alîkarê serxwebûna gelê Kurd? 
Siyaset û polîtîkaya wan kêlî bi kêlî înkara vîn û nirxên  gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye. Ji ber ku yê
lîstok û kompiloyên wan pûç û xirab dikin Tevgera Azadiyê ye. ji bo wê jî
Tevgera Azadiyê her dem li himberî xwe asteng dibînin.

Ger  gelê Kurd ji vê
rewşa niha dersên baş derxisti be û naxwazin careke din rûberûyê van roj û êşan
bên,  Em 
ê careke din kesayet û hişmendiyên wek PDK’ê  û YNK’ê nêzîkî rêveberî û pêşengiya kurd
nekin heta jiyan heye. Ji ber ku siyaset û polîtîkaya wî ya ji bo gelê Kurd û
gelên cîran ji binî ve xelet û şaş e. Li ser vê mirov dikare vê yekê pir bi
rehetî bêje ku ji bo mezinbûn û pêşxistina vîn û hebûna gelê Kurd kevirek tenê
jî nedaniye ser hev. Ev yek herî zêde di vê pêvejoyê de rûyê rastî yê rêveberiya
herêma Kurdistanê derxist holê. Ji ber ku kesayet û rêxistinên ku ked û
zehmetiyan di ber hebûn û vîna gelê xwe de didin, xeletiyên wisa nakin û heta
dawiyê têdikoşinê didin, heta canê xwe jî di ser de didin. Lê yê van qet ne li
xema wan e jî. Ji ber bi rastî westandinek nîne, ji bo wê heta dawiyê bêxembûn
heye. Kesayetên, bêxem kesayetên bê ked in.

Careke din eşkerebû ku tekane riya çareserî û altarnatîf
felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ye. Tevgera Azadiya gelê Kurd mirovahî li her çar
aliyê Cîhanê parastiye û karîbûye bibe xwedî hêzek pêşeng û alîkar. Di dîroka
xwe de tevger û bizava PKK’ê karibûye li ser vîna xwe pêşengtiya civaka xwe û
mirovahiyê bike.  Bi pêşxistina vîna
xwe  vîna hemû Cîhanê parast.  Ji ber ku hebûn û nirxa xwe ne li ser vîn û
înkara hebûn û vîna kes û civakan pêkaniye. Ji ber ku pişta xwe daye nirx,
hebûn û vîna xwe û wisa pêşeroja xwe avakiriye. 
Di ronahiya têkoşîn û berxwedana Rêber Apo de, gelê Kurd û parazvanên
heqîqetê  li hemû cîhanê îlhama têkoşînê
belav kirine.  Ji bo ku êdî gelê Kurd û
gelê cîran êşan nekişînin divê ji sedî sed li ser felsefe û bîrdoziya Rêber Apo
bibin xeleka jiyanê ya yekbûnê.

Bihar Deniz

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Etiketler: araştırmaAtomeyeBombeyaDikevekurdiKurdishkurdistanLekolinLIMejiyeMirovanTurkishTürkiyeXiyanet
Önceki yazı

ORTADOĞU’DA SİYASİ LABİRENTLER VE DOLAYLI STRATEJİLER

Sonraki Haber

Erdoğan Kleptomani Ve Şizofreni

Benzer Haberler

Apoculuk, Sosyalizmi Eylem Ve Pratik Yaşam Düzeyinde Ele Alıyor
Makaleler

Apoculuk, Sosyalizmi Eylem Ve Pratik Yaşam Düzeyinde Ele Alıyor

22 Mart 2023
Olası Bir Seçim, AKP-MHP Faşizminin Sonunu Getirecek
Makaleler

Olası Bir Seçim, AKP-MHP Faşizminin Sonunu Getirecek

2 Mart 2023
Kayyum Siyaseti, Diktatörlük ve Yerel Yönetimler-Demokrasi
Makaleler

Kayyum Siyaseti, Diktatörlük ve Yerel Yönetimler-Demokrasi

20 Şubat 2023
Sonraki Haber
Erdoğan Kleptomani Ve Şizofreni

Erdoğan Kleptomani Ve Şizofreni

Öne Çıkan Yazılar

  • AKP Faşizminin Fişi Çekilmiştir

    AKP Faşizminin Fişi Çekilmiştir

    506 Paylaşım
    Paylaş 202 Paylaş 127
  • Apoculuk, Sosyalizmi Eylem Ve Pratik Yaşam Düzeyinde Ele Alıyor

    523 Paylaşım
    Paylaş 209 Paylaş 131
  • HÜDA PAR’ın Resmi Sitesi Hacklendi

    546 Paylaşım
    Paylaş 218 Paylaş 137
  • JİTEM ve Hizbulkontra’nın Sahneye Sürülmesi

    537 Paylaşım
    Paylaş 215 Paylaş 134
  • Önder APO, Hizbulkontracıların Serbest Bırakılmalarına Ne Demişti?

    544 Paylaşım
    Paylaş 218 Paylaş 136

Önerilenler

AKP Faşizminin Fişi Çekilmiştir

Apoculuk, Sosyalizmi Eylem Ve Pratik Yaşam Düzeyinde Ele Alıyor

HÜDA PAR’ın Resmi Sitesi Hacklendi

JİTEM ve Hizbulkontra’nın Sahneye Sürülmesi

Çökertme Politikasının Maşası: Üniformalı Kadın Ve Çocuk Katilleri

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Araştırmalar
  • Basın Bültenleri
  • Basından Seçmeler
  • Belgeler
  • Dizi Yazı
  • Dış Basından
  • Duyurular
  • Ekoloji
  • Ekonomi
  • Gençlik
  • Haberler
  • Kadın
  • Kim Kimdir?
  • Kronoloji
  • Kürdistan Tarihi ve Dili
  • Makaleler
  • Okuyucudan
  • Özgürlük Perspektifleri
  • Politik Analiz
  • Röportajlar
  • Serbest Yazılar
  • Teknoloji

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç