KURDÎ
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Politik Analiz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Serbest Yazılar
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
KURDÎ
No Result
View All Result

YE: Ji bo penaberan me 676 milyon û 600 hezar avro da Tirkiyeyê

by Lekolin
15 Mart 2020
in Ekonomi

29 Kasım 2016 Salı Saat 21:24

YE’yê daxuyand ku ji b penaberên Sûriyeyê heta niha 676 milyon û 600 hezar avro dane Tirkiyeyê û têkîldarî vê lîste weşand. Li gorî peymana penaberan a di navbera YE û Tirkiyeyê de di 2016’an de biryara 3 milyar , di 2017’an de 3 milyar avro hatibû dayîn

Parlamentoya Ewropayê (PE) piştî ku biryara rawestandina
muzakeyerên bi Tirkiyeyê re girt mijara penaberan careke dan hate rojeva raya
giştî ya cihanê. Piştî biryarê Serokkomar Tayyîp Erdogan gotina “ê ku 3
milyon penaberan xwedî dike em in, we sozê xwe bi cih neanî. Li min binêre heke
zêde biçin em ê deriyên sînoran heta dawî vekin vî bizanibin” bi kar
anîbû.

Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyand ku ji bo penaberên ji
Sûriyeyê hatine 676 milyon û 600 hezar avro dane Tirkiyeyê. Di lîsteya li
malpera Komîsyona Ewropayê hat weşandin de cih dan alîkariyên ku ji fona Buroya
Alîkariya Mirovî ya Koma Ewropayê. Di lîsteyê de fonên ku tê plankirin bidin
Tirkiyeyê cih digirin. Fona ku projeya wî hatiye amadekirin 2 milyar û 239
milyon û 542 hezar avro, fona ku aliyan li hevkirin milyarek û 615 û 252 avro
ye. Li gorî peymana penaberan a di navbera YE û Tirkiyeyê de di 2016’an de
biryara 3 milyar , di 2017’an de 3 milyar avro hatibû dayîn. Erdogan di
axaftina xwe ya ku di 3’yê cotmehê kiribû de gotibû ku YE’yê 179 milyar avro
daye.

Li gorî daneyên YE’yê alîkariya herî zêde di çarçoveya
Bernameya Zadê ya Cihanê de ji bo xwarina penaberên Sûriyeyê 278 milyon û 400
hezar avro bû. Di lîsteyê de dîsa tê gotin ku bi daxwaza Bernameya Xwarinê ya
cihanê de ji bo penaberên Sûriyeyê yên li kampan dijîn 32 milyon avro jî tê
dîtin.

Alîkariya duyemîn a muzen a YE’yê jî bi daxwaza UNICEF’ê ji
bo perwerdehiya zarokên Sûriyeyê 33 milyon û 300 hezar avroyê hatiye dayîn e.
Di belgeyan de tê gotin ku bi daxwaza Komîseriya Bilind a Penabebarna Neteweyên
Yekbûyî jî ji bo ewlehiya penaberan 28 hezar milyon avro hatiye dayîn.

YE’yê alîkariyên ku çarçoveya peymana di navbera IPA û
meqamên tirk hatine kirin de jî weşand. Li gorî vê yekê di 4’ê nîsana 2016’an
de ji bo pêdiviyên penaberên ji yewnanistanê vegeriyane hatine Tirkiyeyê 12 milyon
avro hatiye dayîn. Di çarçoveya peymana di navbera IPA û Wezareta Perwerdehiya
Neteweyî da hatiye kirin jî 90 milyon avro ji ba Wezareta Tenduristiyê jî 120
milyon avro hatine dayîn.

Erdogan Gotibû 179 Mîlyon Avro Hatiye

Serokomar Tayyîp Erdogan di vekirina Meclîsê de di 3’yê
cotmehê de gotibû ku YE’yê 179 milyon avro daye. Erdogan wiha gotibû: “Aha
YE. Dibêjem, piştre ji min aciz dibin. Soz dan. 3 milyar avro gotin lê ya ku
hat 179 milyon avro ye. Ji me re nayê ji bo penaberan tê. Dem diqede. Qaşo dê 3
mîlyar avro dîsa bidana. Axxx ax. Soz didin lê bi cih naynin. Em ê peywira xwe
ya mirovî û wijdanî bi cih bînin.”

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html

Tags: araştırmaavroboDAhezarJikurdiKurdishkurdistanLekolinmemilyonpenaberanTirkiyeyeTurkishTürkiyeUYE
Previous Post

Kriz derî bi derî belav dibe

Next Post

Jimara Bikarhênerên Înternetê Ji 2 Milyaran Derbas Bû

Son HABERLER

Dış Basından

Dibe Batan Türkiye Ekonomisi ve Uluslararası Bankaların Yorumları

HABER MERKEZİ- Merkez Bankası'ndaki görev...

by Lekolin
23 Mart 2021
1.6k
Ekonomi

Ekonomiyi çökerten AKP-Erdoğan rejiminde Türkiye’de ‘gizli işsizlik’ oranı artıyor!

AKP-Erdoğan rejimi, artan savaş harcamaları...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.6k
Ekonomi

Ekonomi bıçak sırtında

Dolar olarak düşen milli geliri...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.6k
Ekonomi

AKP iktidarı 14 yılda çiftçiyi 40 milyar borçlandırdı!

AKP'nin iktidarda olduğu 14 yılda...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.5k
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et