12 Ağustos 2011 Cuma Saat 15:58
Li 45 xwendekarên Zanîngeha Anadolû ya Eskîşehîrê bi hinceta sala borî çalakiya protestokirina Desteya Bilind a Hîndekariyê (YOK) bibûn 17 hezar TL hat birîn û ji zanîngehê hatin dûrxistin.
Li Kampusas 2 Eylulê ya Zanîngeha Anadolûyê li Dİbistana Bilind a Zimanên Biyanî sala par di 4’ê Sermawêzê de salvegera damezrandina YOK’ê hate protestokirin. Di dema protestoyan de pevçûn derket û camên fakulteyê jî hatin şikandin, mase û alavên kantîna fakulteyê zirar dît. Di bûyeran de 53 xwendekar hatin binçavkirin. derbarê xwendekarên ku dihatin darizandin 5’emîn dadgeha Asliyeyê ya Eskîşehîrê bi hinceta ku “zirar dane malê giştî di navbera 8 meh û 6 salan de ji bo girtina wan doz da vekirin.
Rêveberiya fakulteyê jî ji ber xisara li qantînê bi giştî 17 hezar û 786 TL fatore şand. Digel van hemûyan rektoriya zanîngehê 45 xwendekarên kut evli bûyeran bû ji dibistanê bi dûr xist.
Xwendekarê Zanîngeha Anadolûyê yê Fakulteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî Alî Emre Mazlûmoglû û xwendekarê heman fakulteyê Ûgûr Koç, destnîşan kirin ku rektoriyê cezayê bidûrxistinê daye wan û dema ku dibistan vebe ew ê pêk were dûrxistin. Xwendekaran destnîşankirrin ku ew ê li dadgeya Îdareyê ya herêmê li ceza îtiraz bike.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info