24 Eylül 2019 Salı Saat 05:54
0
21
TR
:” ”
:””
” “,
Li gorî agahiyan, Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li
ser erka parêzgeha Kerkukê, nameyek pêşkêşî Partiya Demokrat a Kurdistan’ê (PDK)
kiriye û gefa sekinandina biryara beşdarbûna
hûkumeta herêma Kurdistanê li PDK’ê kiriye.
Çavkaniyan da zanîn ku YNK’ê di nameya xwe de acizî û
helwesta xwe li ser binpêkirina hevpeymana taybet di navbera wan de aniye
ziman. Derketibû holê ku PDK’ê li ser qebûl nekirina namzetê parêzgarê hevbeş
yê Kerkukê, namzetekî nû diyar kiriye û hevpeymana di navbera wan û YNK’ê de
bin pê kiriye.
Li gorî heman çavkaniyê, YNK’ê di nameya xwe de diyar kiriye
eger hevpeymana di navbera wan de weke xwe neyê bicihkirin ew bê helwest
namînin û dikarin çend pêngavên wekeweke sekinandina biryara
bejdarkirina hukumetê bavêjin.
Beriya niha jî Endama Mekteba Rêxistina YNK’ê Hîdayet Tahir
ragihandibû, PDK astengiyan ji bo hinek namzetên ku YNK’ê ji bo parêzgarê
Kerkukê diyar dike, derdixe. Li rexmê vê yekê YNK di danûstandinan de li
beramberî PDK’ê nerm nêz dibe.
PDK li 3
baregehên xwe yên li Kerkukê bi cih dibe
Piştî hevdîtin û danûstandinên di navbera hûkumeta İraq û
PDK’ê de, Bexda hinek biryar di derbarê hilbijartina parêzgehan de derxistin.
Hat zanîn ku Serokwezirê İraqê Adil Abdûlmehdî biryar daye PDK beriya
hilbijartinan bi fermî vegere bajêr û li 3 baregehên xwe yên li sînorê îdareya
Kerkûkê bicih bibe.
Hat diyar kirin ku Serokwezirê İraqê, di derbarê baregehên
PDK’ê li sînorê îdareya Kerkukê de biryar derxistiye û divê ev baregeh werin
vale kirin. Hat zanîn ku ev biryar, ji bo PDK xwe ji bo hilbijartinên
parêzgehan amade bike, hatiye dayîn.
Ew baregehên ku radestî PDK’ê hatine kirin Baregeha liqê,
baregeha encûmena rêveberiyê û baregeha navçeya yekem partiyê li Kerkukê.
Li gorî çavkaniyê ev biryara Ebdulmehdî li rastî nerazîbûna beşek
ji Tirkmen û Erebên Kerkukê hatiye û gefa çalakiyan tê kirin, ji ber kû li gorî
wan PDK xizmeta bajêr nake.
Tê zanîn ku di destpêka avabûna hukumetê de mercê yekem yê
YNK’ê ji bo tevlîbûna hukumet û rûniştina parlemenê diyarkirina parêzgarekî
hevbeş ji bo Kerkukê û kombûna Encûmena Parêzgeha Kerkuk bu.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
PDK li 3
baregehên xwe yên li Kerkukê bi cih dibeNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê